logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Temenek ji bo çand û folklorê xerckir: Ehmed Tekîn
  2. Kurdên Bînboxayê (Memlekê Jêr)
  3. Dosta zimanê kurdî Tove Skutnabb-Kangas mir
  4. Rektorên zanîngehên bajarên kurdan guherîn
  5. Dema hûn vê nûçeyê dixwînin, hûn hinek din dibin feqîr

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Dîrok: 22/05/2023
Berî çendekê, li ser vexwendina “saziyeke civaka sîvîl”, bi boneya “roja zimanê kurdî” ez çûm Colemêrgê. 
Ez destê sibê, ligel sura bayê tezî yê geliyan, gihîştim Colemêrgê. Rojeke xweş a gulanê.. 
Çarsûya Colemêrgê hind e tu nîv saetê pênc caran ji serî heta binî peyase dikî. Heta dikare pêngavên xwe hejmêrî. 
Lê her gav, bi serê xwe çîrokek e. Bi bihosta wê ji te û raboriya te straneke şikestî ji te re dibêje. Wisa jî mexrûr û kovanî ye. 
Tu, li Colemêrgê, berî her tiştî leqayî tîrbûneke jehrewî ya bindestiyê tê. Her der, her kuç û kevir, her dar û devî, wekî ku bi zanîn di çavên te re kin, nexşeyê reş ê dagirkeriyê xwe raberî te dike. Her der tijî al, sembol û “rengên biyanî” ye ku bi sed kotekî li bejna vî bajarê biçûkî şîrîn ê çiyayî dapoşîne. 
Ligel bêhna bayê honik ê wan çiyayên bi heybet, ev dîmen bêhnê li te diçikîne. Tu dixwazî zûzûka karê xwe biqedînî û ji wir birevî. 
Di nav van xeyalan de, malovanê me pêşwaziyeke germ kir. Me sertêşta Colemêrgê tahm kir. Me ji ser dezgehê bazara pincarfiroşan; ewên nik heykelê nav sûkê, ji mamê Bilêcanî û Şîvişkî destikek rêvas kirî. Min bazara kivarkan kir, piştî nîvro dê anîba, lê piştî nîvro, ji ber du “eşîran xwe lêk rakêşabû” dezgeh hate girtin, kivarkên min nehatin. 
Kengî ez diçim Colemêrgê îlakî li ser şerê “eşîran” hel dibim. Xwezî ev meseleyên wiha nemabana. Şerm e. Ev şerma me hemûyan e. Ji qesta nabêjin, “nezanî barê ser baran e.”
Colemêrg, bajarekî kêm derfet e. Xizaniyê konê xwe lê vedaye. Şêniyên bajêr bi nanozik debara xwe dikin. 
Li eniya bajêr nexşeyê xem û keserê ji heft qonaxan dûr ve xuya dike. 
Îja tiştê balkêş, gava tu diçî sûka bajêr, ji nîviya para sûkê “Hukumet Konagî”yek hatiye çêkirin tu dibêjî qey Seraya Împaratoriyekê ye. Heta tu bibêjî bi şatafat, heta tu bêjî bi rewneq.. Gelo mebest jê çi ye?
Xuya ye, ev “qonaxa lewlewte” ji bo hindê ye ku quweta xwe nîşanî xelkê bidin û hêza “dewletlû”, siya “şûrê stûbirî” tim û tim ser patika vî xelkî bihejînin. 
Ev lixwemukirhatina “dagirkerî”yê ye. Ev sembolên wiha, dema ku fransiz û îngilîzan Afrîka û Hindistan dagir kir, di sedsala borî de hebûn.
Diçûn ku derê Qesir û Qonaxeke Nuwaze ya Lewlewte ku nîşana hêza xwe tê de bixin di çavên xelkê re çêdikirin. 
Desthilatek hindî ku li dû hindê be ku “quweta xwe” nîşanî xelkê bide ew ê nikaribe “edalet û desthilata xwe” li dilê wê civakî tesîs bike.
Cihê “quwet” lê hebit, “edalet” lê nîn e. Cihê “edalet” lê nebit “qebûla xelkê” lê nabit. Ev kêl vê derzê venaçînît. Yanî a soxî, ev dezî ne ya vê derziyê ye.
Axir, di bernameyeke xweş de me hinekî derd û kulên xwe gotin. Me kitêbên xwe, ku buhayê wan û destikê rêvasan eynî bû, bo dost û nasan îmze kirin. 
Çend peyase me li ber wê “qesra bi îhtişam” dagerandin û dîsa me ji dûr ve li Kilîlan temaşe kir. Rojekê ez ê miheqeq biçim wê derê… 
Ez pir meraq dikim, çend colemêrgiyan nava wê “Hukumet Konagî”ya têr ‘bi îhtişam’ dîtiye?
Bi çi hest û dilî di pêlekanên wê re derdikevin?
Ha, di dawiya gotina xwe de, divêt bidim zanîn ku “nîşandana hêzê” reftara “tirsê” ye. 
Li welatê me, belkî ji pênc hezar salan ve ye “biyaniyên zordest” tenê şiyane bi rêyên ne asayî bên û di keleh û qesrên parastî de karibin wekî “emanet” lê bimînin.
Wan çu carê, rehên xwe danehêlane vê axê û çiqilek dara wan jî li ser vê erdê şîn nebûye û “şîn” nabîtin jî.    
Lewre li deverekê her ku gîsnê te di şûva erda wê re nekitrê û heta xwîn û xwêdana eniya te li ser zeviya wê av nede, tu nikaribî bibêjî ez ê “strana xwe” li vir qîr bikimê.
Ev ax dilê xwe ji te re venake, tu dê her û her, li pişt wan camekanên tozgirtî yên “Hukumet Konagî”yên bi ihtişam, lê temaşe bikî.    

Hin Nivîsen Nivîskar
Hemû Nivîsen Nivîskar

Baskên ‘edebiyatê’

  • 28 Avr?l 2022

Te dî av piştî ji serokaniya xwe derçû ew ji xwe re coya xwe çêdike û dikişe û diçe digihêje qonaxa xwe. Pê de pê de di her dera tê re dixuşe...

Dinyaya me ya biçûk lê ‘germ’

  • 12 Kew?er 2018

Ka mirov behsa çi bike. Gelek caran delîve li te dibin heçik û li stûyê te dialin. Hew dimîne te bifetisînin. A me bêhnçikiyeke wiha reş û teng e; tengezar...

Di rêyên Colemêrgê de heta bi Gûzereşê

  • 11 Kew?er 2021

Gava ez ber bi geliyê Colemêrgê ve daketim, bendên strana “çûme cihkên serhedan Colemêrg di geliyê kûr de” di korta zimanê min de dikir...

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Nivîsên Nû
news

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Mîrza Ronî
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Tirkiyeyê çend caran êrîşê Rojava kir?

ad

Sempozyûma Ehmedê Xanî amade ye

ad

Berendamê Rihayê Baydemîr, yê Entabê Demîrbaş e

ad

Ewê li Mafên Mirovan binêre!

ad

Şanoya Duhokê li Amedê derdikeve ser dikê

ad

Palin kirin amûra condoman jî!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Temenek ji bo çand û folklorê xerckir: Ehmed Tekîn

  • 06 06 2023
news

Kurdên Bînboxayê (Memlekê Jêr)

  • 07 06 2023
news

Dosta zimanê kurdî Tove Skutnabb-Kangas mir

  • 06 06 2023
news

Rektorên zanîngehên bajarên kurdan guherîn

  • 06 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname