Di berbanga sibeheke sarde, li kolanên xerîbiyê digerim û rêya xwe li ber keraxa gola Genêve dixim û melûl melûl, giran giran dimeşim. Destên min di berîkên min de û bi hezar nêrînên melûl li derdora dinêrim û dimeşim. Bayekî hênik xwe ji guliyên çiyayên pêşber berdidin û rûyê min diramûsin. Ava golê wekî ku li min binêre car caran, pêl bi pêl bilind dibe, paş û pêş direqise. Tîrojên rojê rûyê avê dialêse û peşkên tîrêjên rojê li çavên min jî diteyîsînin. Bi sermestiyeke wekî şeraba di şûşeyekî teng de giran giran xwe li keraxa golê dileqînim û dimeşim.
Bi wê meşa giran re çavên min li kulîlkeke ku serê xwe nûka ji nav axê bilind kirî ket û veciniqîm. Veciniqîm û min li dora xwe dinêrî, gelo kesek min dibîne an na? Matmayî li cihê xwe rawestiyam, min nedixwest li kulîlkê binêrim, bo ku kulîlk dikeniya!!! Careke din min awirên xwe li dora kulîlkê gerandin û li kulîlkê nêrî, lê rast bû, kulîlk bi min re dikene..!
Çavên min kenê kulîlkê li ramanên min bar dikir û ya ku min didît kulîlkeke dikene bû. Lê ez ne Feqiyê Teyran bûm ku bikaribim bi kulîlkê re biaxivim û sedema kenê kulîlkê bizanim. Ew dikene û ez lê dinêrim. Kenê wê kenekî cuda bû, kenekî nerm, melûl û bêdeng bû. Di wê kêliyê de min dixwest hawara xwe bigihînim Feqiyê Teyran da ku kulîlkê li min bide naskirin û sedema kenê wê bizanim. Gelo kulîlk li tenêtiya min dikenî! Anjî kulîlkê dizanî ez penaberim û li xerîbiya min dikene. Gelo dibe kulîlkê xemên li ser dilê min dîtibin û ev kenê wê giriyê bo xemên min be. Bi van fikarên matmayî çavên min li ser pelên kulîlkê bû. Kulîlk bi rengê kesk, sor û xemrî bû, kulîlkeke têr pel û bejin zirav bû. Bo ku serê xwe nû ji nav axê bilind kiribû hêj xweliya axê li ser pelên wê mabûn.
Piştî demeke sermestî li pêşber kulîlkê rûniştim û bi kulîlkê re peyîvim. Lê min ne dizanî kulîlk min dibihîze an na, hema ji wê re diaxivîm. Dibû ku Feqiyê Teyran axaftina min ji wê re werdigerand, lê bo ku bizanim wekî ku ji xwe re biaxivim bi kulîlkê re dipeyîvîm. Kulîlk ew qas memûl melûl li min dinêrî min ji nêrînê kulîlkê şerm dikir û car caran min çavên xwe ji ser kulîlkê radikir. Te digot qey kulîlk ev sed sal in hevala, sebra min dihat û wekî du evîndarên ji hev têrnebûyî min û kulîlkê li hev dinêrî. Dema kulîlk dikenî, li ser dilê min xûnaveke wekî xunava li ser pelên payîzî belav dibû û dilê min hînik dibû.
Di wan kêliyên ez û kulîlk li ba hev bûn dem rawestiya bû, an jî dem ji bo min û kulîlkê tune bû! Wekî ava çemekî bêdeng ez û kulîlk di nav demê de diherikîn. Di wê dîwana min û kulîlkên de min çavên xwe girtin û giyanê xwe radestî kenê kulîlkê kir! Kenê kulîlkê dibû helbesta dilê min û min li kenê kulîlkê guhdar dikir. Wekî ku tu dîwana helbestvanên evînê li hev bi civînê û ji helbestên wan şûşeyek şerab çêbikî û di nav baxê gul û kulîlkên de bi dergistiya xwe re dilop dilop wê şerabê vexwî û terka hemû baweriya bikî, sermest dibûm û li ser giyanê kulîlkê min sonda yezdanê kulîlka dixwend: “Bi serê yezdanê kulîlkan ez sond dixwim êdî ez şagirtê zimanê kenê kulîlkên me, ez ê bi zimanê kulîlkê bibim helbestvanê dilê xerîbiyê û li ser axê tovê azadiya hemû zimanan bireşînim...”