logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin
  2. Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne
  3. Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene
  4. Va ye bernameya FîlmAmedê
  5. Keleha Necimê tê restorekirin

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Û berbang segurî (kulmek siyasî û edebî)

  • Dîrok: 05/05/2023
Seguriya berbeyana sibê, ew dem e ku êdî mirov dikare se û gurgî ji hev kifş bike. Ma bi rastî “se” û “gur” ji hev kifş dibin? Ma ne hemû “se” di esasê nijyara xwe de berî bi çend babikan “gurg” in? Gurg bûne?  
Segurî, ji bo danekî rojê tê gotin ku bi wê re kirasê reştarî yê şevê diçire û hêdî hêdî dinya xwe ji bo hilatina rojeke nû amade dike. 
Segurî, heman wext maneyeke firehtir li xwe girtiye û bi xwe re dengê hêviyeke nû jî tîne. Çimkî piştî ku êdî “se” û “gur” her çendî pisxaletên hev bin jî, divêt em ji bîr nekin ku heçî “se” ye adapteyî jiyana kerî ya mirovan bûye lê heçî “gur” e ew hê jî kovî ye heta ne tenê kovî, pê re dirinde ye û nêçîrvanekî bêbext û djwar e, ji hev bêne kifşê; diyar e ku êdî çavên me ji perdeya tarî ya ji gurgî re pir lêhatî ye bo nêçîrkirinê filitîne û êdî dikare “se” û “gur” ji hev kifş bike. Yanî em êdî hatine wê pêpelingê ku dikarin serwext bibin ka “se” -dostê me- kîjan e û “gur” -neyarê me- kîjan e. 
Lewra “segurî” ew pênava jiyanê ye ku tu êdî biryara berdewamîdana rêkê didî. Tu rêgeha xwe diyar dikî û xwe nedî ber milê “gurgan” û di newala tarî ya pawanê nêçîrkirinê nakevî, wê şîpa bê şûnpê nadî ber xwe. Tu êdî di navbera “se û gurgî” de aqilê însanî hildibijêrî. Ev rêyeke wisa ye tu “segî” didî dû revda guran. Aqilê insên çawan ku ji berbanga segurî hilat êdî di şerê dûvedirêj ê “herdu pisxaletan se û gurgan” de bû şivan û se da ber keriyê pezê xwe da ku wan ji gurgan biparêze.
Şerê se û gurgan heman wextî şerê kedîbûn û kovîmanê ye jî. Gurg, minetê ji nanê serşoriyê, kurtêlên dupêyan nake û bêminetiyê ji xwe re hildibijêre lê heçî seg e, ew kûtexwer e û ji mêj ve “esl û binyada” xwe ji bîr kiriye û “îradeya” xwe xistiye bin nîrê mirovan. Ew li dû nanê xwe ye, lê gurg nanê xwe bi qîl û pencên xwe yên dir bi dest dixe. 
Îja bi vê ez dixwazim çi çîrokê berê ji xwe re paşê ji we re bibêjim?
Ev danê segurî, di berbanga edebiyata me de vê rê dide ber me ku êdî em ji vê newala bin mijketî ya pawana gurgan a nêçîrê derdikevin û êdî dikarin ji hev kifş bikin ka çi û çi li ber me ne. Segurî, tenê awayek “kifşbûnê” ye; kifşbûn ew dîtin e ku êdî tu wê objeyê karî bi çavên xwe, bi zewl û girsî, bi qewarek giştî bibînî. Ev dîtineke gelekî ji serve serve ye û ne temam e. 
Segurî bê sîber e. Qenc sayî nîn e û tu başebaş tê dernaxî bê ka hûrgilî û kitûber çi û çi ne. Tu tenê cesteyê sax dibînî û dizanî ku ev reşetûl ne “se” ye lê “gurg” e an jî berevajiyê wê.
Niha li meydana siyasetê dîmen wa segurî. Li meydana edebiyatê jî reng û tîtal wa segurîn. Lê herdu jî bê sî ne, sayî û zelal nîn in û di mil milê hev re winda dibin. Mij gelek caran ji nişkê ve diavêje serê û di bin zûrezûra guran de dimîne.
Îja dinya li me digêwile û gewezîya spêdê xwe dadixe ser gir û gepez, dol û newalên hiş û zêhna me. Hestên xweş xwe li ber kaniyên dilê me, li ser mêrg û terazinên ruhê me mexel tînin û em xwe tê de payîn dikin. Bawerî bi me re çêdibe ku êdî dinya segurî û dê “hinek tişt” li me biguherin. Ber bi başiyê ve, ber bi xweşiyê ve dê dergehên nû ji me re vebin. 
Em wa segên xwe ji tewlê derdixin, tajiyên xwe diajon pêş û dibêjin “mij nema li ber kepezan” niha dora şevînê ye ber taveheyva kewçêrîn. 
Welhasil, van rojên gulana rengîn, vê heyama ku hest û dilê meriv li berbayeneke nû ya kîşwerê siyasî segurîn û kaniya hêviyan daye der; her roj, li deverekê vî welatî û wê duwêlê yekî ji reng û zimanê me –ji ber stranek bi kurdî gotiye- ji dil û kezeba xwe têt kêrkirin, li pişt hêt û dîwarên nepen, yekî rengesmer û gwînzozanî dibe armanca tîr û hêrişên dirindeyî tê kuştin, tê lêdan, lê sexirandin, tê êşandin, tê tepisandin..
Her roj dengekî dî ji nav rûpelên pirtûkên me têt qurmiçandin, gulek dî ji nav gulzara me têt pêpeskirin. 
Ev beyana sorgewezî “segurî” li me; li me ax li me; heta me “se û gurg” ji hev nasîn êdî hemû “se” li nijyara xwe vegerîyabûn û êdî çu beyan li me nemabûn ku bibe segurî hew ya li ber destê me mayî gurgurî bû heta dêlegurî, çêlegurî, nêregurî..
Zûrezûra guran bi çar milan berz û bilind dibû bi ser çavên reşbelek ên spêdeya gurxenêq; na na spêdeya bi destê gurgî xendiqî.      
-niha em ê dest pê bikin rûmala romaneke nû ji qonaxa “kifşkirinê berpê naskirinê” ve lêkin. 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Şîpa çîrokên wenda

