Qerax
bo xoşewîst Rifat Arya
masiyek bûm di zerya çavan de
pêlek narîn ez avêtim qeraxê
veder î dûr im j’ derya evînê
havîn zerirî di mislê tebaxê
payîzxêr bêt jî li dil newbehar
masî dimire l’ kevî û qeraxê
Arjen Arî
***
Lavahî
bersiv bo hêja Arjen Arî
nameya te, Seyda, bo çi wa kirî
vî dilê sêwî ji nû kavil kirî
toza xemê avêtî ser konê min
destê sar û bêkes di paxil kirî
sed bihar mane ji te, hê sedên din
di xizneya te de mane veşarî
ne bê can e masiyê te, pir ciwan
vexwarî j’ava heyatê namirî
her dirêjit li qeraxên zerya me
bi havil, durr û mircan û mirarî
lê min dexalet ji te, pîgarê dil
vê daxwazê bîne cîh ger dikarî
bake Xanî, Cizîrî û Cegerxwîn
bila bête hewara min Herîrî
ezê biçim dîwana dîlbera şox
lê nezan im û min rê winda kirî
Têbiniya Diyarnameyê:
Nivîskarê me Arjen Arî ev helbesta jorîn "Qerax" şandibû ku em di quncikê wî de biweşînin, lê her carê jî nivîsên din ketin berê û me nivîsên din ên Arî weşandin, helbest wisa ma. Berî ku em bikaribin helbesta Arjen Arî biweşînin, hevalê me Rifat Arya bi "Lavahî" bersiv da jî.
Sipas ji bo her duyan jî.