logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin
  2. Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne
  3. Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene
  4. Keleha Necimê tê restorekirin
  5. Va ye bernameya FîlmAmedê

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Dr. Macit el Heyder

  • Dîrok: 06/12/2008

 

Ew jî yek ji mêvanên festîvalê bû, mîna min.
Bi qasî ku bi erebî diaxivî kurdek bû, kurdekî feylî.
Mixabin ew jî wekî qedera hevbeş ya birek ji cih û ji warbûyên ji ser axa bav û kalan, di sala 1960’î de li Bexdayê ji dayikê dibe…
Ez bibêjim nan û av, hûn bibêjin ax û tav dike ku zarokê li mişextiyê çavên xwe li jiyanê vekirî, piştî salên bi azar û miştbêrî berê xwe bide axa malbatê jê barkirî.
Her nexweşî  dermanekî xwe hebe jî, hesret bi dîtinê, bi çavpêketinê dikewe.
Û kurmê fîraqê, yê dûrketina ji axê, ji yarê, ji dost û nasan… bi hinavan re mêlaka mirovî jî diherijîne.
Ma ne, Feqî ye yê gotî ‘Bayê fîraqê agir e’!

Agir bi avê vemire jî, hesret di tifika hinavên mirovê hesretkêş de agirdanka Zerdeştekî ye, ku her venamire!
Ev agir e gelo, dike ku mirov henaseya dawîn li ser axa xwe ya jê dûrketî bide û bextewar bimire?

Jiyîn li ser axeke ku jîngeha bi hev re jiyînê be jiyîn e.
Doktor jî, ji vê ferasetê piştî salên dûdirêj, her du kurmikên giyankevêj: hesret û mişextiyê wekî du sêwiyan ji hembêza xwe davêje kolanên tax û tarên Bexdaya zaroketiya xwe û berê xwe dide Duhoka Dasînya.
Duhoka ku du çiya bajarê qedîm  û nişteciyên  kevn û nû hewandine ser kanî û sifreya pevrejiyînê, kurekî xwe yê ji dûrhatî, bi germahiya dil dê nefermînê, dê rûnenîne li rex zêrç û zarok, li cem zanyar û nasyar û nivîskarên xwe!

Duh mêvanê kê bû, nizanim; lê îro Dr. Macit el Heyder mêvanê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê ye.
Kêfxweşî û dilşadiya xwe bixwaze vedize jî ji beşdarên li holê, bi dêmên xwe yên ku ji kela dil sorbûyî, bi awirên xwe yên her nerîn bi çirûsîn nekare veşêre.
Coş, kelecan, dilşadî tê veşartin!!
Gava ku çavên min dikevin çavên wî, pirsa bi helbestî ya ku Nazim Hîkmet di helbesta xwe de ji Abîdîn Dîno kirî tê bîra min: “Tu dikarî bextewriyê biwênînî, Abîdîn!”
Abîdîn bextewrî newênandibe jî ji Nazim re, niha vê kêlîkê li hola Yekîtiya Nivîskarên Duhok Dr. Macit el Heyder li rex Hesen Slêvanî rengê kevalê bextewariyê ye.

Kek Hesen xêrhatineke germ dide mêvanan û paşê derbarê jînenigarî û berhemdariya semînervan de kurteagahiyekê dide.
Piştî pêşkêşiya Serokê Yekîtiya Nivîskaran Hesen Slêvanî semînera Dr. Macit el Heyderî dest pê dike:
Werger û girîngiya wergerê: Ji zimanê îngilîzî ji bo zimanê erebî; helbestên di dîwarekî re derbasbûyî…

Mixabin, ev semînera sudewar a ku ji bizavên heftiyane yên Yekîtiya Nivîskarên Kurd e, bi zimanê erebî dest pê dike…


03.12.2008/ Duhok

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Belê ezbenî, te ricaya min bi cih aniye, lê…

  • 13 Berfanbar 2008

 Ji ber bêfersendiyê min duh nivîsa cenabê te xwend!Ya rast, ez pê êşiyam ku te nivîs giş wekî bersivdayîna li enameya xwe dîtiye û vê hizrê...

Herûwer Salveger

  • 30 Kewçêr 2008

 Her sal 29’ê vê heyvê salvegera damezrandina Komarê ye.Her sal vê rojê, ba be bahoz be, qir be qelan be…heta heta ji ezman kevir jî bibarin; tevî serokomar:...

Li dor “nameya li ser baskê kevokê”*

  • 20 Sibat 2010

Li dor “nameya li ser baskê kevokê”* û şaxê zeytûnê, serhawe       gelek kevok firînspî spî, ji ezmanê şîn î...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nivîsên Nû
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
news

MIN GEZKE

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

UEFA û Olîmpiyatî biryar da

ad

Fîlmên William Friedkin tên Stenbolê

ad

Ziryab bi hejmara 3'yan hat

ad

Ji bo WhatsApp jî kurdî qebûl bike kurdiya wê bikar bînin

ad

Kedkarên sînemayê tên xelatkirin

ad

Delal Dink zewicî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin

  • 21 09 2023
news

Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne

  • 21 09 2023
news

Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene

  • 21 09 2023
news

Keleha Necimê tê restorekirin

  • 21 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname