Li dû Xelîl Kalo
Min ew ji nivîsên wî naskir... Ji cesareta wî... Ji paqijya rexnên wî...
Ji hezkirina wî ji axa wî re... Ji hêrsa wî ya li hemberî kêmaniyan... Ji dilþewata wî ya bi rewþa me...
Min ew ne wekî yên din nas kir... Çi hebû wî ew digot... Rast ba rast, þaþ ba digot þaþ e... Bêtirs...
Min ew dûrî ekranên televîzyonan nas kir...
Ne pesnên rij û xav, ne êrîþên reþ û bi kînê heþandî...
Di dema ku tiþt ji destê wî nedihat dia dikir: "Xwedê me bi ser hiþê me ve bîne."
Min ew di nav kerwanê çalakvanên rewrewk de nedît..
Ne jî di nav ezberbêjan de.
Ew ew bû... Wekî xwe... Wekî axa xwe, wekî nêrînên xwe.
Bi dilnizmî carna agahiyên rewþenbîran digihand derve. Ew ne biçûk dixistin ne jî dihiþt dilê kesî biþewite.
Karibû li qeyikeke mirinê siwar biba û belkî bi "selametî" bigiha nava daristanên "bihuþtê" lê wî ji siya dara gundê xwe hez kir.
Dikaribû li Hewlêra "Azad" di jiyaneke xweþ de pesn û wêneyên xweþik belav bikira...
Lê wî ji gundê xwe hez kir.
Min wiha Xelîl Kalo nas kir bêyî ez wî bibînim...