Ev heyamek e, welatê me, di ta û tajinga man û nemanê de. Bêhna melkemotan ji çar milan ve bi ser stûyê me digere.
Yek bi nanî, yek bi şûrî, yek bi arî gefan dixwe. Şênî û xelkê welatê min, di lepûçkên vê heftyar û heftpayê xwînmij de, wekî çûçika hêlînê diperpite.
Aha, di rojên wiha teng de, li Başûr Kawa ji nav berperên dîrokê hat û gurzê xwe li ser sindanê xwe da, çirûskek jê hilpekî.
Navê vê çirûskê “hêvî” bû. Tenya hêza û şiyana ku ji dilê Sûra Îsrafîl peyda bûbe û bikaribe “mirî ji gorê rake” hêvî ye. Hêvî, tirsê jî birsê jî dide ber panîyên pêlavan û heft qonaxan ji warê xwe bi dûr dixe.
Îja de were, di vê geremolê de, dema ku ewrên mirinê bi hev re xwe bi ser çar kinarên welatê min de dipêçin, ji bin xweliya mirinê “hêvî” bi hawara me tê.
Li kîjan tax û bi konê welatê min, çirûskek biayise, em hemû, pêkve, dil û cergê xwe li ber radixên û germ dikin. Ew hêvî, me hemûyan germ dike.
Di wextekî wiha de, tu dizanî, li cihekî, heman wext, tu hest pê dibî ku di heman demê de, li wê derê, li kuncikekî dî, di bin xweliya binê tenûrê de, kilîskek arê ji bizotê xwe verestî, li hêviya çirûskvedanekê ye. Tu qenc hest pê dibî, li wê derê, di bin wê xweliyê de, arî tenê li hêviya pifek bayê nerm e.
Ji lew re, van rojan, di vê keş û asmosfera ku çeqelan qîlên xwe yên têrxwîn bi ser serê me qij kirine û girêz girêz gef û tehdîdan li “hebûna me” dikin, ji bo me, sûtina rihê azadiyê, ji her tiştî girîngtir e.
Ger azadî nebe, nivîs ji bo çi! Ger azadî nebe, mal û xan ji bo çi! Ger azadî nebe, bi kurt û kurmancî jiyan ji bo çi?
Lewre jî, divê em destê xwe ji stûkura hev berdin û bi dû xeletiyên hev nekevin. Îro, ji bo me meydana raperînê ye dinya!
Ey cîhana bêbext! Çavên xwe veke, di sedsala nû de, ji paxila çiya, ji dilê rojê, ji welatê hêvî û beheşta evînan, kurd tên, kurd!..