logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Temenek ji bo çand û folklorê xerckir: Ehmed Tekîn
  2. Kurdên Bînboxayê (Memlekê Jêr)
  3. Dosta zimanê kurdî Tove Skutnabb-Kangas mir
  4. Rektorên zanîngehên bajarên kurdan guherîn
  5. Dema hûn vê nûçeyê dixwînin, hûn hinek din dibin feqîr

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd

  • Dîrok: 24/03/2023
“Li gor Freûd, dabeşeke ezitî-xwebûnê ne teqez be jî divê hinekî derhişîn e, heta dibêje piraniya wê derhişî ye, yanî ne wekî berîhişîn diziye. Hiş, di mirov de hêla rûzemînê temsîl dike. Yanê tiştên ku ji derveyîn tên xwe li pergala ewil digire ev cih e.
Têgihîştin ji bo Ezitiyê an jî xwebûnê rolên di xweajoyên Îdê de dilîzin temsîl dike, lê xwebûn berevajî îdê, êqil û aqilê selîm temsil dike. Xwe-bûn jî xwestekên Îdê, wekî xwestek û daxwazên xwe dixin pratîkê.” (1) Em têdigihên mirov di hundirê xwe de kaotîk e, nakokî û paradoksal in, loma dixuye xwe-bûneke xwerû ya mirov tuneye. Nexwe meriv dibêje qey xwerûbûn ne pêkan e, ji ber ku mirov ji terefê Îd, Ego, Super-ego an jî têgihîştin, hiş, berîhişîn, binhişîn û derhişin ve tê rêvebirin. Ango mirov ewil çawa têdigihîje, çawa wateyê dide têgihîştinên xwe girîng in. Têgih û têgihîştin bo destpêka psîkoanalîzmê muhîm e. Çimkî mirov li gor vê têgihîştinê tevdilive. Esas di psîkoanalîzmê de hemû têgih û lêvên mirov girîng in. “Bi awayekî psîkoanalîtîk xwe-bûn ne pêkan e, dê her kêm be.” Çimkî di bin konê Îd, ego û superegoyê de xwe-bûn-Ezîtî mezin dibe. Xwe-bûn tim tê rûxandin, tim têk diçe, xwebûn xwedî pirnasnameyî û pirkesayetî ye. Sedemeke wê jê yek haz e(Îd) û xweajoyên hazê ne. Xwebûn paradoks e, komplîke û ne xwerû ye, bi awayekî bêjeyî xwerû dixuye, lê naaa! Ne xwerû ye. Haz, xwerûbûna wê dirûxîne nahêle xwerû bimîne, erosa xwebûnê lîbîdo dirûxîne. Çimkî xwe-bûn di bin dîwarên Îd û superegoyê de avahiya xwe dibilindîne, xwebûn ji gelek hêlan ve radikişe, ji ber ku radikişe nahêle xwe-bûn wekî xwe bimîne. Dema pitikên tên dinyê xwerû ne, xwe ne, paşê bi destên me û li gor fikr û ramanên me dîwarê xwe-bûna avahiya wan tê qorkirin. Helbet li gor teoriya Lacan a bi navê” Teoriya Neynikê” jî zarok li diçin li dijber neynikê li xwe temaşe dikin, li dijber neynikê tevgerên cihêrengîn pêk tînin û xwe dişopînin, xwe dinasin, kesayeta xwe ya dirûvîn dinasin û guherînên li ser bedena xwe temaşe dikin. Helbet tevgerên zarokan ên wê serdemê tevgerên dînîtiyê ye, çimkî wekî xwe tev dilivin. Loma destpêka dînîtiyê a ewil di zarokatiyê de ava dibe. Çawa ku di felsefeya Platon a “Teoriya Sî" yê de mirov xwe dinasin, li xwe hay dibin, û bi dînîtiya xwe dihesin ango li dijber siyê tevgerên dînîtiyê pêk tîne welew bi awayekî felsefîk bi dîtirbûnê dihesin û çav hebûna xwe dikevin, bi a-sîmetriya xwe re rû bi dimînin. Ji bo zarokan jî xwenasîn, tirs, lixwehayêbûn, hebûn û dînîtî li hember neynikê pêk tên,yanê alegoriya “Teoriya Neynikê” û a "Sî"yê xwebûnê û li xwehayêbûnê temsîl dike. Helbet rastiyê jî nîşan dide. Di felsefeya “Teoriya Sî” yê de dema mirov li çav siya xwe dikevin ditirsin ewil, paşê dinêrin tevgerên siyê û yên wan yek in, bi vî awayî xwe dinasin, li xwe hay dibin. Loma felsefeya “Teoriya Sî yê û a Naynikê” felsefeya xwenasîn û lixwehaybûyînê ye, dişibin hevdu hinekî, bi ya min ev destpêka dînîtiyê ye dişibe destpêka dînîtiya zarokan a li ber neynikê û dikarim bibêjim ev  beşek e, “Teoriya Dînîtiyê” ye. Dînîtî jî xwebûn e, dînîtî destpêka ewil a entelektuelbûn û xwe-bûna resen û xwerûbûnê ye.. Yanê ji “xwe” yê bi ber xwe-bûnê ve diçin, an jî ji “Ez”ê ber bi “Ezîtiyê" ve diçin, yanê her ku bi pêş ve diçin kesayet ava dibin, lê kesayetên nexwerû, ji xwebûnê dûr ava dibin. Çimkî ji pitikbûnê heta serdemekê Xwe-Ez heye û xwebûn-Ezîtî ava dibe. Piştî wê serdemê şûde xwebûna mirov dirûx e.
