• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Welat Dilken
Welat Dilken

Welat Dilken

welatdilken@hotmail.com

Civîna peyayên enstutiya zimên a Z

Dîrok : 17 09 2022

Gelî civata maqûlan hûn hemî bi xêr hatina civîna enstutiya zimên a Z.

Ev civîna ku serê çend salan carekê bi rêve diçe ji piþtî mirina avakarê enstutiya zimên a Z, li ser daxwaza wî mamosteyê mezin û nemir wekî kevneþopiyekê timî lidar diveke.

Armanca lihev civînên me ew e ku em radaya pêþveçûna xebatên zimên bi hev re parve bikin; we maqûlên ku ne ji vî zimanî lê xizmetî vî zimanî dikin bînin cem hev, bêjin we, ka karê ku hûn dikin li gel me ve çawa tê pêþwazîkirin û nirxandin û helbet, destnîþankirina arîþe, gengeþî, astengî, derfet û hwd. ku em ê ragihînin we û wekî her carê ji we kesên di rêya zimanê me de bi dilsozî huner û bereman diafirînin re li ser navê mamosteyê mezin û nemir Z, wekî rêveberên enstutiya zimên a Z em ê spasiyên xwe bi dilxweþî bêjin we.

Nirxandina giþtî:

Birêzan, destpêka xebata mamosteyê mezin û nemir bînin bîra xwe! Dema wî mil da bin barê vî zimanî ew jî wekî ew ne ji vî zimanî bû. Lê wî bawer kir û îman pê anî, li wî erdê we li vî erdê me bi plansazî û bi rêbaza çak ev ziman kir zimanê hemî însanên li vî welatî dijîn. Hêngê li wî erdê we peydakirina kesekî bi zimanê me dizane wekî peydakirina dermanê nexweþiya bêderman bû, lê niha bi rê vekirina mamosteyê mezin û nemir li wî erdê we piþtî çend salan peydakirina kesekî bi zimanê we diaxive wê wekî peydakirina dermanê nexweþiya bêderman be. Ji ber vê yekê em spasiyên xwe pêþkeþî we hemî þair, romanûs, çîroknûs, muzîkjen, stranbêj, hunermend, þanoger, sînemager; û rojnameger, siyasetmedar, mamoste, endezyar, parêzer û karmendên ne li vir in jî dikin. Û spasiya siyasetmedarên zimanê me bêqisûr di honekên xwe de bikar tînin û þairên ku pisîkek wan tune ye jî dikin û spasiya mulkeliyê ku bi tena serê xwe li wî bajarî karê dehan kesan dike jî dikin.

Hûn her bijîn ew hemû kesên ku alaya zimanê me bi huner, wêje, xebat û bi kar li ba dikin, her bijîn. 

Em dizanin ku zimanê hunera me li ser milên we geþe dide; helbet hûn hêjayî Nobelê ne, lê ne Nobela tê zanîn; hûnê Nobela xwe dema bi hunera we el fatîha li ser zimanê wî erdî hate xwendin werbigirin...Yanê çi? Ma cî tê em we wekî gundî kokenlî pênase nakin ku hin dil dikin ger Nobelê bistînin dê bêjin ez bi eslê xwe çiyayî me! Jixwe em dibêjin, di cihê hewce dike de þerm nekin netirsin, bêjin em gundî kokenlî me.

Û em dizanin, hin ji we dixwazin li wî Bajarê Bircan girse we hilde ser milan! Ew ên vê yekê dil dikin xeman nexwin, em ê wê jî ji we re eyar bikin, ma hûn di pêþengehê li wir tên lidarxistin de nabînin… Ma sedî not û neh ên we bi zimanê me dixwînin, guhdar dikin, temaþe dikin ne ji wî erdê we ne? Jixwe mebest jî ne ew! Û ji ew ên erdê ew ta niha bertekek ji we re hatiye nîþan dan? Na! berovajî yên piþtevaniya we dikin dostên we ne, bi we re sûretan digirin ma ne ew ên dixwazin aþê zimanê wî erdî bêav bigerînin!... 

