Mirov, bi ‘kurmê xwe yê kujinde’ re dijî. Her roj, wî kurmî, bi hestên xwe bimijîne û bi aqilê xwe jî, pê re bigir-berdanê dilîze. Ev ‘revereveke wiha ye’ her ku tu li ser sêla sincirî, her roj, reqsa mirinê dikî. Mirin, bi siya xwe, her dem li dû te ye. Navê vê kiryarê, “em mirinê di nav jiyana xwe de dihewînin” û pê re dijîn.
Sê hestên kujinde wî kurmê mirinê, wê siya helamet xwedan dikin. Hebûneke bextewar, piçekî jî bi ser hevsarkirina van hersê hestên kujinde ye.
Yek ji wan hestan ew e, ku mirov xwe kêm bibîne. Ya dîtir, ew e ku mirov xwe sûcdar, binbar bibîne. Ya dawîn jî ew e ku mirov xwe bêkêr bibîne. Ev her sê hest gava di nava mirovan de gihîştin hev, wekî ewrekî reş û tarî ronahiya jiyanê li ber dilê mirovan tarî dikin. Mirov, wê hingê radestî sî û reşebayên naxê xwe dibe û her diçe hêviya mirovan diçilmise. Êdî bi demê re hesta ‘kêmî, bêkêrî û gunehkariyê’ hemû wesleyên mirovî vedigirin, barê xwe datînin ser wijdana mirovî û mirov di bin de difelişe.
Mirovê ku xwe di rasta kesan de kêm dibîne, her dem pîkolê dike ku xwe bixe çavên wan û wê hingê, kirasekî saxte li bejna kesayeta xwe dipêçe û bi wî kirasî, piştî demekê ew bi xwe êdî ji bîr dike ka rastî û reseniya wî/wê çi ye.
Mirovê kêm, her dem dilwaswas e û bi hestên neyînî li jiyanê, rûdanan dinêre û her diçe tovê ‘kîn’ û ‘zikreşiyê’ di naxê wî de gir dibe heta ku dawiyê ew kurm hemû şaneyên hişê wî bi dest xwe ve digire.
Heçî hesta bêkêrbûnê ye, ew jî hesteke kujinde ye. Mirovê ku xwe bêkêr dibîne, bi refleksên sûsmaran tevdigere. Di nava xwe de dinyayeke ‘reş’ û ‘bêwijdan’ ava dike. Ji bo ‘bêkêrbûna xwe’ sedeman çêdike û ji bo xwe ji vê hestê bişo jî, ji xwe re li hemberî xwe ‘ser û sedeman’ lêdike. Li gorî wî, êdî neyarên wî, davik danîne berê, heqê wî hatiye xwarin, loma jî, gava ku derfeta xwe dît, îlem divê tola xwe veke. Ev kurm, her diçe, hukmê xwe li ser raman û hestên wî kesî saz dike û heta ku ev kes dibe êsîrê vê hesta kirêt a kujinde.
Ji nav van sê hestan, a herî kirêt, hesta “gunehkariyê” ye. Ew kesê, xwe wekî ser û sebebeke neyînî ya rûdanekê bibîne, ew kesê, kirasê gunehê bixe ber bejna xwe û bi wê hesta negatîf, jiyanê bide ber xwe, tenê dê hewl bide ku xwe ji vê hesta tal bişo. Ji bo şûştinê jî, dê hemû rengînî û xweşikiya nava xwe bişewitîne. Çimkî di ramana mirovan de heye, xwe rizgarkirina “gunehê” ancax bi “şewitandinê” bibe.
Ew kesê, di hestên xwe de, bo kiryar û pêkhatinekê xwe ser û sebeb bibîne, xwe ji ber van tiştan sûcdar bike û xwe binbar bibîne, ew kes, heta xwe neşewitîne, nikare xwe ji vê gêjgerînkê bifilitîne. Xwe şewitandin, ne ew e ku mirov agir bi bedena xwe bixe, gelek cure xweşewitandin hene. Li vê derê, ya em behs jê dikin, bêhtir xweşewitandineke mecazî ye.
Îja, mirovên despot, ji bo serdestiya xwe li ser komelgehan saz bikin, piranî, tovê van hersê hestên kujinde di nav rehên civakê de diçînin. Wisa dikin ku êdî garanek mirovên xwe berminet, xwe daşikestî dibînin û ji ber daxwazên xwe, xwe li ber ‘hinan’ stûxwar û gunehkar hîs dikin, peyda bibe.
Ev cureyek operasyona binhişîn e. Mirov, êdî ditevize û nikare cihê xwe yê nav jiyanê diyar bike û êdî nizane divê çi bixwaze û çi nexwaze. Êdî dest pê dike, hest û meremên xwe dixesîne û her diçe, ji bo xwe ji vê kambaxiya şikestinê derbixe, di çiravka xwe de ditirtile. Ev, şepoşêla hestan, mirovan gêj û bêkêr dike. Êdî tu mehkûmê ‘nimetbexşiyên’ xwe yî. Çi ji bo te bê kifşê û çi deynin ber te, êdî ser seran û ser çavên te ye!
Ev mehkûmiyeteke rihî ye. Çimkî êdî tu ji aliyê sê hestên kujinde ve bi tevayî jinavçûyî yî. Nîrê vê mehkûmiyetê li ser stûyê te ye.
Dermanê van hestên kujinde, hezkirin e; Ji xwe hez bike, ji mirovan, ji xwezayê, ji avê, ji bayî, ji axê, ji ahenga rengan, ji melodiya dengan…
Mirov, hêjayî her tiştî ye; her mirov hêjayî her tiştî ye…