Siyaset eger ji bo berjewendiyên gelan neyê bikaranîn bi her awayê xwe kirêt e. Eger hûn bixwazin siyasetê bikin divê pêşî vê pirsê ji xwe bikin; ezê siyasetê ji bo kê û ji bo çi bikim. Hûn jî wekî dizanin kurdan ji dema Osmanî bigirin heta îro bi dehan serhildanên li dar xistine û mixabin her gav têkçûne. Serhildana dawî jî hîn dom dike. Kes nikare encamên wê ji aniha ve texmîn jî bike. Sedema herî mezin ev e ku êdî di siyasetê de gelek faktor hene. Lê di nav me kurdan de hin mirov henê Xwedê me ji zanebûn û pêşbîniya wan bêpar neke! Her hevpeyvîn û gotarên wan ji me re dibin wekî xezîneyekê ku em nema dizanin ku wan “zêran” têxin kîjan bêrîkên xwe!
Berî aniha bi çend rojan gava min dîsa hevpeyvîna Mr. Îbrahim Guçlu di kovara Aksiyonê xwend -ku ev kovar di hejmareke xwe ya berê de digot wê PKK Memed Uzun bikuje- ez dîsa şaş û metal mam. Pêşî ez vê yekê bêjim ku ez ji hêla azadiya fikr û ramanê ve wekî Voltair difikirim. Divê mirov karibe ji bo azadiya fikr û ramana yekî din xwe bikuje jî. Şaş bûna min di rewşeke wisa de bê çawa qaşo siyasetmedarên kurdan li dijî berjewendiyên kurdan derdikevin û vê yekê wekî berjewendiyên kurdan nişân didin, manîpule dikin. Tam nayê bîra min lê belkî nêzî salekê ye dîsa vî camêrî dîsa di vê kovarê de digot; mîlîtanên vê rêxistinê daketine heta cafeyên Diyarbekir û dewlet tiştekî nake!
De werin vê ecêbê.
Hema bi rehetî dikarim bêjim ku ji xeynî sîxurên dewletê kesên li cafeyên Diyarbekir rûdinin hemû hev û du bi awayekî nas dikin. Dibe ku camêr rûniştina cafeyan jî ji me re luks dîtibe û wekî fermandarekî emr dabe leşkerên xwe ku me ji wan cafeyan rakin û nasnameyên me bidin kontrol kirin. Yan jî ew camêr van milîtanan bi xwe nas dike ji ber ku xwedî idîayeke bi vî rengî ye. Îcar mesele ne ev e jî. Di hevpeyvîna dawî de jî gelek tiştên ku gur pê bikene dibêje lê heta ji destê min bê ezê kurt û yê balkêş ji we re binivîsinim da ku hûn jî karibin der heqê mijarê de hin tiştan bifikirin;
- Ez xwe digihînim vê encamê ku dewletê PKK ava kiriye.
- Gelek rêxistinên mîna Rizgarî, KUK, Kawa û hwd. gava hebûn rexistineke bi navê PKK ku tu aleqeya wan bi tevgera kurdan re tunebû bi mebesa ku yekitîya kurdan parçe bike derkete holê. Mîna serhildana Şêx Saîd ya 1925’an.
- Ya rast PKK li Fîsê tu civîn çênekiriye lê dixwazin ji xwe re dîrokekê ava bikin.
- PKK nikaribû bi rêxistinên din ên kurdan ji ber vê yekê bi planên binbinkî û veşarî tevgeriyan. Li Hîlwanê pevçûnên girseyî derxistin. Li Sêwregê eşîr bera hev dan. Pişt re jî bi KUK’ê re şer kirin, di encamê de 260 PKK’yi û 40 jî ji KUK’ê mirin. Kesên nikêlê çekê kişandibe dibe ku PKK’yî bin lê yê xwedî proje û organîzasyon dewleta veşarî bi xwe bû. Dewletê derfet da PKK ku xwe veşêre û biparezê.
- Tekilîya PKK û Ergenekona gava eşkere bû ji bo kurdan ne suprîz bû ji ber ku gelê herêmê vê yekê dijîn û dizanin.
Çîrok dû û dirêj e. Ez serê we neêşînim. De îcar werin û kirasê xwe neqetînin! Yaw kes ji vî camêrî û yê mîna wî Metin Metiner, Umit Firat, A.Melik Firat re nabêje hinekî, piçekî, piçikekî bibin “însan”. Qet nebe nepeyivin ku mirov bêje “erê welleh însan in”. Hûn li rojnameger û rewşenbîrên(!) tirkan dinêrin bi dengekî bilind îlan dikin ku li Kurdistanê wê hemû rayên xwe bidin AKP’ê li hemberî DTP’ê. Dibêjin em hemû AKP’yî ne. Qaşo yên me jî li ser navê siyasetê derdikevin qala çîrokên “pîrika xwe” dikin. Na welleh PKK bi destê dewletê ji me ew qas kuşt me jî wan ew qas kuşt bi destê “xwe”. Yabo bavo kes ji te napirse gelo eger dewletê PKK “parasti be” “veşartî be” “kedî kirî be” “ajoti be” ser we çawa ji wan 260 û ji “we” jî 40 kes mirî ye? Kes nabêje gava wan kesan hev dikuştin tu çawa wekî endamekî-rêberekî derketî çûyî bi dehan salan li welatên ewropî û te ji xwe re ling avêt ser ling û piştî taqawitbûnê wekî fantezîyekê tu tê û “siyasetê” dikî. Wijdanê te çawa tehamûl dike? Kes nabêje tiştên ku tu her dem dibêjî û wekî mezeloqê bi te vebûye tu çima îspat nakî? Kes nabêje gava tu van îspat nekî ev yek tenê wekî “îdîa” dimînin û ev yek tenê tê xewna te. Ji van hemû tiştên tu dibêjî yekê îspat bike ez dizanim ku neheqiyeke mezin li camêrekî wekî te û tevgera “te” bû ye. Wê gavê hemû kurdistaniyên bi namûs û şeref wê bidin dû te û rêxistina “te”. Di serî de ez vê sozê ji te re didim, nizanim wê te çiqas eleqedar bike jî.
Di nav çepkirên tirkan de edetek heye. Her kes siqêf û xeberan ji rêxistin an jî fraksiyoneke yên din re dide. Ji hev wekî pembo vediqetin û di alfebeya tirkî de tu tip nemaye ku li ser navê rêxistina xwe zêde nekirine. Ez bawerim alfebeya Çînî jî wan nagihijîne miradê wan. Û hûn halê wan jî baş dibînin.Tu carî ji xeynî rêxistina TÎP’ê -ku ketibû Meclisa Tirkiyeyê û rojê sê postê lêxistin dixwarin ji hêla parlementerê faşîst ve- ji sedî yek jî derbas nekirine. Îcar em kurd jî mixabin dişibin wan her roja ku diçe. Jixwe meseleya asîmîlasyonê tiştekî wisa ye; xweşibandin e. Îcar kar û barê van camêran sibehê û nîvro radibin û diavêjên PKK’ê. Ev yek gava ji hêla bîrdozî ve bê kirin wê were fêmkirin. Yanî dibe ku bêjin “tu muxtariyetê dixwazî ez serbixwebûnê dixwazim”. Hetta ez li ser navê xwe vê yekê bêjim eger alternatîfeke tevgera DTP’ê ji kesên kurdistanî yê bi bîrdoziyekî xurt tevbigeriya ez bawerim wê bi ser jî biketa. Û hevî dikim ji îro pê ve hebe jî û bibe jî. Pêşî ezê di nav de bixebitim. Lê aniha mesele ne ev e. Sîstem bi her reng û cureyên xwe êrîşê kurdan dike em jî radibin ji kovarên wan yên ku em dizanin ji bo kê û ji bo çi xizmetê ji kê re dikin hevpeyvîna dikin. Û bi ser re jî tiştên beradayî, tiştên xal û xwarzîtî, nexweşiyên birdozî, tiştên ku çima filankeso ji xwe re erebe kirî ye û hîn ez li kerê sar tê me û hwd…
Gotina dawî: Ji roja roj de çapemenî û televîzyonên tirkan bi van kesan re axil be jî rojên kritik de hevpeyvînan dikin. Û li gorî stratejiya wan kurdan bera hev didin û dixwazin parçeyê mezin jî bi xêra van daqurtîne. Nizanim heta aniha kesî ji van tirkan pirsiye gelo “hûn der heqê meseleya kurd û kurdistaniyê de bi van kesên ku hûn destê xwe li ser serê wan dibin çi difikirin?” Kesên ku tehamûlî hebûna kurdan a di Zagona Bingehîn de “hemwelatiya zagonî” nakin - ku li gorî min hewce nake mirov ji bo vê şer bike- çawa tehamulî daxwaz û xwestekên Kurdistaneke federatîf û serbixwe mîna ya Mr. Îbrahim Guçlu dikin ez nizanim. Ev kesên îro sîstem wan her şev di televîzyonekê xwe de dike mêvan bila vê yekê baş bizanibin eger em şîv bin ew paşîv in. Lê tiştekî din eger hebûna van kesan ber diranê dijmin dagire…