• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Berf û Xwîn

Dîrok : 27 03 2008

 

Destên wê sivik diþixulîn. Bi lez radibû û bi lez rûdiniþt. Her ku di nava malê de radihiþt karekî, çavên min ji þopandina wê diwestiyan. Te yê bigota qey kelemperek e û li ber bayê payîzê ketiye. Gava ku dimeþiya bedena wê ya dagirtî mîna hevrîþimeke xas ê tenik serdanpê ditirtilî. Xweþikbûneke bi lez û lerzokî bû ew. Lê tev vê yekê jî giran giran difikirî; wekî ku hiþê wê noqî nava tariyeke tîr û qalind bibe… Çi qas ku cixare dibir nava lêvên xwe yên sor ên ji rengê xwînê, pêçiyên wê mîna þiva ku av lê biherike diricifîn. Min henek pê dikirin:
 “Tu çi qas didî min heger ez navê vê nexweþiya te bibêjim?”
Bêyî ku cixare ji nava lêvên xwe derîne bêhnek kûr lê dida, çavekî xwe digirt û bi henekek bêpaxav li min vedigerand:
 “Tu hekîm lawê hekîman nikarin nav ji nexweþiya min re bibînin. Hew ez bi vê kulê dizanim ku navê wê Cewdikê Sasûnî ye.”
Ez di pozê xwe de pê dikeniyam û bi ser de diçûm, bêyî ku wê zêde biêþînim:
“Ewlad heye ku bi qasî te ji bavê xwe aciz be gelo?”
Serê qotika cixarê di nava xwelîdankê de dipelaxt. Her du destên xwe yên gewr û lerzokî bera nava çokên xwe dida û pê re jî dûmana hilma dawîn a ku ji cixarê kiþandibû nava cegera xwe pifî derve dikir û bi tahlî li min vedigerand:
 “Bav heye ku diya ewladê xwe li ber çavên wî kuþtibe û jineke din anîbe þûna wê û bi ser de jî çûbe jinîtî kiribe ji dijminê ewladê xwe re?”
Dema ku peyv dadigeriya ser sîxuriya bav û apên wê, ez têdigihîþtim ku divê ez bêdeng bimînim da ku bêhtir êþê li canê wê neazirînim. Ez ji kêleka wê radibûm û min dida riya derî. Berî ku destê xwe bavêjim çepilê derî lê dizîvirîm û min ji cihê mayî henekên xwe didomandin:
“Heger tu kebabekê keremî min bikî ezê behsa taybetmendiyên nexweþiya te bikim ku navê wê “parkînson e”. Her ku temen bi jor dikeve ev li temamî laþ belav dibe û hemû wesleyên laþ bi lerzê dixîne. Tu nema dikarî dest û piyên xwe bidî sekinandin, wekî ku tu li ber kemençê bireqisî, wilo li te diqewime.”
Dema ku didît ez mîna dînekî hiþavêtî xwe direqisînim û pê re jî serê xwe li rast û çep dihejînim ewrên xemgîniyê ji ser serê wê belav dibûn, keneke þêrîn li ser lêv û dêmên wê dilîst û ji niþke ve pirqînî pê diket. Hema þimik ji lingê xwe dikiþand û bi alî min de divirvirand. Min serê xwe datanî û þimik diçû li dîwarê hiþk diket. Ez hey bi ser de diçûm:
 “A tu nîþanderbek ew qas xirab î! Lê hema ne sûcê te ye. Ê te felek bi te re xayîn e. Ev destên lerzokî bela serê te ne ku tu car nahêlin tu derbê bigihînî hedefê. Loma jî ez timî ji te re dibêjim dev ji vê fikra çûyîna çiyê berde. Þervanî ne karê destlerzokan e. Tu yê bi çewtî hevalên xwe bikujî.”
Dema ku min pêçiya xwe bi ser wê de dihejand û ev þîret lê dikirin, wê diranê xwe diqirijand, xwe davêt destê min û pêçiya min badida. Wisa me bi kêfxweþiya hevaltiyeke bêhempa li hev gelacî dikirin. Min ji hêlek ve dida xwe ku ez  pêçiya xwe ji nava kulma wê xelas bikim û ji hêlek din ve ez pê re dipeyivîm:
“Parkînson ew nexweþî ye ku rê li mirov dilerizîne û erd li ber mirov dike perwane. Ew qasî seyr e ku tu car rê nade ku dest û ling li gor armanca mirov tev bigerin. Bîra te nayê, Ecevît dema ku dixwest derkeve bexçeyê lingên wî ew dibirin metbexê, dema ku qesta çûyîna odeya xwe ya razanê dikir lingan berê wî didan daþirê. Dikir ku tûka xwe bavêje lawaboyê lê tûk diçû bi ser çavê jina wî ve dizeliqî. Nexweþên Parkînson tevde wisa þerpeze ne…”
Dema ku min ev peyv dikirin wê bi hêrseke þêrîn kulm davêtin sîng û newqa min. Piþt re lingê xwe li sola xwe dixist û ez bi alî derve ve dehf didam:
“Bes, bes te qeþmerî kirin. Haydê em biçin kebabekê bixwin. Erê tu bi nexweþiya min dizanî lê navê ku tu dibêjî kêm e û divê wiha be: Cewdik Sasûn Parkînson.”
Em bi devekî miþt bi ken ji avahiyek dewlemend derdiketin û me xwe ji pêpelûkan berdida xwarê. Dema ku em ber bi xwaringehê dimeþiyan wê dîsa behsa çûyîna xwe dikir û wiha digot:
 “Hew cîhek heye ji min re ku ez bikaribim deynê namûsa vê malbata þikestî lê bidim safîkirin. Çiya….”
