Berî nivîsê çend nîşe:
1.Di bernama “Deriyê Din” de min gotibû, heya du hezar û yekî, min siyaset nedikir lê min ji siyasetê hez dikir. Piştî du hezar û yekî min siyaset hişt li cî û min ji edebiyatê hez kir. Hê jî wisa ye; naxwazim edebiyatê bikim, dixwazim jê hez bikim!
2.Piştî du hezar û yekî ji siyasetê bêtir têgeha ‘desthilatiyê’ ez mijûl kirim û heya ji destê min tê li hemberî desthilatiyê bi îtiraz tevdigerim, hewesa xwe bi demokrasiyê tînim.
3.Di “Xirecira Artuklu”yê de, bi ya min, siyaseta kurd bi lez, bi bertekiyek hişk û teng tevgeriya; xwezî, wî wextî, ji “recimkirinê” bêtir hêvî ji kesên ku diçûn “Artuklu”yê bihatana kirin; heke bihata xwestin ku ji bo zanîngeheke azad têkoşîn were dayîn wê baştir ba.
Ev nivîs bi îdîa ye ku çawa siyaseta kurd, bi dezgehên xwe yên ragihandinê, peyamên xwe yên siyasî esas girtin û xisarê da zimên, îro roj “Enstîtuya Zimanên Ku Dijîn” jî bi hin kirinên xwe, bi rê û rêçikên ‘desthilati’yê xisarê dide zimên.
Dîsa bi bîr dixim ku di xebat û pêşketinên edebî, kulturî de çawa sekna siyasî, rewşa siyasî wekî krîtereke derûnî, rastiyek bû, îro roj hêdî hêdî “zanîngeh” jî, bi heman halî, vehesîneke wisa diafirîne, yan jî gelek jê bi heman hewesê tevdigerin. Li bal gelek xwendevanan, krîter “zanîngeh” e ; heke tiştekî ji wir de xwe bide der ‘pîroz’ e, çawa, ji siyasetê de xwe bide der/bida der pîroz bû!
Helbet çi xwendevan çi jî dersdar bin em nikarin her kesî bi heman rengî bi nav bikin. Lê ji derve ve du tişt balê dikişînin, bi gotineke din, xwiyê siyasetê bi awayeke din li wir jî berdewam in, vêca bi gelemperî bi navê mixalefeta hundur ev tê kirin!
1.Ji karê ku tê kirin bêtir peyamên ‘hebûnê’ esas têne girtin. Mîsal, siyaset çawa di bikaranîna ziman de bi “zimanê xwe” re mijûl bû, em di hin kirin û karên enstîtuyê de jî heman tiştî dibînin, referansek jê ferheng e ku ji alî Saziya Zimanê Tirkî ve hatiye amade kirin û tê de hatiye destnîşan kirin yên ku lêhûrbûne, di ber dest re derbas kirine, Prof. Dr. Kadri Yildirim û Prof. Dr. Hamza Zulfikar in.
Xemên îdeolojîk yên siyaseteke teng li ser zimên dibin hukum, esasê îtiraza me jî ev e, li ku bê kirin, kî bike, xeletî ye. Wextê ku min digot, her kes bi hewes e da ferhenga xwe biafirîne* min behsa vî tiştî dikir. Ziman DIKIN qurbana termînolojiyan. Ya din jî dibe qurbana afirandinan, qurbana meylan!
Em li ferhengê vegerin, mînak:
“agahdan is. Bilgisayar.”
Gelek xwendevan belkî di nivîsên me de xeletiyên pêkenokî yên rastnivîsê jî bibînin. Ew xeletî dikarin werin sererastkirin lê hin xeletî hene ku di zimên de dibin birîn. Aliyê avakirin û felsefîk de mirov divê hesas be. Têgeha ‘kompîtor’ di kurmancî de bi cî bûye. Ziman ew hebandiye. Vêca hûn, ‘agahdan’ bêjin helbet hinekî rexne li we bigirin ku hûn “ji xwe“ pir razî ne!
“biraxwîn is. Kan kardeşi.”
Mînakên wisa pir in û bes in da em behsa ‘hewesa otorîtebûnê, desthilatiyê’ bikin. Gelo, “destbirak” ne bes e? Li vir, îhtimal e ku were gotin li filan deverî tê bikaranîn, ev wê hincet be.
Ji kerema xwe van têgehan, di hişê xwe de, di hevokan de, bikar bînin:
“çawahînî”, “cîguherî” “çelexwahr”, “dilbitepetep”
Niyeta min ne ew niyet e ked û karên ku têne kirin piçûk bibînim, berevajî, her ked hurmetê heq dike.
Ji derî ziman, di nirxandin û nêziktêdayînên edebî de jî em dikarin, heman “jixwerazîbûnê“ bibînin. Belkî me divê em rewşenbîr, nivîskar li ku bin, çi karî bikin ne muhîm e, lê ji alî teknîkî û nêziktêdayînan ve qey em bi problem in!
