Ên bi bayê popîlîzmê li ber esmanan!
(berhemdarî yan navdarî)
Digot, li gundekî keçikek hebû, wext wê hat xwest êdî şû bike-biçe mêr, lê kesî behsa wê nedikir navê wê hilnedidan. Keçik rabû derdê xwe kir pêşa pîra dê; go çima kes behsa min nake, pêçiya xwe bi mi de nane?
Pîra bi xwedan tercûbe serborî jiyayî gote; keça min here di kaniya gund de birî xelkê dê tim û tim behsa te bikin.
Wextekê navdarî wisa dihat bidestxistin; hinan diçû di çaviya kaniya gund de dimîzî, hin bi kirinên xwe yên lehengane, jixwe navdar bûn.
Berî çanda popîlîzmê, berî çanda magazînê wisa bû! kurdan gotiye ‘ merî mir gulsor dibe û lê zêde kirin; mêr dimre nav dimîne ga dimre çerm dimîne’.
Û hinan jî gotiye; ‘nok hat bajêr bû lewlewî’.
Ji lew, Uryan piştî hezar salî, Feqî û Mela piştî pênc sed salekê, Xanî piştî sê sed sal, Ceger-bi-xwîn û Osmanê Sebrî piştî sed salekê ku êdîn hestî kirin ax! Axxx, neteweyeke dereng mayî, ya ku bi pey meşrûtiyetekê, binyadeke nasnameyî, zimanî, dîrokî û wêjeyî ketî rabû ew hêjayên ‘jixwe’ navdar popîler kirin.
Bo çi.? bo wexta ku ew dijîn ne, lê aniha pêdiviya netewê bi wan hebû-heye ‘ ew ên baş in’
Jixwe, baş in û baş bûn jî… lê, lê ji bo başbûn bê kifşkirin qey başbûn bi serê xwe têrê nake, qey hin faktorên din ên derî başbûna hunerî-wêjeyî ji me re divê?
Çi roman çi helbest, çi çîrok çi mûzîk, çi wêne çi sînema-şano, peykersazî heta lîstikvaniyê di vê serdema ku çanda popîlîzmê û magazînê li dar e, bêyî piştevanî, bêyî faktoreke derveyî huner û wêjeyî nebûye-nabe, ku bibe jî ne behrem, lê navdariya qaşo xwediyê/a xwedan berhemê li pêş a berhemê ye.
Loma jî, ku Qur’anê yan Marx Kapîtalê jî ji nû ve jî binivîsî, ku hêjatir Mem û Zîna Xanî ji Xanî baştir û çêtir jî lê bikî, ku te wênandibe yan lîstibe jî, ku te vegotibe yan stra be jî, eger ku komek te nede kolên (ser milan) xwe, ger nêzî desthilatdariyekê nebî û eger ne peyayê çeteyeke hunerî bî, heke huner û wêjeya te bi rastî behrem be jî, tu yê bimînî ta hestiyên te bûne ax.
Ango, ta ku tu nebûyî gulsor heqê hunera te naye îadekirin!
Neku hemiyên popîler hunermendên dera hanê ne! Na, yên bi hunera xwe ew navdariya mezin û cizbî bi dest xistine jî hene, lêêê!
Berhemdarî yan navdariya kes?
Belê, berhema navdar hunermendê/a xwe jî bi xwe re navdar dike, lê navdariya bê berhemdarên sexte û heyranên wan!!!
Mirov hînî afirandina xwedayan bûne! Ew bêyî xwedayekî/ê nikarin bijîn.
Ji lew, di nav çanda popîlîzmê û magazînê (navdariyê) de, ji bo ku hay ji berhema te hebe, ku nikarî ji yek wan xwedayên qeşeng bî jî, lê qe nebe, divê karibû bibî pêxemberekî yan şêxekî bi xwedan mirîd da ku miradê te nemîne piştî çûyîna axê!
Aha! Divê vê jî bizanibî, xwendevan, temaşevan û guhdarê wêje û hunerê yê/a serdema popîlîzmê ne xwediyê asteke şopîneriya hunerî ye.
Ew kes bes dilxweşkirineke bê westan, bê serêşandin û bê acizî dixwaze. Ew naxwaze xew lê biherime. Dixwaza wî/ê ji xwedayê çêkirî ew e, ku wî/wê bixe xewê, di nav xewn û xeyalên de lixwexweşkirinan pê bide jiyîn-hîskirin, ajoyên wî/wê mist de, da ku orgazma bigihêje mexsedê...
Ji lew, ew xwîner bi bêastiya xwe re him asta hunerê dadixe û him jî asta hunermendê aktrîst yê/a ku hildaye ser milên xwe dadixe, wî/wê hunermenda/ê li ser milan dinepixîne dinepixîne… ajoyên xwe û wî/ê têr dike û piştre jî hunermendê bê berhem lê pir navdar diavêje ser sergo.
Ji loma jî, ew hunermendê qeşeng-jon-aktirîst yê/a ku bi bayê popîlîzmê qey dibêje li ber esmanan e, pûç e û şopînerê/a wî/wê ya hunerî jî him rastiya hunerî-berhemî berovajî dike û him jî xwînerê kor e û huner û hunermend jî bi xwe re kor dike, bi xwe vala ye bi xwe re vala dike!
Lê belê, huner û hunermend û berhem jî henin…
Nemaze jî li qada wêjeyî; çi afirînerê berhemê, çi xwînerê/a wê yên di afirandin û xwendinê de xew li herimî, xew li xwe herimandî, yên xwedan ecizî, yên xwedan îtrazê; ew ên di nav girseyan de bi tenê, ew ên li kêlekê li kendalan dijîn, jiyanê li wir raçav dikin, naxwazin qirêj bibin-qirêj bikin, ên naxwazin ji xapandinê, ji kêdxwarinê kelehan, bihûştan ava bikin jî henin…
A pêdiviya wan bi bayê popîlîzmê-navdariyê nîne ku bi wî bayî hilkişin ber esmanan.
Lê, yekane û tekane xema wan a heyî; afirandina berhemeke nemir û hêviya jiyaneke aza û bedew.
Ew nepixandinê, kedxwarina reklamî ya barovajîkirinê bê ehleqî dihesibînin.
Derdê wan, xema wan ne têrkirina ajoyê û li xwe xweş anîne, xema wan bes afirandin e.
Ji loma jî, wan bi sebir emrek di riya afirandina berhemeke bedew de terxan kirine-dikin.
Ji ber vê yekê, pêdiviya komikan, çeteyan, desthilatdaran bi wan heye, lê pêdiviya wan bi tu kesî û bi tu derdorê tune.
Ew, ew in! Bi şev serê xwe rakin carekê li jor binêrin, li esmanan berhemên wan stêrk stêrk diçirûsin…