dê çîroka me ya zelzelê bi kîjan hevokê dest pê bikira?
wê salê, zivistan “reş” çile û kanûn “beş” çûbûn. erdê qerisî bi hesreta çilkek baranê, lepek berfê “xwîn” digirî..
heta cih bi cih milet çûbû “nimêja berf û baranê” û wê êvara reş û bed, ewran xwe li hev civand û her der “spî” kir.
cotyarên ketibûn xema deramet û berê salê bi hatina berfê “şa” bûbûn.
wê êvara befir barî, dadê û babo ji welatê Serhedê hatibûn Diyarbekira xopan û mêvanên me bûn.
şev nîv şevê bi girîna mîro em ji xewê hişyar bûbûn. kurikî di xewna xwe de reşe dîtibûn û ji nav nivînên xwe pekiyabû.
heta em tev lê kom bûn, tu dibêjî qey bi hewara Mîro re erdê jî hewar kiribû û xanî bi carekê de mi dî hat û çû, bû çik çika kêranan, tik dika derî û pencereyan, zing zing amen û dolaban.. erê, serê pêşîn, kêlîka ewil tu xafil dibî, ji xwe re dibêjî “tişt nabe dê niha bisekine” lê mîratê ev zelzele nedisekinî, te digot qet her saniye bûye salek, dihejiya û hey dihejiya.. her pêdetir lerizîna wê zêdetir dibû.
me di navbera nivînan de çeperê xwe vedabû. axir, em neçar bûn li bendê bin heta erdhej bisekine, çimkî em li qata herî jorî bûn. asansorê bo revyanê dest nedida, ku me xwe biavête ser pêpelingan em teyr bûna jî şansê me tune bû, ji du-sê, gelek gelek çar qatan bi jêrtir dakevin. bi vî lewnî heke sax bifilitiyana jî dê ji nêrdewanan de werbûna xwar.
lew em sekinîbûn heta “melekê mewtê” bêhna xwe vede.
bi lez û bez, çi ket ber me di ser xwe kir, bi bayê bezê me xwe avêt kolanan. lez û bez, tirs û qerebalixa mirovan.. heke gotin lê be, mirov dikare bibêje oxirmeke welê hebû “dê weledê xwe diavêt”.
gelo me dê şukir bikira ku vê carê em ji lûleya tifingê filitîbûn û “zuha” ji karesatê xilas bûbûn. her li bajarê me, her nêzî me, wê gavê, wê kêlîkê, bi sedan kes, îjar li herêma me, li bajarên cîranê bajarê me; mala xelkê bi ser serê wan de hilweşiyabû û bi deh hezaran kes; di xewa xwe ya şîrîn de hatibûn xezeba vê zelezela giran.. canê şîrîn, xewa giran a yekcarî di bin kêran û stûn û qolonên giran de dinaliya.. hewar û gazî dereng hat.
erê “nimêja berfê” befireke reş û pir giran anî. zevî bi tovê sor çandin.
ji erdhejê hewara gundiyên semsûrî di bîra me de mabû:
“tu kes bi îmdana me nehat”
“sê rojan nalîn û hewarên merivên me ji bin kavilan dihate guhên me”
“em li ber berf û barovê man.”
“tenê ji bajarên doxiyê; ji Amedê, Mêrdînê, Cizîrê, Geverê hatin hewara me lê îmkanên wan jî pir berteng bûn.”
“gî merivên me çûn, seba em kurmanc bûn”
çi biçûk çi mezin, li Bakur, li Rojava kurd di vê oxirma giran de, li hewara hev rabûn. tarîxê ev nîşe li binê vê roja reş danî. kurd li ser kavilên xwe, bi halê xwe girîn, bi êşa hevdu bezîn, destê xwe dan hev lê şiyanên wan hind nebûn ku birîna xwe bipêçin.
em hemû pêkve hejiyan wê şevê, berbeyana sibê, saet 3.17, nêzî berbangê.. em hemû pêkve lerizîn û dil û cergên me hemûyan pêkve derizîn.
erdhej ne tenê erdê dihejîne, ew rih û giyanê mirov jî dilerizîne. zelzele, sehm e. pir zêde bi sehm e û ku bi warê ket jî sehma wê zû bi zû ji wî warî dernaçe.
di her qelşa dîwêr de, di her velerzîna lempe û fanûsê de tu wê hîs dikî.
me wê şevê, çavên mirinê yên sor dîtin. hin ji bi qîjîn hestên xwe dan der, hin jî req û hişk bûn di cihê xwe de remidîn.. lê ya rast ew e ku kutekupa dilê me hemûyan wê berbeyana bi befir û seqemî 3.17 caran, bi 7.7 velerizî, dalerizî, balerizî û û hey dilerize jî.
bi qewlê dayika xwe, “bila xwedê erdhejên wiha careke din nede tu derê ku mirovan kûçikê xwe lê hil kiriye, bila Xwedê bide çolan, bide binê behrên dûr û dûrizgehan.”
bi qewlê mereşî, entabî, semsûrî û meletî efrîniyan: bi vê zelzelê em gî ji dil û kezeba xwe ve hilşikiyan.
serê me û miletê me gî xaş be, Xwedê afatên mezintir nede. Xwedê demodest şîfa û silametiyê bide birîndaran.. derbider, lêqewimî û mexdûran jî kê çi ji destî bêt, evro roja hewarê ye, roja desthevgirtinê ye, roja xudanderketina li hevdu ye.
“malan bar kir lê lê koç bi rê ket way way!”