Wêneyê Goristana Welatekî
Hin nivîskar hene di helbestên xwe de piranî takesiyê dinivîsin, hin nivîskar hene tevnesaziya civaka xwe dihonin, hin nivîskar hene bi tevnesaziyeke cîhanî dinivîsin û hin nivîskar jî hene hemû celeban di xwe de dihebîne, helbet ev tercih þêwaza nivîskaran jî hinekî diyar dike. Helbestên Ferzan Þêr jî bi qasî takesî ne, ew qasî jî gelemperî ne. Yanê nivîskar xîtabî herkesî kiriye, lê belê em dikarin bibêjin bêtir xîtabî civak û gelê xwe kiriye. Helbestên nivîskar neynika gel e, nivîskar êþa bindestan, zilm û xwînmijiya desthilatdaran kiriye mijara xwe, nivîskar hem êþa gelê xwe û hem jî a miletê din ji xwe re kiriye xem loma nivîskar þêwaza cîhanî jî bikaraniye. Mijar takekesî, mêtingehî, xwînmijî û desthilatdarî ye. Em dikarin bibêjin nivîskar di berhema xwe ya bi navê “Otobsiya Berbejnekê” de, otobsiya civaka bindest, otobsiya yên din û otobsiya birakujiyê berbiçav kiriye. Helbet wekî me go nivîskar behsa otobsiya bindestiya hin miletên din jî kiribû, mînak:
Destana Keça Afgan
Hatina te ya vê dinyayê
Û jana dayika te ya di tenêtiya çar dîwaran de
Straneke xemgîn bû.
Navê stranê jî heramî bû.
Yanî pîç...
Bavê te bêyî destûra Xwedê
Destmêja xwe di zikê dêya te de betal kiribû.
Tu ji hezkirineke qedexe
Ji stêrkên ko bi ruh û can bûyî.
Çarenûsa te ya herrimî
Bi xwekujtina dêya te dest pê kir.
Helbet min helbest giþ di vir de nenivîsandiye, min çend riste wergirt da ku mebesta helbestê vebêjim. Di vê helbestê de jineke Afgan tê tecawizkirin û paþê qîzeke wê çêdibe, qîza wê jî bextekî dijwar dijî, qîza wê dibe qesasê mêrê xwe û zarokên xwe ji bindestiya mêrê xwe rizgar dike. Paþê jî bi hezaran kes behsa çîroka wê jina serleheng dikin. Çimkî mêrê xwe bi bêreke ko dikuje. Lê dêya wê cikîtenê hatibû veþartin ango bêxwedî hatibû binaxkirin, lê ya qîza wê bi girseyeke pir qelebalix hatibû veþartin. Qîza wê bo felata zarokên xwe, bi darvekirina xwe berdêla wê dide, belê bextê qîza wê jî darvekirinbû, lê zarokên wê azad dibin li gor helbestê. Asas ev ne helbest e, çîrok e, çîroka têkçûna mêr e, têkçûna pergala afganan e, têkçûna rejîmên û pergalên paþverû ne. Çimkî behsa çîrokeke trajîk têkirin, nivîskar-vebêj vê çîrokê bi þêwazeke helbesteçîrokî ji me re vedibêje. Em jî dibin þahidê vê helbesteçîrokê... Em dikarin bibêjin helbesteçîroka me behsa rejîm û pergala afgan ya çeloxwarî-paþverû dike. Loma jî qîza keça afgan di helbesteçîrokê de serleheng e, azadî û rêbera miletê afgan e, pêþêngtiya jinên bindest û yên din e. Pêþêngtiya azadixwazên afgan kiriye. Serê desthilatdariyê eciqandiye, ji gelê bindest û ji jinên bindest bûye pêþengî û bawerî... Em dikarin bibêjin ev çîrok, çîroka Rojhilat e, çîroka Mahsan Emînî ye, çîroka jinên Rojhilat e, wekî em dizanin di demeke nêz de jineke kurd (Jîna Mahsen Emînî) li Rojhilat hate qetilkirin û niha jî serhêldirên jin û mêr li ser piyan in. Loma çîroka keça afgan û çîroka keça Rojhilat heman tiþt e, mijar, þêwaz û kuþtina wan cihê be jî bingeha rêzebûyer û rastiya wê yek in. Çimkî di bingeha herdu çîrokan de zayendî, ol, ehlaq û desthilatdarî heye. Çîroka me çîroka hemû jinên bindest yê dinyê ne. Welhasil nivîskar behsa çîrokek trajîk ya keça afgan û qîza wê kiriye. Armanc helbet teyisandina jinên bindest, desthilatdariya nêrane, desthilatdariya pergalê û helbet rejîm û paþverûyên hin desthilatdar û dewletan e.... Em dikarin bibêjin çîrok bi otobsiyeke û bi mercekeke hûrgilîn hatiye lênerîn û vehonandin...
Çar(Bir)ÎN
Yek jê, ez im, jixwedûrketî,
Yek tu yî, liberxweketî,
Yek jî ziman e, li ber sêkeratê
A din welat e, li bendeya felatê.
Dema em li vê risteyê dinêrin, em gazinên nivîskar dibînin. Nivîskar nerazîbûna xwe ya di der heqê ziman û welat nîþanî me dike. Tirsa nivîskar ew e ku zimanê wî jî dest ve biçe, welatê wî bindest bimîne, helbet nivîskar tirsa gelê xwe tîne ziman, tirsa me giþan tîne ziman... Çar(Bîr), metafora çar perçeyan e, metafora welatekî bindest e. Belê nivîskar di vê risteyê de takesî û bindestî di nav hevdu de vehonaye. Çimkî “jixwedûrbûn" ji welat dûrbûn e, ji welat dûrbûn jixwedûrbûn e. Meriv kesekî an jî þexsekî bêyî welat, weke kesekî jixwedûrbûyî jî dibîne. Kesên bêwelat kêm in, parçe parçe ne kesayeta wan, rihê wan jihevdeketî ne, liberxweketî ne, jixwedûrketî ne, çimkî xwediyê derûniyeke têkçûyî ye. Nivîskar analîza derûniya têkçûyî a gelê xwe di vê helbesta xwe de verêsiyaye. Ziman û welatekî êþiyayî, helbet derûniyeke û ruhekî êþiyayî yê têkçûyî bi xwe re ava dike..
*
DOZGIR IM
Bidûrê ji bo hezkiriyên platonîk
Ji bo yekem heyecanê,
Yekem derpîþilkirinê
Yekem xewnên þeytanokî bûn sedem
Nivîskar di vê risteya xwe de, berê perspektîf û anatomiya helbesta xwe vediguherîne helbestên þexsî-takesîn, çimkî berê me bi zarokatiyeke derbdayîn vedike, nivîskar zarokatiya xwe kiþif dike, derhiþiya xwe vedirêþîne. Behsa derbên xwe yên zayendî dike, behsa binxweþilkirinê dike, hezkirinên xwe û heycanên xwe dike, yanê bi qasî tiþtên xweþ heye, ew qasî jî tiþtên derûnî heye di vê risteyê de. Esas behsa zarokatiya me tevan dike, kêmzêde her zarok di jiyaneke wiha re dibore... Helbet jiyana zarokên bindest bêtir bi paradoks û komplîke ne, çimkî bi asayî najîn zarokên bindest, em dikarin bibêjin nivîskar binhiþ, derhiþiya û hiþê zarokên bindest ji me re teyisandiye. Neynika bindestiya derhiþiya û binhiþiya zarokên bindest hatiye veriþandin...
*
Ez Mirîdê Pênûsa Xwe Me
Tucarî
Tu pêxember nebûn rêberê min,
Ji bilî kitêban.
Ez bi xwe xulamê sênikên xwe me.
(Yên ku kitêban dinivîsin ne xwediyê kitêbê ne, ew bi xwe xulamên wan in. Ji ber ku kitêb xwe bi wan dide nivîsîn. Bidûre bi þohretekê heqê nivîsîna wan dide..)
Di vê helbestê de nivîskar serî hildide, li hember her tiþtî, hew xwe dizane, asas nivîskar di vê helbestê de behsa seknekê û helwestekê dike, divê ez ne kole me, ez ne xulamê fikrên bispêr im-xweferzkirinê me, ez kesekî azad im, fikrên min azad in, ne perestvanên fikra me, ne perestvanên pûtan im, ne fahmkor im. Bi fikrê xwe heme û azad im. Ne girêdayî tu kesî, civatê û cemeatê me, asas nivîskar dibêje ez entelektuel im. Ango helbesta nivîskar dixwaze bêje, entelektuelî wiha ye, loma di hiþê nivîskar de ev raman raketiye, hiþyar e û heye. Helbet kesên xwende, kitêb her daîm pêþengên wan in, desthilatdaran red dikin û fikra azadiyê jî ji kitêban dinizile, di helbestê de asas behsa xwendinê û sûdeya xwendinê a pêþêngtiya fikra azad ji þexs re dike. Xwendin azadî ye. Helbet þexs xulamê berhemên xwe ne û xulamê kitêban e. Çimkî berhem azadiyekê dide xwediyê xwe, baweriyekê dide xwediyê xwe, baweriyekê dide xwediyê xwe... Welhasil em dikarin bibêjin mebest têkiliya xwendin û ramana azadiyê ye.
*
Tu pasport nîn e ku
Min di axa xwe de veþêre.
Dema ku
Di çarenûsa min a bindest de,
Bi tîpên serhildêr dinivîse “Kurd"
Jî bilî du welatan,
Ji tu deverê vîza dernakeve.
Yek jê Girtîgeh,
A din jî Goristan.
Di vê risteyê de mijar desthilatdarî û mêtingehî ye. Mêtinkar her daîm dixwaze ciyê bindestan goristan an jî girtîgeh be, çimkî bi saya vê pergalê li ser lingan disekine. “A ku mêtingehiyê diafirîne û afirandina wê didomîne mêtinkar e. Mêtinkar rastiya xwe, ango mal û milkên mêtinkar bi pergala mêtingehiyê ve girêdayî ye.”(1) Dema em li risteya helbestvanên xwe dinêrin û em li gotin û hevokên Fanon dinêrin em têdigihîjin, metingeh û mêtinkar her daîm hebûna xwe li ser hebûna bindestan ava kiriye û dike. Desthilatdar tu carî naxwazin mirîþkeke bindestan jî çêbibe, çimkî bo bindestan hebûn, tê wateya serîrakirina li hember mêtingehan, loma mêtingeh û mêtinkar tim dixwaze ciyê bindestan goristan û girtîgeh be. Li ser bindestan vî tiþtî ferz dikin. Nivîskar di vê risteyê de em dibînin, bext û çarenûsa kurdan û anatomiya þêwaza otopsiya bindestiya kurdan ji me re diþayesîne. Bi rastî jî vîza kurdan ya girtîgeh e, ya jî goristan e. Vîza wan a sêyem jî her daîm bûye, serhildêrî, çimkî di tarîxê de jî wiha ye. Ya herî baþ jî ji xwe serhildêrbûn e. Çimkî serhildêrbûn redkirin e, neqebûlkirin e, helwest û sekin e, hebûn e. Serhildêrbûn, li dijber her tiþtî qebûlkirina hebûna xwe ye....
1) Yeryüzünün Lanetlileri, Frantz Fanon, Versus, 43