Min ew li çiya dianî ber çavê xwe, lê min nedikarî ez bi aqil bidim qebûlkirin da ku jê re li wan deran cîhek bînim xeyalê xwe û wê wekî keçikeke “çiyayî” bifikirim. Her ku ez li vê yekê diponijîm wekî ku ez li dîmenek fotomontaj temaþe bikim wilo rewþa wê ya li serê çiyê bi min derew dihat. Min ew bi cil û bergên nûjen û dewlemend li ser palgehên qedîfe û granbuha didît li ber berqefek, li ber þikêrek bilind an jî di navbera çend deviyên çilo û givîjan de. Keçikeke ew qasî bedew, nazik û bi hebûn wê çawa rahiþta tivingê û li berwarên çiyê bibeziya? Wê çawa bi zikê birçî di þikefteke tarî de raza! Çawa çêdibû ev keçika ku her wext dora birûyên xwe radike, serê her kêliyê bi tiliyên xwe yên qelemî biskên xwe dixe nava porê xwe û li bejn û timtêla xwe ew qasî miqate wê çawa bikaribûya di nava wargehên hiþk, rijî û bi tirs de bijiya! Çawa çêdibû ku ew her roja xwedê porê xwe þeh neke, bi cilên rengîn û gulgulî li parq û riyên bajêr nemeþe û li kafeyan rûnene di nav koma hevalên wekî xwe xweþik û paqij de!
Lê ax, dil þûþeyek çiqasî efsûnkar e ku mirov tucar nizane bê çi raz di nêv de veþarî ne! Dil, ax ew çi romaneke nepenî ye ku mirov tu car bîr nabe bê ka wê bi çi encamên xapînok biqede!...
Her ku hevdîtina min û wê diqediya û ew ji cem min diçû, ez li xweþikbûna rûyê wê difikirîm. Piþtî her çûyînekê wê li dû xwe dengê muzîkeke keserkuj a ku her tim bi wê xweþikbûnê re hevaltî dikir dihiþt di guhê min de.
Xweþik bû Fêryaz a diya xwe; diya xwe ya bêmirad... Li ser lêva wê ya jorîn, li devera ku sor diqediya û gewr dest pê dikir, deqeke reþ a bi qasî nîskekê di goþtê wê de rûniþtî bû. Soreke ji xwînê, spiyeke ji berfê û reþeke tarî ji çavê maran… Ev hersê rengên ku li ser goþtê jinekê xwe didin teniþta hev du çawa her tim mêran stûxwar û qirikziwa dihêlin. Þerê rengan û mêbûneke dûr û dûrîdest…
De qey, xweþikbûn ji her kesî re nayê; hew ji Fêryaza keça Cewidkê Sasûnî û yên wekî wê re tê. De qey ez xafilî me; welatê xweþikbûnê ne hew bajarên mezin e û ne jî baxçe û sûk û kafeyên wê ye. Xweþikbûn li serê çiyayan jî digere û ji cesaretê hez dike, de qey! Dadikeve geliyên kûr û asê û li berpalên çiyayan jî dimeþe! De qey, bejna xweþikbûnê li rûbar û mesîlên çiyayên bilind mîna spîndarê li bê dikeve û bi karîxezalan re jî dibiþire! De qey, Fêryaza çavbelek çiqasî qewr û spî be, çiqasî cênîkên wê û zendên wê yên qerqaþî bi mûyeke reþ ê hûrik nuxamtî be û lêv û dêmên wê soreke xwedayî vedizîbin jî dibe ku di zivistaneke bêxweda de, li neqebeke teng, heye ku bi guleyek êtûnî wergere ser erdeke kefenî!… Û mimkûn e ku li ber pêþa dehlekê, an jî li hevrazekê li ser serê wê bûbe kafirstanî, xapîk û bagerê lê kiribe qiyamet û mîna fêkiyeke sor jibîrkirî mabe di binê berfê de… li hevrazeke xalî yan jî li quntara çiyayek ku wê dixwest deynê malbateke “rezîl” lê bide safîkirin…


rarya-@hotmail.com

  

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Hemû Nivîsên Rifat Arya/ Mesîla Dil

Hûn dikarin li van jî binêrin

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne bikaranîn?

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne...

15 04 2021

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin lidar dikeve

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin...

15 04 2021

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

14 04 2021

Documentarist li benda belgefîlman e

Documentarist li benda belgefîlman e

13 04 2021

Nûçeyên nû

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne bikaranîn?

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne bikaranîn?

15 04 2021

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin lidar dikeve

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin lidar dikeve

15 04 2021

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

14 04 2021

Documentarist li benda belgefîlman e

Documentarist li benda belgefîlman e

13 04 2021

Xelatên ‘Koprude Buluþmalar’ hatin belavkirin

Xelatên ‘Koprude Buluþmalar’ hatin belavkirin

13 04 2021

Nivîsên Nû

Welat Dilken

Rojnamegeriya bê nûçe!

Welat Dilken

Cemîl Andok

Aqilê Xoceyê Xasî

Cemîl Andok

Welat Dilken

Çima ne Amed lê Stenbol?

Welat Dilken

Mîrza Ronî

HENEK

Mîrza Ronî

Kazim Polat

Di rojên pandemiyê de hinek tofan

Kazim Polat

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname