Çi wext ku roj bi ser hev de diqulibin û dema lêkirina nivîsa ji bo quncikê ‘Siya Pênûsê’ yê di malpera Diyarname de tê da ku xwe û wê şanî xwîneran bikim, di wan kêliyên nivîsandinê de ta bi min digire, ‘ez ê vê carê çi binivîsim’!?
Ya rast, ev erdnîgariya ez û nivîs jê peyda bûyî, di her demên dîrokê de û roj îroj jî, bi rûxandinên xwe, bi aloziyên xwe, bi şer, kuştin, talan, destdirêjî, trajediyên xwe ve, ji aliyê mijarên nivîsê ve bi adan e(!)
Mixabin… di vê sala 2016’an a ku em helkeftin û guherînên di sed sala 19’an ên di Şerê Cîhanê yê 1’emîn û 2’yemîn de hatî jiyîn, îro, ta bi ta dubare dijîn de, te dî, bûyerek li ser bûyerekê, rojevek li pey rojevekê tê û mijara ku te ji xwe re diyar kirî û pêde çûyî, hê ku te xwe negihandiye binê rûpelê qewimîneke nû rû da û ew nivîsa te pûş kuta.
Diyar e, roj û demên hê dijwar û bi zehmet li ber me ne!
Û dibêjî, de hadê pênûsê heyranê hibra te, de yeka din; hê ku nebûye kaya li binderê, hê ku bayên serserî ew jî nedaye ber xwe, nebiriye wêranan…
Alikî me rojava ye, şer e, alikî me rojhilat e, şer e, sêdarekirin e, alikî me başûr e, şer e qeyrana aborî ye, gotegotên serxwebûnê ne, alikî me bakur e, şer e, dest ji kar kişandin û ji kar avêtina karmendan, şarederiyên ji destê kurdan hatî stendin… çendîn ku ew her yek mijarên nûsînê bin jî, te dî, hê nivîs negiha binî vaye agahiya girtina televzîyonên kurdî jî hat…
Û alikî mijarên DAIŞ e, rewşa Sûrê ye, û lihevketina birayên misilman ‘Fetocû û Akpciyan’ jî heye û li aliyê din, vejandina siyaseta îttîhat û terakkî ya ku li ser hîmê tirkkirina vê axê, ya ku ji xwe re kiriye distûr...
Yanê babetên nivîsandinê pir in; lê giş trajedî, giş êş, giş kuştin, giş talan û tecawîz…
Carinan meriv hest pê tîne, dibê qey difetisim. Hedana meriv bijî, hêvîdar be nîn e, mixabin.
Ger ku van tiştan binivîsî dibînî ku rojeva te ew diyar dikin, ku bêjî dev ji wan berde, wan bi ewkê xwe nehesibîne û wêjeyê binivîse, lê mixabin li vê xakê û vê gavê hukmê wêjeyê nîn e.
Yanê nabe! Li ber kompîtur radibî, di hundirê odeyê de piyase dikî, dihizirî, ‘çi binivîsim’ da ku kêfa edîtorê Diyarnameyê ya Cemîl Oguz were û pêre jî nivîs xwe bi xwîner bide xwendin.
Dibêjî, qe nebe çend ‘tik’ên feysî û twîttr î zêde bistîne û karibe bi nivîskarên din ên malperê re qayîşê bikşîne.
Lê belê, çi dikî jî nabe! dinivîsî jê dibî, dinivîsî jê dibî û li dawiyê ew hevok dimîne; ‘ya em di serdemek şaş de hatine dinê yan jî li erdnîgariyeke kambax’.
Û hê min bejna vê hevokê dipîva, xebera hat ku Rênas Jiyan jî hatiye desteser kirin!
Min xwe bi xwe re go, Welato di vir de biqedîne, hê ku kambaxiyek din jî rû nedaye.