“Jung dibêje; Egoya bi hişmendî têkiliya wê bi du dinyayan ve girêdayî ye. Ji van dinya yek jê dinyaya derveyîn e an jî dinya berfirehîn e, a ku ji me dûr e, ya din jî ya hundirîn e an jî dinya objektîf ya psîşîk e. Li deredora egoyê ve girêdayî pirkesayetên cihê kombûn in. Ji nav van pirkesayatan Persona, Sî, Anîma an jî Anîmûs, Arketîpên û xwebûnî (self-selbest) ne. Persona: Li hember derveyîn maskeya mesafeya civakî ye.  Di şanoya Antîk de bo karakteran ji hev veqetînin bikartînin.
Sî: kesayetên ku li dijber derveyîn û heta li hember xwe jî tiştên ji xwe jî tên veşartin, yanê kes-şexsê ku tiştên ji xwe jî vedişêre ango xwe dixapîne. Li gor Freûd ev der-hayjêhebûnî ye. Li gor Jung Persona û Sî bêtir hêla mirov ya derveyîn xuya dike.
Anima; Mêrên di heyata rastîn de kurtbûna lêgerînên jinên îdeal e. Animus jî bo jinan derbasdar e.”(2) Dema em li van pênaseyan û têgihan dinêrin em têdigihîjin xwe-bûn dijwar e. Hem ji hêla psîşîk û hem jî ji hêla derveyîn dijwar dixuye. Jixwe em dizanin tiştên bi psîşîzmê ve girêdayî be, heman demê têkiliya wê bi haz(îdê) ve jî girêdayî ye. Di psîkoanalîzmê de têgiha hazê û xwe-bûnê(Ez'ê) gelekî girîng in. Wekî em dizanin palpişta behlîfa hazê têgiha ÎD'ê ye, yanê bingeha xwe li ser esasê Îdê avakiriye. Em dizanin hêla mirov a heywanî ye, heke neyê qontrolkirin dê her tiştî birûxîne. Loma di psîkoanalîzmê de têgehên xwebûnê û Îdê gelekî girîng in. Di mirov de Xwebûn(ego-Ben) hêla pîvan û mêzînkirinê ye, êqil diteyisîn e. Lê belê a ku vê pîvan û mêzînê dirûxîne dîsa Îd e. Şerê navbera Super-ego û Îdê em giş dizanin bingeha wan haz in, lê ya ku wekî dadgerekî dikeve navbera herdu têgihan parêzer û dadgêriyê dike ego(Xwe-bûn) ye. Mijara me piranî li ser têgiha Xwebûn û Îdê ye. Avahiya qorkirina dîwarê xwebûnê bi demê û serdeman ava dibe, helbet dema di avabûna kirdebûna xwebûnê de rê û rêçikên asê dê her dem hebe, di zarokatiyê de dema xwebûna kirdeyî li xwe hayê dibe, a wê çaxê têgiha îdê(Hazê) dikeve dewrê, helbet li dijber hazê ego astengek e, ji ber vê astengbûnê zarok dikevin bin tesîra derûniya têkçûyînê û bi awayekî ruhî jî dikeve atmosfereke derûnî a ku ew ê bibêje ez ji tiştekî re nabim, bi kêrî tiştekî nayêm hwd...
“Li gor Freûd Psîkoanalîzm hunera şîrovekirinê ye. Lê belê êdî huner, li hember berxwedana nexweşiyên psîkoanalîst, bi lez û bez dixwazin vê berxwedanê jî ji holê rakin, armanca hunerê bo nexweşiyên psîkoanalîst, berxwedana nexweşan berbiçavî wan bikin da ku dev ji hêza xwe ya berxwedanî berdin, da ku bi mirovên din re têkevin têkiliyê...  Armanc di vir de nediyariya navbera xwebûna hevgirtî û a ku hatiye binhişkirin ji holêrakirin e.”(3) Helbet dendikê ango qinê xwebûnê derhişî ye. Wekî em dizanin bingeha derhişiyê xwe dispêre xewnan, bilêvkirinên bêhemdî, gotinên bêhemdî yên ku ji nişka ve tên ser zimên asê dibin. Jixwe rastî jî di vir de veşartiye, a ku ji nişka ve dertê ser zimên, bingeha wê xwe digihêjîne hazê(îd) û derhişîna tarîxî, çimkî daxwazên û xwestekên hatine sînorkirin bi vî awayî xwe didin der, em jê re dibêjin heqîqet û rastî. Lacan dibêje a ku hatiye dagirtin divê vala bibe, yanê di kirdeyê de valahîne, qelîştekin hene, di van valahî û qelîştekan de xwe didin der, Lacan ji van valahî û derz û qelîştekan re dibêje Derhîşîn yanê bingeha derhişînê em dibînin bi çi awayî be jî bi şiklekî xwe dide der, heçî tiştên tên sînorkirin talî xwe didin der, îcar bi salan dema tişt bên sînorkirin an jî dewisandin dê bibe sedemê xwekêmdîyînê, helbet psîkoanalîzm jî ji malzarokê