Nivîsên di Sempozyûma Navneteweyî ya Bedlîsê de hatine pêşkêşkirin dixwînim. Di nivîsa Mehmet Rêzan Ekinci de agahiyên derbarê peyva “Rojkî” de bala min kişandin. Mehmet Rêzan Ekinci derheq bêjeya Rozkî de wisa nivîsîye*:
“Her wekî ku bi awayek zelal tê dîtin/zanîn, bêjeya Rozkî gotineke Derî ye. Hinekan bi tîpa “c” yê û hinekên din jî bi tîpa “ş”yê ev bêje nivîsandine. Îro halê wî yê tê zanîn û belavbûyî Rojkî ye. Rojkî jî, di eslê xwe de tê wateya “yekroj”, ango rojek. Ev paşgika “kî” ya di dawiya bêjeya “roj” de jî “kit” an jî “yekjimariyê” îfade dike. Her wekî nimûneya bêjeyên “xocekî”, “perdekî”.” Mehmet Rêzan Ekinci, ll.Di Mîrektiya Kurd A Bedlîsê de Rola Eşîra Rojkan, Uluslar arası Bitlis Sempozyumu,26-27-28 Haziran 2014, rp.88
Her ku ne zimanzan bim û ne dîrokzan bim jî ew agahî û rastiya mehneya bêjeyê hem jî alî ziman ve hem jî ji alî tarîxî ve pir muhîm e. Ez ê ji mehneyên di qadê de mînakan bidim ku mehne gelek cuda ye. Bi wê hêviyê ku feyde bigihije zimanzan û dîrokzanan.
“kî” ne weke paşgir e; “î” aîdbûnê, “k” jî wek tîpa kelijandinê” ciyê xwe digire. Milî, Zilî… Wê mehnê didin der ku kesên tabîyê eşîra “Mil” in, Kesên tabîyê eşîra “Zil” in. Vêca em nikarin bêjin, Rojî-Rozî. Li vir ziman derfet dide xwe, “k” wek tîpa kelijandinê ciyê xwe dibîne, dibe Rozkî-Rojkî. Herwiha em dikarin bo bêjeya “Rojkan” jî heman tiştî bêjin ku bi awayek piranî tabîbûnê, aîdbûnê derdibe. Milan, Dimilyan. Li vir “y” tîpa kelijandinê ye. Rojan nabe, tîpa “k” wek tîpa kelijandinê cî digire û dibe, “Rojkan”. Eşîra Zirkî heye. Zirkan. Em nikarin bêjin, “yekzir” yan jî “zirek”. “k” tîpa kelijandinê ye li vir jî.
Vêca em li ser vî esasî bifikirin navê eşîrê hem ji alî mehneyê ve hem jî ji alî tarîxî ve ciyê xwe dibîne ku navê eşîrê li ser peyva “Roj” binavbûye. Van agahiyên ku ji xwendinê û şîroveyên ji halê ziman yê qadî de xwe dan der hêvî dikim ku mehneyek xwe hebe û ji alî ilmî ve me nexe tengasiyê. Bi vê ve girêdayî wekî keys bi dest ketibe vê jî lê zêde bikim; em wekî kesên bi edebiyatê re mijûl wextê ji bo roman an jî xebatên din yên edebî bi nav lêkolînan dikevin wekî xwendevan hin tişt bala me dikişînin ku ew tişt carna folklorîk carna jê tarîxî, carna derheq ziman de ne. Ya ku ez dikim wekî bîrxistinê ye û di eslê xwe de pêşkêşkirina melzeme, pirs û belgeyan e. Gelek kes wê bêjin çendî car in tu vê bi bîr dixî, êdî bes e lê ez wisa nafikirim, ji bo her nivîsên wisa ev agahî şert e ku xwendevan hay ji hin rastiyan hebin. Heger bala we lê be nivîsa berî vê nivîsê jî nivîseke wisa bû ku derheq navê Serhildana Şêx Seîd de bû. Helbet ji bo kesên wekî min ku xwendevanek dîrokê yê normal e wekî îdîayek mezin xuya dike lê tam li vir, em meselê zelal bikin, ne îdîa, pêşniyar û bîrxistin!
*Peyre bi xwendina nivîsa As.Prof. Yaşar Abdülselamoğlu re ez haydar dibim ku min nivîsa hêja Mehmet Rêzan Ekinci bi awayek fesîh nexwendiye lewre wî jî ew agahî ji Şerefnameyê neqil kirine ku hêja Yaşar Abdülselamoğlu jî heman agahî dane û wek çavkanî Şererfnameyê destnîşan kiriye. Li şerefnameyê vegerîm û min ew beş xwend ku di xwendinên beriya niha de mijarê bala min nekişandiye, ev jî bi seyr e!