Barê penaberan ê li ser milê Herêma Kurdistanê dehqetî yê Tirkiyeyê ye. Di qada navneteweyî de spasiya Tirkiyeyê tê kirin. Xelat jê re tên dayîn. Lê belê haya raya giştî ya cîhanê jê nîn e ku ji çar kesên li Herêma Kurdistanê yek jê penaber e.
Li Tirkiyeyê derdora 2,5 mîlyon penaberên ku piraniya wan ji Sûriyê ne dijîn. Gelek jê hê ji destpêkê ve bi teşwîqa hikumeta dewleta Tirkiyeyê hatin vî welatî. Penaberên di kampan de dijîn li aliyekî, yên derveyî kampan jî dijîn di şertên herî dijwar de jiyana xwe didomînin.
Tirkiye di qada navneteweyî de baş karî "zehmetî û mêvanperweriya xwe ya ji bo penaberan" îfade bike. Ji siyasetmedar û kesayetên olî bigirin, heta ragihandinên cîhanê rojane bi spasdarî behsa barê ku Tirkiye pê rabûye dikin.
Di heman çarçoweyê de roja yekşemê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiye li hev kir ku ji bo başkirina rewşa penaberên li Tirkiyeyê ya di warê xwedîkirin, tenduristî û perwerdehiyê de 3 mîlyar Euro bide Tirkiyeyê. Tirkiye dê pêre jî hem astengiya ji qaçaxçiyan re derîne û hem jî pêşiya penaberan ya çûyîna Ewropayê bigire.
Ne tenê 3 mîlyar Euro, li gor peymanê eger Tirkiye şertên li jor hatine rêzkirin pêk bîne, dê ji kewçêra 2016 û pê de welatî bikaribin bê vîze serdana welatên YE’yê bikin. Paralelî vê yekî jî dê mûzekareyên endambûna Tirkiyeyê ya ji bo YE‘yê jî dest pê bikin.
Erdoganê ku êdî çapemeniya Ewropayê wî wekî dîktator destnîşan dikir, bi xêra penaberan bû muxatabê tekane yê YE’yê. Siyasetmedarên ewropî ku ev demek bû êdî têkiliyên xwe pê re rawestandibûn, bi vî awayî xwe avêtin ber lingên wî.
Li Tirkiyeya ku hejmara şêniyên wê 80 mîlyon e, derdora 2,5 mîlyon penaber dijîn. Li Herêma Kurdistanê ya ku hejmara şêniyên wê derdora 8 mîlyonan e, di halê hazir de nêzîkî 2 mîlyon penaber lê hene. Erdnîgariya Herêma Kurdistanê jî bi herêmeke Tirkiyeyê ye.
Li gor daneyan li Herêma Kurdistanê 330 hezar penaberên ji rojavayê Kurdistan û Sûriyê bi awayekî fermî li cem Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine tomarkirin. Dîsa bi qasî vê hejmarê bi taybetî kurdên Rojava yên bi derfetên xwe debara xwe dikin û xwe li cem NY tomar nekirine îro li başûrê Kurdistanê dijîn. Ji aliyê din ve li Iraqê 3,6 mîlyon penaberên di nava Iraq û başûrê Kurdistanê de ji cih û warên xwe bûyî û bûne penaberên navxweyî hene. Em yên berê lê nekin, li gor daneyên fermî bi şerê çeteyên DAIŞ’ê re zêdeyî mîlyonek kurdên misilman, êzdî û şebek û her wiha fileh, tirkmen û ereban xwe spartin axa Herêma Kurdistanê.
Ji bo rewş baştir were fêmkirin, hejmara parêzgeha Duhokê 1,5 mîlyon e; Li vê parêzgehê niha 700 hezar penaber dijîn. Zêdeyî 105 hezar ê van penaberan ji rojavayê Kurdistanê ne û yên din ji Iraq û herêmên ne ewle yên Başûr in.
Minetdarî û nespaskirina raya navneteweyî li aliyekî, saziyên sivîl û rêxistinên girêdayî NY radihînin ku êdî alîkariya ji derve ji bo penaberên li Başûr tê gelekî kêmtir bûye û ev yek gelek metirsiyan bi xwe re diafirîne. Ji ber vê egerê ne tenê rewşa giştî ya aborî û destabîlîzeya civakî ya Herêma Kurdistanê serobino bûye.
Ne tenê debar û xwarin, her wiha rewşa hîjyenîk a kampan di asteke metirsîdar de ye. Penaber û welatî bi metirsiya nexweşiyên wekî kolera re rû bi rû ne. Tenê ji bo ku ava lewitî ya li kampan bi awayekî hijyenîk were dûrxtistin û kanalên taybet ji bo vê yekê werin çêkirin, pêwistî bi zêdeyî 16 mîlyon euro heye. Lê belê welatên ku alîkariyê rê dikin heta niha tenê 2 mîlyon ji bo sazî û rêxistinên li kampên Herêma Kurdistanê bi vî karî re mijûl dibin berdest kirine.
Rewş ew qas hesas û aloz e lê di platformên fermî yên navneteweyî de ji bilî Herêma Kurdistanê spasiya hemû welatên cîran ên Sûriye tê kirin; Tirkiye, Ûrdin û Libnan. Raya giştî ya cîhanê wekî ku penaber li Herêma Kurdistanê nebin tevdigere. Ev yek ne tenê sûcê siyaseta navneteweyî ye. Her wiha tewanê mezin yê Hikumeta Herêma Kurdistanê ye ku heta niha nekariye bala siyaset, medya û bi taybetî ya raya giştî ya cîhanê bikişînê ser vî barê zêdeyî taqeta xwe pê dirabe.