logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'
  2. 'Li Dêrê Zargotin' derket ser dikê
  3. Demirtaş: Min xwest bibim berendam, Navenda Giştî red kir
  4. Di Edebiyatê De Jin
  5. Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Têkçûna îstîxbarata Îhsan Bozkurt

  • Dîrok: 13/09/2022
Îhsan Bozkurt dibêje, “Îstîxbarata Îhsan Bozkurt tu demê ew qas têk neçûbû.”
Bifikirin ku îstîxbarata welatekî têk diçe, îstîxbarata kesekî bi xwe têk diçe…
Dema îstîxbarat tê gotin welat, îstîxbaratên welatan tê bîra mirov. Her hal li ser rûyê dinê kêm kesan navê CIA’yê, MOSSAD’ê nebihîstiye. Li hemû welatan îstîxbarat heye û mecbûr e ji bo welatê xwe bixebite. Cureyên îstîxbaratan jî hene. Îstîxbarata zindî (wekî kes, ajan û hwd) û îstîxbarata dîjîtal... Welat şeran, êrîşan bi ser agahiyên îstîxbaratan re dikin. Dîsa li hemû rêxistinan îstîxbarat heye û heta dikare, heta ji dest tê ji bo xwe dixebitîne.
Li dinyayê pirtûka "Hunera Şer" a Sun Tzu* navdar e. Sun Tzu beşek taybet ji bo “Bikaranîna Casûsan” veqetandiye, yanê ji bo îstîxbaratê.
Kêm zêde ev tişt têne zanîn. Ji van wêdetir dixazim bibêjim ku li nav jiyanê, li nav jiyana rojane jî ji bo jiyîn, serketina mirovan îstîxbarat divê. Erê belkî rasterast navê vê yekê ne "îstîxbarat" e, lê bê wê nabe. Çawa?
Em ji nav jiyanê mînakan bidin:
Saziyên ku karên sîgortayê dikin her çav li rê ne, ka li ku qeza heye û bi ser wê qezayê re dozê vedikin yan venakin. Her guhê wan bel e, agahî ji trafîkê bo wan tên.
Jimarkarek bi dosyayên di destê xwe de pere digire û debara xwe dike. Li cîhana fînansê çi diqewime mecbûr e bizane, yan na dê winda bike.
Dikandarek bi mişteriyên xwe yên ku her roj tên û diçin pere kar dike û dijî.
Cafeyek bi mişteriyên tên û diçin pere kar dike û li ser lingan dimîne. Em dikarin mînakan zêde bikin. Lê bes e. Û pêdiviya hemûyan bi agahiyan heye, agahiyên li ser mişteriyên wan, agahiyên li ser tiştên difroşin. Ev yek îstîxbarat e.
Di serdema modern de înternet bi xwe îstîxbarat e. Em dema di motora lêgerînê de li tiştek digerin di cih de ew tişt di kîjan malperê de tê firotin, reklama wê malperê û wî tiştî tê pêş me.
Ev agahî îstîxbarat e. Ger ew îstîxbarat nebe? Zehmet e.
Em mînakên din bidin:
Mînak kargehek mezin, em bibêjin nexweşxaneyek… Gelek ji wan hene bi hezaran karkerên wan hene. Mînak saziyeke lojîstîkê, bi hezaran karkerên wan hene… Ew dê çawa agahiyên nava xwe bidin hev?
Nimûneyek wisa: Gelek kargeh hene pere didin kompaniyên lêkolînan û dibêjin here der barê me de agahiyan berhev bike. Ew, bi pereyên xwe der barê xwe de lêkolînê didin dest pê kirin û bi kesên biyanî… Mînak pere dide vê kompaniyê, dibêje “Here li cafeya min bi ev pereyê ez didim te çay/qehweyê vexwe, çavdêrî bike ka karkerên min çawa ne, dixebitin yan na, mişteriyên min memnûn in yan na…”
Erê îstîxbarat ne meseleya welatan tenê ye. Erê, di serî de bi wan tê zanîn, barê wan zêdetir giran e, lê îstîxrabat di nav jiyana rojane de ji bo her kesî lazim e. Û ji bo Îhsan Bozkurt jî lazim e.
Hûnê bêjin ew kî ye?
Ez bêjim: Ez ji rêzefîlmên tirkî hez nakim ji ber ku li gor asta dinyayê zêde neserketinî ne (em hinan jê derxin), lê dîsa jî salê yekê (tenê yekê) hildibijêrim û her hefte lê temaşe dikim. Serdema çûyî min li “Kasaba Doktoru” (Doktorê Navçeyê)** temaşe dikir ku di TRT1’ê de derdikeve. Niha di serdema nû de didome û êvara 9’ê mehê beşa wê ya nû hebû. Li nav nexweşxaneyê Doktor (Ozak Akbaba) û Hemşîreyeke (Vildan Atasever) bi hev re zewicandî ne, lê kes nizane ji bilî hevalekî wan ê nêz. Û dema biryara devjihevberdanê didin, midûr Îhsan Bozkurtê (Sinan Demirer) ku dibêje qey hay ji her tiştî heye dibêje, “Çawa haya min ji vê tune ye. Çawa dibe? Îstîxbarata Îhsan Bozkurtî tu demê wisa têk neçûbû.” Îhsan Bozkurtê komîk û şîrîn bi vê replîkê hê komîktir dibû. Ez gelek pê keniyam, lê paşê jî fikirîm..
Belê, sernavê vê nivîsê ji wir tê. Helbet ne tiştek cidî ye. Lê vê rêzikê kir ku ez carek din bikevin nav îstîxbarata rojane ku çiqas dikare bandorê li me, li her kesî bike.
Axir, îstîxbarata Îhsan Bozkurt têk çû, bila îstîxbarata we têk neçe…
 
