Dema mirov li cîhek rastî yekê tê û silav dide hev, pirsa, tu li ku derê rûdinî, tê pirsîn, jixwe hin taxên aniha, bi qasî bajarê berê mezin in. Piştî taxê jî pirsa li kîjan sîteyê tê kirin û her sîte bi qasî gundek, hinek jî bi qasî nahiyeyek hejmara xaniyan lê hene.
Ez dixwazim behsa hevaleke xwe ya li sîteya me bikim; ji vir bi qasî meh an meh û nîv berê bû. Dema ez ji derve hatim, ji bo bêhnvedanê, qasek li bexçeyê sîteyê rûniştim. Min cixare vêxist. Li meşa kurmoriyê ku li koka darê bûn temaşe bûm, min serê xwe rakir, min hew dî hevala min jî derketiye bexçeyê. Bi dîtina wê re, min destê xwe jê re hêjand. Ez ber bi wê ve çûm. Min ew ramûsa û hal û demê wê pirsî. Lê êdî gula min ne wekî berê bû. Xêliya xemgîniyê bi ser dev û rûyê wê ve hatibû vekirin û hêstirên wê, bi qama wê re, dihatin xwarê! Ew xemgîniya dijwar qet li rûyê wê yê wekî bexçeyê kulîlkan bû nedihat!
Çû şeva erdhêjê û behsa serpêhatiya xwe ya wê şevê kir bê çawa bi israr gotiye, ez dixwazim herim mala xwe. Min dît go, tu dizanî, ez ew roj çûm goristanê, min ji lawê xwe yê mezin re go, te jî mîna min, hingî ji mêvanan û ji hezkiriyên xwe hez dikir tu çûyî, ew ne bes bû, te ew li dû xwe birin!
Nêzî mehek berî erdhêjê, lawê wê yê mezin krîza dil derbas kiribû û çûbû ber rehma Xwedê. Di erdhêjê de jî law, bûk, nevî, zarokên neviyan û merivek wan jî di nav de, heşt hezkiriyên wê miribûn! Mûcîze ew bû kû wê şevê ew hatibû mal û niha bi min re diaxivî!
Got: “Tu yê karibî roja hilbijartinê min jî bibî, ji bo ez raya xwe bidim?”
Û lê zêde kir. “Dizanî, herdû lawê min jî wekî we bûn! Yê mezin hergav digot, ez bîmrim jî bila wesiyeta min li te be, bo xatirê min, gerek tu raya xwe bidî me!" Hinek bêdeng ma. Pê de çû: “Min jê re digot, temam, bila bi ya te be, aniha gerek ez soza xwe bînim cî! “
Min got, li ser ser û herdû çavên xwe ez ê te bibim!
Roja hilbijartinê, dema me taştê dikir, min ji maliyan re got, niha hevala min li benda min e. Diya min got, dibe ku bi malbata xwe re çûbe. Min go, na, wê li benda min be û ez rabûm, çûm.
Dema min li deriyê wan xist, bûka wê derî vekir. Min go, hevala min çi dike. Bi bişirînek nîvçe go, çend roj in zarok û neviyê wê dibêjin, em ê te bibin, lê ew, bi israr, dibêje, ez bi we ne bawer im, wê hevala min were û ez ê bi wê re herim. Ji bo wê ji sibê de şiyar bûye li benda te ye. Bûk çû, deriyê odeya wê vekir. Min deng lê kir: “Delalê, ez hatim, li benda te me.“
Bi nazenîniya bûkek, bi lez û bez, rabû û hat ber derî. Go; tu bi xêr û xweşî hatî. Wekî her wextê bi xeml bû; gerdeniya bi gijnîj gerdana wê dixemiland. Guharê wê û gustîla li tiliya wê bi kevirê rengê pembe û qedîfeyî bû. Pênc deqe destûr xwest. Li vegerê, mantoyê xwe ji dolabê derxist, li xwe kir. Dest avêt şalpê ku bavêje serê xwe, min û bûkê, bi yek dengî go; melhefa xwe bavêje serê xwe, wê çêtir be. Pirsî: Wê ne eyb be? Min go, wê çima eyb be. Tuyê bibî wekî kevokek spî. Berê xwe da min, go, ez dev û pozê xwe jî bigrim? Min go; na!
Go: “Êdî kolera nema ye?”
Wê ji “korona”yê re digot, kolera!
Min go, na êdî ne wekî berê ye. Bi deste min girt. Em ber bi maşînê ve meşiyan!


**
Di beşa duyem a vê nivîsê de, ez ê hewl bidim behsa têkiliya wê û jiyanê bikim, bînim bîra xwe û bîra xwendevanên hêja, wexta jin bikare ji xwe hez bike, çi xweş dikare ji hezkirî, nas û dostên xwe, ji mirovan hez bike! Têkiliya wê û jiyanê wê çiqas rengîn be.