Ev bû sî sal, bi zimanê xwe dinivîsînim, bi zimanê xwe pirsan saz dikim, bi zimanê xwe li bersivan digerim, bi xwendinê bifikirim, bibînim, rihê xwe zengîntir bikim, bi detay û askorên nivîsê, bi bîr dixim!
Ya rast “temenê” xwendevaniyê ji ê nivîskariyê bimehnetir û xweştir e; bo min ew ji temenê nivîskariyê kevntir û kûrtir e.
Di lîseyê de, min romaneke Anatole France xwend. Min wê wextê ferq kir ku dinyaya min dinyaya edebiyatê ye! Êdî min bi xerclixa xwe çiqas derfet bidîta rojname û kovarên edebiyatê dikirîn.
Xwendin her berdewam bû. Di sala 1993'yan de li Mêrdînê nivîskariyê dest pê kir. Di jiyanê de jiyam û min dît bindestî çî ye, di xwendina xwe de hînî sebebên bindestiyê bûm. Di nivîskariyê de min hewl da çareseriyên zimanê min ê zikmakî û çareseriyên edebîyatê bi bîra xwendevanên xwe bixim. Di romanên xwe de bi bîr bixim bê îhmalên piçûk, bêhezkirin dibe sebebê çi êş û trajediyan!
Sî sal bi ser destpêkê ket. Peywendê ji bo sî saliya nivîskariya min qerar girt wê hemî berhemên min biweşîne. Bo min û xwendevanên min bû ciyê kêfxweşîyê.
Di sî salan de min dît, bi gotinekê bêjim; sebebê têkçûyînên me û serkeftinên me ‘hezkirin e’. Yek ji sebebê zindîmayîna kurdî jî hezkirin e! Wexta me ji hev hez nedikir em dibûn dijminê hev, me cîranê xwe ji ber sebebê bi pênc qiruşan dikuşt, em tenê diman, bi pey hezkirinê diketin! Sebebê serkeftinên me hezkirin bû ku ew hezkirin bi îfadeyên xwişk, dayik, jinan bi şikil dibû. Ziman bi wan îfadeyan di hişê me de şikil digirt.
Dengbêjiyê, folklorê dil û mejiyê me her bi hezkirin dikir lewre nedihişt bindestî û şertên wê bibin sebebê wêraniyê bêtartir! Zimanê me ji ber ku ‘zimanê dil’ bû, zimanê hezkirin û îfadeyên xurt bû têknediçû!
Di nivîskariyê de, hezkirinê ez her bi meş kirim; hezkirina ji kurdî, ji edebîyatê, ji heyatê û ji mirovên delal!
Diyarname xwe nû dike. Wê quncikê min aktîf bikin. Heya ji destê min were ez ê nivîsan bişînim ji Diyarnameyê re. Wê nivîsên min kurdî, edebiyatê, hezkirinê, detayên jiyanê bi bîr bixin! Ez ê xwe li ‘kevirên mezin’ li gotinên mezin ên teng û derî edebiyatê negirim çimkî ‘bela kevirên mezin ne lêxistin e! Her kevir di ciyê xwe de giran e, her gul li warê xwe bi bêhn e! Her teyr jî bi refê xwe re ye! Refê me kurdî ye, edebiyat e û helbet însan e, sêwirîn e, heyat e…
Bo Diyarnameyê temenek xweş û berdewam hêvî dikim. Sipasiya Peywendê dikim. Peywendê mîsyona xwe li ser kurdî ava kiriye. Li xizmetên kurdî xwedî derdikeve ku qerara derheq weşandina hemî berhemên min de jî yek ji wê hewlê bû. Gava ku Peywendê avêt di nivîskariya min de xwedî mehneyek kûr e; di heman demê de jî ew gav dibe sebeb barê min, berpirsiyariyên min zêdetir bibe. Ez ê bi coş, bi kelecanî û bi hewes li ser rêya romanûsiyê bimeşim! Welatê me çar parçe ye. Ew birînek e. Zimanê me wekî welatek bi dehan parçeyan e, ew hal qasî arîşe be jê bêhtir avantaj e, mîna baxçeyek rengîn e ku bi halê xwe ê wesle wesleyî derfetên zengîn pêşkêşî me dike.
Ji bo xwendevanên hêja, merheba, dibêjim, em ê bi hev re bin; bi kurdî, bi bîra hev bixin! Kurdî welatê min e, welatê min kurdî ye!