 
 

*Pirtûka “Hunera Şer” a Sun Tzu

**Ev rêzefîlmê “Kasaba Doktoru” ji rêzefîlmên Koreyê yê bi navê “Dr. Romantic” li tirkî anîne. 

Hin Nivîsen Nivîskar
Hemû Nivîsen Nivîskar

Ji bo SezginTanrikulu

  • 14 Avr?l 2008

 Heta niha rû bi rû me qet hev nedîtiye. Ne xem e.Ez nizanim tu xwe nêzî kîjan partiya kurdan dibînin. Jixwe ne xem e jî.Ez nizanim tuyê di pêşerojê de xwe...

Gelo me Şivan Perwer tehdîd kir?

  • 21 Sibat 2011

Li ser Şivan Perwer gelek tişt hatin gotin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ket meydanê û diyar kir ku em Şivan Perwer tehdîd dikin. Me jî hin nivîs weşandin. Em weşanên kurdan...

Heqê Erdal dê kî teslîmê wî bike?

  • 14 T?rmeh 2008

Belê, Heqê Erdal Polat dê kî teslîm bike? Ger hûn bibêjin Erdal Polat kî ye? Di 3'yê rêbendana 2008'an de li Amedê li hemberî serwîsa leşkerî...

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Nivîsên Nû
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Pênûsa Gêj û Encamên Hilbijartinê

  • Mîrza Ronî
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Li Xoyê û Helebçeyê erdhej çêbûn

ad

Serpêhatiyek li gel PEN'a Kurd

ad

2019: Pirtûkên kurdî yên çapa diduyan kirine

ad

Neqandinek ji nav çalakiyên Fûara Pirtûkan

ad

Serê Qesra Îsheq Paşa bi caman dipêçin

ad

KOALİSYONA ‘DİJÎ’ DAIŞ’Ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'

  • 02 06 2023
news

'Li Dêrê Zargotin' derket ser dikê

  • 01 06 2023
news

Demirtaş: Min xwest bibim berendam, Navenda Giştî red kir

  • 01 06 2023
news

Di Edebiyatê De Jin

  • 03 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname