Mirovê xwedî çav, der û dora xwe dibîne. Wisa dibêjim lê gelek caran hebûna çav têra dîtinê nake. Gelek caran zanîn û wêrekî divê ji bo dîtinê.
Heçî nivîskar an rewşenbîr be divê pêşî der û dora xwe bibîne. Peywira yekem, berpirsiyariya serî ya rewşenbirî dîtin e. Loma nivîskar piranî, serpêhatiyên xwe, her wiha jiyan û rasteqîniya civaka xwe, dîmen û rûdanên erdnigariya xwe dinivîsînin.
Helbet ev nayê wê wateyê ku kirûyê gerdûnî, kêşeyên mirovên dî yan ên cih û warên dûr, nabin mijar û derdê nivîskêr. Lê serê pêşî divê nivîskar ber piyê xwe bibîne, hewşa xwe, kolana taxa xwe, taxa navçeya xwe û bajar û welatê xwe… helbet ev rê nivîskêr dibe nav zeviya gerdûnî jî.
Rewş, cih, dem çi dibe bila be, ev yek her tim derbasdar e. Çavên nivîskêr fireh in, dilê wê/î mezin û ew qasî jî zîz e. Ew mecbûr e kûr û fireh bibîne û rûdanên heyî di mêjî û dilê xwe de bipîve, bimeyîne û bi vî awayî raxîne ser sifreya xwîner û civakê.
Her mirov, her civak xwediyê serpêhatiyan e, xwediyê bîrekê ye. Di vê pêvajoya civakî û dîrokî de, her cure pêkhatiyên jiyanê hene; şer, xemgînî, bobelat, serkeftin, şahî û şadî.
Li vir afirandin û hilberîna berhema hunerî, wêjeyî û mayindebûna wê bi hêz û şêweya nivîsakrî ve girêdayî ye. Mixabin, ligel ku dîroka kurdan bi serpêhatiyên awerte û balkêş û seranser bi xir û cir û teq û req ve miştî tije ye jî berhem ku bibin bergindeya vê dîrokê ne pir in.
Çend berhemên kurdan ên mîna Keleha Dimdimê, Mem û Zînê hene. Ji bilî kîtekît an bûyer û rûdanên sereke yên mîna Dêrsim, Şêx Seîd, Zîlan, Agirî, Haco, Bedirxaniyan, Helebçe, Mazlûm Doğan, Greva Birçîbûnê ya Çaran, Şewata Çaran, Panzdehê Tebaxê, Pazdehê Sibatê, Qamişlo, Kobanî û hwd… hejmara berhemên bi vî rengî nagihin hejmara serhildanên kurdan.
Bi vê hişmendiyê, Komeleya Nivîskarên Kurd, bi biryarekê bang li nivîskarên kurd kir ku destê xwe bavêjin pênûsê û bibin çav, ziman, dil ji van bûyerên dawî yên ku li ser xaka Kurdistanê tên jiyîn. Sûr, Nisêbîn, Farqîn, Cizîra Botan, Silopî, Kerboran, Dêrika Çiyayê Mazî, Şirnex û hwd. Ku ev yek, di dîroka têkoşîna gelê kurd de, rûpeleke nû ye û di pêvajoyê de hatiye vekirin.
Dibe ku bê gotin, di nav pêlên şerê dijwar û êrîşên hovane de, ku her mal, her devê deriyekî bûye kozika şer, gelo dê çi wate, sûde û bandora hewldana pênûsa feqîr hebe? Lê wekî ku me got pênûs bîra demê ye, singa kutayî di dîrokê de ye, dem tu carî nikare wê winda bike, bide jibîrkirin. Wekî ku şairê hêja Hasan Huseyin Korkmazgil jî di helbesta xwe ya li jêr gotiye, helbest, pênûs; raste rast zikê birçî têr neke jî, dilê sotî hênik dike.
“Dizanim
Di matareyê de ne av
Di tûrik de ne nan
Û di kemberê de ne gulle ye helbest
Lê dîsa jî
Dikare
Kesên ku
Di matereya wan de av
Di tûrika wan de nan
Di kembera wan de gulle qediyaye
Li ser piyan bigre
Dizanim
Ev ne karê ku bi helbest û stranê pêk tê ye
Di şaxê de hinar
Di zeviyê de genimî sor nake minemina kevokê
Lê dîsa jî
Di nav diranan de mîna kêrê diberiqe
Rêza helbestê
Çav çavan nabîne
Piçek roniyek jî nîn e
Dil, bazekî birîndar e
Doş dibe di valahiyê de
Belkî helbestek
Belkî piçika helbestê
Di tariya bêhêvî de deriyê me veke
Bihingive dilê me
Dest bide birîna me
Belawela ke tirsa me
…. … …… ……….”
Nivîsên ku bi vê mebestê bên nivîsandin û herî dawî heta 10’ê meha Reşemî bigihin Komeleya Nivîskarên Kurd, piştî nirxandina ji hêla komîsyonê ve, dê wekî pirtûk bêne çapkirin. Em li benda nivêsên we ne, qewed be…