Û dubare, divê em çendbare spasiya romanûsê mezin X’yê bi çavekî, þair X1, þair X2, stranbêjê muzîka ozgunê yê timî birçiyê lehmecûnan bû, û îro roj, nevîçirkên wan, ew ên bi roman, çîrok û helbestê çîroka wî erdî bi serkeftinî dikin malê zimanê me, her wiha, divê em sînemagerên van salên dawî jî bîr nekin; hûn her bijîn, keda hûn bi huner û wêjeyê didin zimanê me dike ku kesên ji we bêhtir þerbeta zimanê me vexwin; noþ be ji her kesê bi xizmeta we ji þerbeta zimanê me tam dike û dixwaze car din vexwe, car din car din car din, ku êdî digihîje asta jê têr nabûnê.

Wisa ku, binêrin yên me bi salan di zindanan de jop kirine çi wext ji zindanê derketine deynê jopê me bi pirtûkeke mîzahî dane û me jî bo eleqeyê bibînin tiþtê ji destê me hatî me texsîr nekiriye. Nankoriyê nekin.

Destnîþankirina çend xalên taybet:  

Maqûlên hêja, binêrin bo hunera we bêhtir bala kesên ji erdê we bikþîne çi ji destê me tê em texsîr nakin. Cî tê em we wekî mûhalîf rayî civakê didin, cî tê em dozên sembolîk derbarê we de didin destpêkirin, cî tê em xelatên berhema baþ didin we, cî tê em danasîna we wekî çiya kokenlî dikin, cî tê em rûpelên rojname û kovarên xwe bo hevpeyvîn û danasîna berhemên we vediqetînin; em pêþiya rojên destnîþanê, axaftinê, panel û semîneran ji we re vedikin; bi reklam û tevlêbûna bijarteyan em armanc dikin ku dilê yên ji erdê we yên berendam sed carî dikeve rewþa we, xweziya xwe li ser xweziyê tînin ka kêngê ew ê jî werin asta we û di vê rêyê de berheman biafirînin. Yanê bo huner û wêjeya we zêdetir zêdetir bala hemî kesên ji erdê we timî bikþîne bênavber bi zimanê me biafirînin ku heta yekî/ê li wî erdê we bi zimanê me nexwîne, nejî û hest neke nemîne; em li piþt we ne hê berztir bikin alayê hê beztir…

Bibîrxistina armanca enstutiya zimên a Z:

Qelem û huner çakno! Ku ne ji we bûya kesî ji me nedikarî bi wan hevokên ku zimanê me têrê nake we ji ziman û ji çîroka erdê xwe berhem kirine malê zimanê me. Bawer kin, ger ne ji ew bûya yekî/ê ji me binivîsandiya biçûya bajarekî we kes nedihat dîdara wî, lê dema hûn dinivîsin diçin yek ji bajarê erdê xwe, ma ne hûn dibînin ku mirov mîna keriyekî paþî heye pêþî tune dikevin rêze; eynî wekî roja dê weledê xwe davêje ye; bo bi we re sûretekî bigirin tiþtên nemayî dikin.

Em natirsin ku we çi nivîsiye, naveroka beremên we, gotinên muzîka we, ristên helbestên we ne xema me de ne; tiþtê di xema me de ka we zimanê me bi çend kesan daye xwendin, guhdarîkirin, temaþekirin û ecibandin e.

Di vê rêyê de heya niha em serkeftî ne, hûn serkeftî ne! Binêrin, ji erdê we çend kes di dorê de ne werin cî û asta we?

Em hê behsa yên lingekî xwe li vir e lingek li wir e nakin, em behsa yên tifa xwe alastî bi zimanê me behrem lêkirî nakin, em behsa yên ji zimanê xwe bi destê xwe lêkirinên xwe wergerandî zimanê me nakin, em hê behsa yên bi zimanê xwe be jî gotar û hevpeyvînên xwe di dezgehekî zimanê me de diweþînin nakin; çiku dizanin, çi bi zimanê me çi bi zimanê wir heta mohra dezgehekî me yê ziman û ragihandinê li bin nekeve ew kar boþ û betal e.

Her wiha, em dibînin û kêfxweþ dibin, yên zimanê me bi dîsîplîn herî rast û bi qeîde dinivîsin, diaxifin ên ji erdê we ne. Ew yek serkeftineke bo me.

Têrê dike? Na! Heta binêrin hin pepûkên bi zimanê erdê we dinivîsin ku dixwazîn aþî bêav bigerînin jî bi pergala zimanê me dinivîsin-diaxifin! Yanê hevoskaziya zimanê erdê we êdî bi hevoksaziya zimanê me çêdibe! A ew e serkeftina herî mezin. Serkeftin ew e ku pergala zimanê me bikeve nav pergala zimanê erdê we û zimanê wî erdî yê çiyayî ku ne aîdî þaristaniyê ye jinav bibe…

Erê, çendîn ne bi dilê me be jî lê em natirsin ku yên ji erdê we Sartrê, Fanon, Frîda, Frûx bi zimanê me bixwînin. Çima ku, her kesê carê þerbeta zimanê me vexwariye û ew þerbet gihaye her rehl û tevlî giyanê wî/ê bûye, ku çi bihizire jî, ku çi hest bike jî, ku çi armanc bike jî, ku çi û çi bêje jî xisara wî/ê nagihîje milet û dewleta me. Çiku ew êdî nikare bêyî me bijî, bêyî rojeva me bipeyve; heta here binê dinê jî bêyî hebûna me bi tiþtekî nizane. Çiku, li wê derê jî bi me re dijî, bi zimanê me dijî, bi galegalkirina derbarê me de dijî û zarên xwe bi rihê ziman me mezin dike.

Yanê ew ên li ser tora civakî galegala beradayî dikin bêyî zimanê me û hebûna me nikarên jiyan û cîhanê tahayûl bikin. 

Ji loma netirsin, ew çi bikin û çi bibêjin jî çendîn wekî dijberî bixuyîn jî, ew ya dilê me dikin. Mala wan bi rihê zimanê me hezar carî ava…

Û vê yekê, em deyndarê mamosteyê mezin û nemir Z’ê ne û deyndarê we hêjayên ku di rêya wî de bi xwe perdekirinê xweþ diçin e.

Spas ji we û hunera we re, bijî kesên alaya zimanê me bilindtir dikin.

Hadên em bi hev re bêjin: pir biaxifin bi zimanê me biaxifin, bi zimanê me bijîn, bi zimanê me bihizirin, jiyanê bi zimanê me tam kin, bêyî zimanê me ji yên li-û-ji wî erdî re jiyan nabe.


Têbinî: çendîn ev civîn xeyalî be jî lê tiþtê encam dayî û encam dide ne xeyalî ye! 

Welat Dilken

Hemû Nivîsên Welat Dilken

Hûn dikarin li van jî binêrin

Goley Ûrmiye bena ziwa

Goley Ûrmiye bena ziwa

24 08 2021

Fransa de kînga weçînayiþ virazêno û go sebo?

Fransa de kînga weçînayiþ virazêno û go...

09 04 2022

Nameyek ji Þa Performansê!

Nameyek ji Þa Performansê!

02 06 2019

Dengê muzîka kurdî: 'Ziryab'a 2'yan derket

Dengê muzîka kurdî: 'Ziryab'a 2'yan...

04 03 2019

Mehmûd Nêþite jî Diyarname de nisneno

Mehmûd Nêþite jî Diyarname de nisneno

05 03 2014

Nûçeyên nû

Carek din Koma Amed û carek din 'Êvar e'

Carek din Koma Amed û carek din 'Êvar e'

05 02 2023

Wêneyê rojê: Li Kobanî berf

Wêneyê rojê: Li Kobanî berf

05 02 2023

Kane hem pihînek li MC da, hem rekor þikand

Kane hem pihînek li MC da, hem rekor þikand

05 02 2023

Otobusa Amedê qulubî: 8 kes mirin

Otobusa Amedê qulubî: 8 kes mirin

05 02 2023

'Hay lo, Dîsa Tevlihev Bû' ji bo alîkariyê tê lîstin

'Hay lo, Dîsa Tevlihev Bû' ji bo alîkariyê tê lîstin

04 02 2023

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname