dem heye mirov bê havil
dinya xewle, bajar kavil
insan sar, xwerist sil
çûçik mit, robar bê dil
dem heye, dewran jê hil
dem di tasika umrî de kefizî, dem di ava heyatê de ‘dem’ negirtî.
em di demeke wiha re derketin, xwezî di paxila me de çilmisîn. hêviyan da dû refên qaz û qulingan, bi diyarên xerîb ketin û çûn. em mane ser kavilên sar. xaniyê me bi ser ser û guhên me de hate xwar.
me hewara xwe gihand peyvan wan jî pêlavên me danîn beker derî, kumê me da destê me û ji me re nebûn pal û penah.
em di xewlê de li dû sîtavkan hêwirîn. dem, şûrekî dudevî ser patika me, dem sûreke xilxilî li ber pala me. em di bin hizrên xwe de man. hestên me bûn lêmişt û li me rabûn. em di ber xweziyên xwe ketin, û av û av çûn di robarê de demê de.
dem bû xezeba kuliyan û ket zeviya me. bû qimil û dada dexl û danê me. bû zîwan nav nanê me. bû liba xîza spî nav birincê me. bû şûjik û ket ber didanê me, bû kilçik û kete çavê me.
dem bê havil hate me. dem ne adil êwirî ber mala me. dem bê dil hilat ser beyana me.
mala me zelzelê lêxist, me xwe avêt bin kon û xîvetan. konê me li ber lehiyê çû. em li ber stêrkan ketin û me şeva xwe bi ewrên baranî stare kir.
erda me em ji ser pişta xwe avêtin der. esmanê me bi ser me de hat xwarê.
dema me û dema feleka me qet û qet nehatin ber hev.
heta newrozê li derî da.
me ev hemû bedî û beşiya ‘reş’ li hev kom kir û berda nav agirê newrozê.
dem li newrozê gihîşt ber derazinga me.
niha me û dem, li ser kul û keserên xwe strana herî dirêj a sedsalekê dilorînin.
-binve necar, binve wekî her car
Xwedê yek e delîl hezar-
***
Ji bo guhdarîkirinê: