reng e, qiseta ku min qest e, neşibe pelepela berî nimêjê ya li ser lêvên ciya min;
axir wê pelepelê û wan lêvan, bihurr bi hev qam kirine!
lê ya min no û ziravtir e, nola ta û derziyê. erê, dawî tibabekî dûr e lê. lê qe nebe a niha, û vê gavê, hacet bi gotin û vegotineke ku dişibe "çîrokên şevên dûdirêj" nîne;
min dil heye li vir, du pêg û nîvan virdetirî ciya xwe ya ku piştî havînê, dest pê kiriye îcar ji payizê re diçe qametê;
li çepê Çinarê, li rastê Bîşengê, ji qewlê Baba Şakiro ve, “çûyin”ê li tarîfê bixim:
“çûyin, dirêjtir e j'her bejnê...”
divê ez vê, xitim bikim..
erê, erê.