dest pê dike heta kamilbûna zarokan, heta berî malzarokê jî girîng e, dema du kes ango jin û mêrek bi hevdu re şa dibin, kêliya ku pev re şa dibin, bi kîjan derûniyê hev şa dibin, di kîjan fikaran de şa dibin, di çi şertî de, di rewşek çawa de dijîn û piştî hevşabûnê, zarokê bê dinyê giş girîng in. Helbet bo edebiyatê, felsefê û bo jiyanê ew kêliyên hevşavbûnê pir krîtîk in. Di hemû qadên jiyanê de roleke girîng digire. Mînak du kes bi dil hevdu re şa bibin, an jî yek bi dil û yê din bêdil şa bibin, piştî vê hevşabûnê de zarokên bê dinyê em bêjin bi edebiyatê û qadên teoriyê diştixilin, gelo kîjan dê serketî be, yanê bi rastî rotaya kesan û takesan di psîkoanalîzmê de girîng e. Rexne, teorî, wêje û felsefe hwd ji kîjan destan derketine girîng in. Loma Îd, ego û superegoya kesan muhîm in di qada heyatê de... Îro Salvador Dalî, Van Gogh, Nietsczhe, Cioren, Leonardo Da Vincî û hwd vana giş ne tesaduf in, di jiyana van kesan de tiştên krîtîk hene ku hatine di vê radeyê de derketinin. Loma serdemên zarokatiyê girîng in.
“Di jiyana zayendî ya zarokatiyê de dema zarok zû kamil dibin, xwestek û daxwazên wan yên li hember rastiyê di dika gihiştinê de têk diçin, di vê dika gihiştinê de bi êş û fediyên kûr diqede. Loma wendabûyîna hezkirinê û têkçûyînên hestên xwebûyîna narsîstîk di zarokan de  birînên kûr yên mayînde çêdike. Ev jî dibe sedemeke “Hesta xwekêmdîyînê” Yanê piştî astenkirina hin tevgerên zayendî yên zarokan dê pêş de bibe sedemên nerazîbûnê, êdî zarok dê bibêjin ez ji tiştekî re nabim, bi kêrî tiştekî nayêm, nikarim bi serkevim. Li dijitî cînsê xwe têkiliya hezkirinê, xewnên şikestî û êdî li hember êşên hazan (netêrkirinên hazan) dê rûbirû bimîne.”(4) Vana giş dibin sedemên xwekêmdiyînê loma dê hesta hezkirinê li cem zarokên wiha bar bikin. Helbet tiştên ku em behs dikin bi zemên re eleqedar e, bi heyaman ve eleqedar in bi carekê ve çênabin. Dema bûyerên wiha pêk were, helbet derhişî û binhişiya wan zarokan tijî dibe, bi demê re, ji vê rewşê re em dibêjin derhişiya tarîxî... “Şêwaza pêdiviya fikrên zemên û uzamê a feylesof Kant îro bi awayekî psîkoanalîst tê şîrovekirin. Di hundirê xwe de pêvajoya derhişîn de em têgihiştin “ Bê Zemanbûn" e.(5)” Yanê bi zemên re ti tişt bo wan naguherin, em nikarin zemên li ser wan biceribînin. Yanê kesên têkçûn di wext û serdema xwe de êdî zeman jî dê nikaribe vê rastiyê ji holê rake, çimkî di dema xwe ya krîtîk de derba xwe xwariye, tenê belkî dewsa derbê bê dermankirin lê birîn dê her birîn be....Di kesên derbxwarî de têgehên psîkoanalîtîk têde tijî ne, Kesên derbxwarî de narsîzm, sadîzm, androjenî, şîzoîdî, pirnasnameyîn û pirkesayetîn mewcût in. Jixwe her mirovî de narsîzm, sadîzm, androjenî, şîzoîdî, pirkesayetîn û pirnasnamebûn mewcût in. Tenê yên derbxwarî de hîn zêdetir in. Kesê-n wiha cihê ne, ji civakê cûda ne, taybet in û xweser in. Mirov çima xwedî pir nasname ne, ji ber ego(Ez, Xwe-bûn,), Îd(Haz) û Superego(Ehleqê) ye. Mirov ji ber van têgihan şerê wan yên şexsî her daîm didom in. Kîjan hêla mirov xurt be, desthilatdariya wan dikeve bin hukmê wê têgihê, lê belê kîjan hukumdariyê bike jî talî bingeha hukumdariyê haz e. Aqilbikaranîn jî haz e, hazbikaranîn jî haz e. Helbet haz tenê ne zayendî ye, haz heman demê metapsîkolojîk e jî(aborî+topokrafîk+dînamîk), her wiha haza xwarin û vexwarinê, haza aboriyê, haza desthilatdariyê, haza eşqê, haza civakî, haza xwezayê û hwd çimkî di bingeha hazê de kêfxweşî û çoşî heye, zewq heye, azwerîn û arezû heye, otorîte heye, loma haz di hundirê xwebûnê de têgiheke girîng e. 
Sûdwergirtin:
2)Dîroka Psîkîyatrî, Alî Babaoğlu, Okyanus
1,3,4, 5) Haz Îlkesinin Otesinde, Freûd, Metis

Hin Nivîsen Nivîskar
Hemû Nivîsen Nivîskar

Qutiya Dilê Berken Bereh

  • 08 P??per 2019

Ji bo Heskîfê…Her helbestvanek, ez bawer im xweserbûnek û taybetmendiyeke wan heye, her helbestvanek notayeke wan a xweser heye ango notaya her helbestvanî cuda û taybet e. Çawa...

MIJDAREKE BIMIJ

  • 27 Sermawez 2020

“Li gor Miail M.Bahtin di şêwazê an jî di vegotinan de gelek cure hene, mînak in: vegotina pirtûkê, vegotina populer, vegotina rojnamegerî, vegotina fermî, vegotina rojane...

BERXWEDANEKE DERÛNÎ

  • 17 Avr?l 2020

Berî her tiştî di romanekê de a herî girîng şêwaz û hûnandina mijarê ye. Bawer im ji bo hemû berheman derbasdar in. Di romana nivîskar Mervan Serhildan de a bi...

Çorê ARDA kî ye?

ÇORÊ ARDA KÎ YE?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Nivîsên Nû
news

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Mîrza Ronî
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ç.Rizespor û K.Erciyesspor hatin, Mêrsîn çû

ad

31 mirin, 351 birîndar, 1024 binçavkirin

ad

Bi wêneyan 1 Gulana 2011'an a li Taksîmê

ad

Nîşana Legion D’Honneur dan Eczacibaşi û Taner

ad

Lou Ottens li dû xwe dîroka kasetan hişt û çû

ad

Li ser sînor li dijî 'Komara Darvekirinê ya Îranê' çalakiya hişyariyê!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Temenek ji bo çand û folklorê xerckir: Ehmed Tekîn

  • 06 06 2023
news

Kurdên Bînboxayê (Memlekê Jêr)

  • 07 06 2023
news

Dosta zimanê kurdî Tove Skutnabb-Kangas mir

  • 06 06 2023
news

Rektorên zanîngehên bajarên kurdan guherîn

  • 06 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname