Di gulik û þirikên xurcezîna dadê de
Melodiya bayê sermedaran xwe vedidizî û ta ji Kanîkilê xwe berdida dol û newalên kûr, dihat û li “çûme warên serhedan Colemêrg di geliyê kûr da” xwe asê dikir. Na na, lê vedizelî û xwe hê û ho dikire binê piþika min a bi bayê keserê gewimî bûye meþka ber tavê werimî..
Rê, xwe di kendal û niþîviyên bêmefer de asê dikir, wekî wî rêwiyê ji wexereke dûr hatî gotî, “Ev bajêr mirovî gelek diwestîne” erê, Colemêrg, mîna di straneke qedîm de hatî, “kaniyêt kendalan leylo, riþîyên evdalan zeyno” bû ji nav hemû stranên berze.. û vî bajarî mirov pir diwestand. Her çi bi delaliya xwe, her çi bi kul û keserên xwe, her çi bi asêtiya xwe, her çi bi hizna xwe..
Berî Colemêrgê, ez li Wanê bûm û vê carê bext û min û vî bajarî bêhtir li hev hat û min di paxila behra wê de kovanên xwe dan ber sîpelên avê û wê birin nik Xec û Sîyabendan kirin guharek di ber biskên þivirekî ji þivirên li Sîpanê ji keriyê xwe vemayî.
Keriyên þivir û pezkoviyan, kel û kelenêrên gakoviyan ji zû de dora strana qedîm ji hunerdestê nazik û tenik ên zerî esmerên Urartuyê hildabûn û kiribûn diyariyek ji bo dilê Eliyê Qolegazî û Meyrema File û biribûn ser bext û torê Metran Îsa li Oxtamarê zîçikandibûn.
Wanê berbejna Þemîranê, “dado pê da malwêranê” raberî keserên dilê min ê kav dikir û strana herî zîz di ber bayê keleqijî yê behrê re dikir.
Vê carê bextê min û Wanê li hev hat.
Wanê, di guliyên xurcezîna dadê de bû þirikek rengoreng û xemla xwe da der.
Û Colemêrg û payîza wê ya zenûn, bi dilekî sar pêþwazî li min kir. Stûyê çel û çiyayên wê xwar bû, gelî û ber gelî miþt hizn û keser bûn. Dilê wê kezixî û xweziyên wê mîna wî baxçeyên li pesarê Kanîkewkan ber deriyê mala babo, çilmisîbûn. Heçku tu li serokaniyê tî û bêav bêyî hêlan, kesereke wisa xemsarî xwe di bîbikên çavên wê yên mîna çavên kewê ribad de xwîs dikir û dibû rondikeke ziwa di çavên taveheyva kewçêrîn a ku xwe di ser zêniyên çiyan de ho dikir û bi xemgînî li rûyê min dibiþirî.
Dadê, tevneke qewî delal, dav bi dav, ta bi ta li xurcezîna xwe diraçand û ji bilî dadê, hemû dengên vî warî, vî warê zaroktiya min hê jî tê de diperpite, li ber guhê min dibûn deng û kurtepistên biyanî.. Xwedêwo! Mirov û warek çawa dikare hem ev qasî “yê hev” be û ewqasî jî “dûr û xeydanê hev” be! Min tu bersiv nebûn bo vê pirsê.
Belkî dilê min ê havî ne di kendalan de diwestiya, lê ser û sebeba vê westiyana bêhnçikîn belkî jî her ew keserên keviþtî bûn ku her û her mîna janserekê dida der û zong û zong di mejî de defa xwe lêdida. Ka gelo bavo dê bo vê janeserê jî ta û ben hebûna da ji xêra miriyên xwe re bibênaya û ev kula jengarî piçekî kew bigirta..
-Hedê rebenê, þerekî li me qewimî- mîna tu li vî û wî tixûbê newêlê xwe dadî nav cengeke giran û gaziya xwe bibî dev gazîkeran..
Kengî diçin Colemêrgê, þerek li min û li wê diqewime. Ev þerê kizgirokî piçekî mîna yariyên kudîkên hirçan e piçekî jî mîna þerî bazbelek û kurte teyran e. Serkêþê wan her baþîk e û di vê meydana cengê de tu carê yek zora yê dîtir nabe.
Û Colemêrg her wekî caran dîsa bi qîrîna stranbêjan ker û lal dibû. Hê jî berêkdana sazbend û stranên þeþbendî û di navbera vê berêkdanê de her roj “bendek ji hivz û bîra me ya qedîm” di bin solên xemsariyê de dibe jajî û winda dibe.
Wekî min di romana xwe “siwar û peyar” de jî gotî; Wa Colemêrg, ez çi xweliya heft gundan bi ser û te dakim, ez ji te sil im, sil!
Gulik û þirikên di xurcezîna dadê de þorbûyî jî mîna dilê min ê havî, ji ferhenga xwe “sil” bûn, sil!