Wextek gelek dirêj di navê re çû ku ez ji bo Diyarnamê nanivîsim loma jî edîtorê wê yî pir hêja, Cemîl, ez bi cangiraniyê “tewanbar” kirim. Hingî ku xortekî kûbar û xwedan rûmet e zimanê wî nagere ku bêje tu “tral î”. Lê min ji kenê wî yî dostane û jidil tê derxist ku a di dilê wî de ku dixwaze bêje ev peyv bû. Pê re, klameke dengbêjî bîra min hat ku jinik ji hezkiriyê xwe yî berê re dibêje “tu kal î” û zilam wiha lê vedigerîne:
Wele ez ne kal im, bîlle ez ne kal im
Ez koçer im, xirabmal im
Ez rêwî me, bêheval im
Akincî me bêpergal im
Ji derd û kul û keserên te dinalim
Heger ez ne ew bim jî hema destên min sar in…ji hemû tiştî. Dilê min ê ku bi bihîstina stranekê, bi dîtina guleke di xar de, bi destpelandina pelê kevotekê yan jî fêkiyên bedeneke germ qiyamet li canê min radikir, niha mîna dareke ziyaretê ku kes riya xwe pê naxe wilo serpêl û bêliv maye li berpala girekî.
Carna hin camêr halanan di min hil didin, wisa xîretek tê min, xwîn sivik li damarên min dibeze, sancûyeke tûj li cîgera min dide û ez pê re dipengizim ser kompîtorê. Destpêkê, gelek hest li dilê min dihewir in. Bi hezaran peyv û hevok û hêma bi tîrêjkên hûr û gir sînyalan didin û li esmanê xeyalên min mîna stêrkan diçirûsin, geş dibin, dinepixin. Wê çaxê ez hem kêfxweş dibim û hem jî pê re dikevim panîkê. Dixwazim pêşî lê bigirim û bêyî ku yek bi tenê ji bala min biçe, binivîsim. Lê mixabin çê nabe. Mîna hin kesên ku di fîlman de, mecbûrî betalkirina bombeyek li teqînê dibin û şîfreya kambax nayê bîra wan, wisa ez jî dikevim panîkê û yek bi yek peyv ji sînorê mejiyê min diçin der û divemirin. Tevî ku ez dizanim şaşî di ku de ye jî, her carê ez mifteyê li kilîda deriyê ku ne bi hewceyî vekirinê ye diceribînim…
…ku ev derî li hemû serpêhatiyên êş û nexweşî û azar jê diçizirin vedibe. Her ku ez derî li vê cîhana çarawêl bi êşên kozmîk rapêçayî vedikim ez bi vê rastiyê digihêm ku sedem vê derbirina min a êşxwaz e. Tevî ew qas xweşî, şahî û bextewariyên ku min di zarokatiya xwe de bihurtine jî, her cara ku daxwaza nivîsandina tiştekê li min radibe yekser ez dikevim şopa rojên bi keder û demên bi renc û girî. Ew qas bi min şêrîn tê ku ez xwe bi gelî û mesîlên wê cîhana xwe ya mişt ji tahliyê ve berdim. Dû re, li wê derê, çavên xwe li qencî û xweşiyên ku min dîtibûn bigirim û li wargehên xwe yên têkçûyînê ji nû ve bibim mêvan, li wê derê, tenê bi kul û kurederên xwe, bi windabûn û şikestinên xwe, bi jêmayîn û nîvcûmayînên xwe dakevim… da ku cegera min bêhtir xwîn bigire, da ku serê her carê tewş û merazarî ji wê derê vegerim.
Carna tê devê min ku ez bêjim mafê min nîn e ez xelkê bi tahlî û diltengiyên xwe zivêrî bikim, ya qenc ez dev ji xwe û vê nivîsê berdim, lê hin dostên dûr bi rêzikên xwe yên safî ji milkê bavê, behsê ji hundir ve tînin ser êşeke hevpar û gerdûnî û li min dişidînin:
…
Erê, tu hebekî hûrik î
Erê, tu hebekî kinikî
Dîsa jî te nadim bi axa welatekî !*
Wê çaxê ez tê digihêjim heger mafê min ê nekirina tiştekê hebe ew jî qelsî û xwînsariya bi vî zimanî re ye. Tu hincet nikare bide ser nivîsandina bi vî zimanê dilrevîn û bedew.
Ma kê kariye li ber pêşa daristanê bextewariyê, yan jî li ber qeraxê gola aramiyê romanek binivîse li ser bajar û evînên tozgirtî.** Heger êşên te nebin kurmên jahriyê û di canê te de her nelivin tu yê çawa binivîsî.
Û nema bi min derew tê ku hin nivîskarên nivîskar û hin kesên wekî min dikin ku bi çavê nivîskariyê li xwe binêrin wiha dibêjin: “Roja ku nenivîsim mirina min e!”
*Spas ji bo Seydayê ku Eroûtîka nivîsî û kir ku ez vê pirtûkê di pirtûkxaneya xwe de bidim tengala dîwanên Cegerxwîn.
** Pir bi derengmayî be jî ezê ji bo wê romana bihagiran, Sobarto, ji nivîskarê wî re bêjim sedaferîn…
Têbiniya Diyarnameyê:
Ji bo kesên eleqedar:
“Eroûtîka” pirtûka helbestan a nivîskarê me Arjen Arî ye ku ji Weşanên Lîsê derketiye.
Romana “Sobarto” jî pirtûka nivîskarê me Helîm Yûsiv e ku ji Weşanên Avestayê derketiye.