Ji alî sekna li jiyanê de toreyeke rewşenbîriya kurdî bi gelemperî hebûye; her wext xwe spartiye, bi xwe nebûye spartek! Bi mihnet tevgeriya ye. Di nav siyasetê de çerçawa li hemberî siyasetê bi mihnetî mijar bû, mijar e, em dibînin li zanîngehê jî heman halê bimihnet heye!
Li qisûrê nenihêrin, ku ne wisa bûya, heya niha qet nebe bi carekê be jî li hemberî navê, “Enstîtuya Zimanên Ku Dijîn” îtirazên bi çalak hebûna! Belê, ez jî difikirim ku li zanîngehê tiştên xweş jî têne kirin lê bi bîr dixim ku li her deverî zanîngeh ciyên îtiraz û hilberînê ne. Ciyên geşbûna fikran in.
Nîşe:
Têgeha dij-kolonyalizmê bûye wekî modayekê; rastiyek e kurdan derdibe, ev rast e lê heke wekî moda were bikaranîn, dibe ku xisareke mezin jê derê; rastiyên cografîk carna jê yên siyasî muhîmtir in; heke dewletbûna kurdan bibe sebeb ku bi mîlyonan însan bibin qurban, heke bibe sebeb ku ev cografya sed sal bi êşên hilweşînê re mijûl bin, divê mirov hinekî bifikirin. (Gere serdest jî ji vê metirsî û halê heyî palpiştî negirin, rehet tevnegerin)
Ez jî difikirim ku dewletbûn mafekî rewa yê kurdan e. Xwezî kurd û tirk, kurd û faris di nava amadehiyên wisa de bin ku gelan ji bo referandûmê amade bikin. Rojek were, li gorî tercîhên gelan, bêyî xwîn, mesele werin çareserkirin, çi bi awayê pev re jiyînê, çi jî bi awayê cuda be.
Seknên modayî tu car nebûne çare. Li hemberî diruşma “biratiya gelan” bi mexsedên siyasî, îtiraz hene. Di dewsa ku xwestekên siyasî werin bi gewde kirin, wekî bertekî, biratiya gelan tê red kirin. Mafê me ye, ku em bêjin, “bijî wekheviya gelan”, an jî bijî, mafên însanî. Maf e ku em îtirazên xwe li hemberî siyaseta heyî der bibin lê, carna ji derî niyeta me, vehesîn pêktên ev jî ne baş e. Îronîk e, bi daxwaza demokrasiyê re, pirî caran, jiyaneke demokratîk tê red kirin ji lew halê “bi hêrs” her li pêş e ne wsia be helbet kurdekî ku ew qas bindest mabe naxwaze ji însanan nefret bike. Vebêjiya tundiyê dihewîne jî bi qasî tundiya serûberî bi hukum e.
Wekî gotina dawî, mexdûriyeta ji desthilatiyê û halê ‘yên din’, daxwaza demokrasiyê qenebe muhîm in.
Ciyê ku demokrasî lê tunebe, ew Kurdistan be jî wê êş bide me. Ku cî hem Kurdistan be, hem jî demokrasî lê hebe, bi gelên din re jiyaneke dostane bijî xweştir e. Çepgiran wextekê ji kurdan re digotin, ka bila sosyalîzm were em ê derheqê mafê we yên kulturî de bifikirin. Wisa têdigihîjim ku hin kurd an jî derdor wisa difikirin, ka bila Kurdistan çêbe wî wextî em ê derheqê demokrasiyê de bifikirin! Helbet, nêziktêdayîna bi navê humanîzmeke ajîteyî, nebilêvkirina êşên giran yên ku kurd dijîn jî heman xeletî ye.
Bi vê nivîsê min ji siyasetê hez kir yan ji kultur û edebiyatê? Bila ev pirsa bi henek li dera ha be lê sekna bi mesafe xweş e, niyeta halek bi mesafe ya li hemberî desthilatiyan jî ne xewn e, tişta ku însan dikare bi rihetî bike ev e.
Nifşê Nodî, wê bi bîr bîne, di wan salan de, rexneya herî bi ser nivîsan diket ev bû; em qalibê “ez û ez”itiyê bişkînin!
Berî vê nivîsê lê bikim min pirseke saf ji xwe kir û bersiva wê jî safîyane bû:
“Çima jiyan carna wisa ye?
- Qet, hema… Jixwe wisa ye.”
Niha dibêjim, jiyan wisa ye lewma bi mehne ye, xweştir jî dibe…
*Nivîsa li ser vê meseleyê:
- Kurdên ji bo ferhengekê nikaribin karekî hevpar bikin wê çawa doza welatekî bikin?
- Kurdên ji bo ferhengekê nikaribin karekî hevpar bikin wê çawa doza welatekî bikin?