-Tu dikarî werî kêleka min jî.
-Çima na! bi kêfxweşî.
-Di sinifê de herkes cot rûniştiye, çima em cuda rûnin!
-Rast e, lê dîsa jî, dema tu ji min aciz bî, bêje, ezê vegerim şûna xwe.
-Îcab nake tu yekalî bifikirî, dibe ku ez acizî bidim te.
-Rast e ev ruhiyeta me biyaniyan e, em tim wisa tevdigerin ku kesî ji xwe dûr nexin.
-Biyanî! Tu çima xwe wekî biyanî dibînî? Ma em tev ne cîhanî ne!
-Ew jî rast e. Lê dîsa jî em li welatê we ne.
-Ez ji te cudatir difikirim; Ev der welatê herkesî ye, lê kî li vê derê bijî ev der welatê wî ye jî. Tu jî parçeyeyekî vî welatî yî.
-Ez nû hatime, min hê zêde ked nadaye, dibe ku ji ber vê yekê be xwe biyanî dizanim.
-Tu kedê bidî jî nedî jî, mafê te bi qasî yê herkesî heye.
-Mala te ava, tu canikeke super î.
-Gelek sipas, tu jî camêriya xwe dibêjî.
-Tu çima neçûyî kampa zivistanê?
-Ez ji lingê seqet im, di dersa sporê de min xwe êşand.
-Hêvidarîm seqetiyeke ne giran be.
-Na, ewê bi hêsanî bicebire. Tu çima neçûyî?
-Ez jê fêm nakim.
-Çawa? Tu nizanî xwe xişbikî?
-Ez çawa bêjim? Ez zanim xwe xişbikim, lê ne bi awayê we Kanadiyan.
-Ma awayê me çawa ye, yê we çawa ye?
-Yê we; hûn jin zarok, pîr kal, herkes ji berfê zewq digirin we ew ji xwe re kiriye cureyeke sporê.
-Belkêş e, ma hûn çi dikin ji berfê?
-Em tiştek pê nakin, ew tiştek dike bi me.
-Qey çi dikare bike bi we ew berfa sipî çîl?
-Welatê ku ez jê têm berf 6 mehan li erdê ye, lê me ew ji xwe re nekiriye navgîna zewqê. Em wê bikarnaynin. Ew ji hevza me der e, ji bo me sembola zehmetiyan e. Carnan bi hevkariya serma û seqemê, dibe bahoz, dibe pûk, carnan dibe aşît di ser me de tê. Bi mehan me êsîr digire.
-Tu ji kîjan welatî tê?
-Ez ji welatê Serhedê me. Ji bakurê Kurdistanê.
-Kurdistan? Welatê wan keçên meşhûr?
-Ma tu Kurdistanê bi keçikên me nas dikî?
-Erê bawer bike, ez heyrana wan keçikên we me, yên tim devkenî bi ser wan mehluqatên ucube ve diçin. Ew çi bedewbûn e, ew çi xwe bawerî ye, ew çi eşqa jiyanê ye? Ew çi heyraniya azadiyê ye?
-Hûn keçên kanadî jî bi rûgeşiya xwe ji wan ne kêmtir in!
-Firqiya me ew e ku keçên we xwedî armancekê ne, li pey şopa heqîqetê li rastiyê digerin. Yên me; em di îstîqameta armanca xwe de winda bûne. Lewma rûgeşiya me wemirandî ye, ya wan şewq dide.
-Gelek balkêş e, tu van hemû tiştan ji ku dizanî?
-Ji mereqê tê. Heta tu tiştekî mereq nekî, nakevî pey wê.
-Tu zanî ez çi difikirim? Ez dibêm qey baş bûye ku lingê te êşiya ye û tû neçûyî kampa zivistanê. Bi vî awayî ev sinifa seqetan bû wesîlê ku min tu nas kirî.
-Ji bîr neke, te ez nasnekirim, pêşî min bang li te kir û me hê jî hev nasnekiriye. Lewra ne tu navê min dizanî ne ez yê te.
-Tu dîsa rast dibêjî. Bawer bike, ez bûm heyranê te bê ku navê te zanibim.
-Li min bibore, lê tu kor î!
-Çawa ?
-Te rastî li cîh hiştiye, tu dibî heyranê rengvedana wê.
-Pardon, min tu tiştek fêm nekir.
-Normal e, tu dev jê berde. Navê min Hanna Bohman, kêfxweşbûm bi naskirina te, lê dixwazim tu rêyekê bibînî,,min bi wan lehengan, bi wan xwedawendan bidî nas kirin.
-Ez jî Bedran, kêfxweş bûm bi naskirina te. Ezê piştî dersê li rêyekê bigerim.
-Tu dixwazî êvarê em bi hev re herin xwarinê?
-Ma kî dikare ji pêşniyarek wisa re bêje na?!