  • 01 Berfanbar 2021

çîrokên waran hene, destanên dûvdirêj ku rîs bi rîs li rshê wê civakê dageryayî.. berê jê re digotin Hekarya; warê Aryenên...

Dinyaya me ya biçûk lê…

  • 07 Sibat 2019

Her diçe dinya biçûk dibe.. na na, dinya her temet xwe ye, belkî sînor berteng dibin, belkî pejanên me radibin, an jî himbiztir dibin, nizanim. Dinya li me tara...

Atiye tu “kî ye?”

  • 09 Rêbendan 2020

Serê pêşîn em kunyeya fîlmî bidin. Ev zincîrefîlm li ser kanala Netflix tê lîstin. Zincîrefîlmî heta niha sezonek li dû xwe hiştiye û 8 xelet...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nivîsên Nû
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
news

MIN GEZKE

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

Macron di Parlemenê de jî bi ser ket

ad

Di sedsaliya Rojî Kurd de nivîskarên kurd axivîn

ad

(Hat nûkirin) Li Tirkiyeyê REWŞA AWARTE hat ragihandin

ad

Berendamê Tekman û Kuşçayê diyar bû

ad

Walîtî afîşên li ser Seyîd Riza qedexe kirin

ad

3 pûanên pêşîn ji bo Fransayê ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin

  • 21 09 2023
news

Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne

  • 21 09 2023
news

Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene

  • 21 09 2023
news

Va ye bernameya FîlmAmedê

  • 21 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname