Peyayê Enîbilind
Mêranî li tu kesekî nayê, bi qasî ku li wî tê,
Camêrî bi tu kesekî nakeve, bi qasî ku bi wî dikeve…
Navekî giran e Yilmaz Güney; li ser textê camêriyê, mêrxasiyê, yê wijdan û xîretê payedar e ew. Ji nava rûpelên çîrok û destanên xelkê xwe bazdaye, hatiye di roja me de derketiye. Seyîdxanê Kerr e, Emê Gozê ye, Filêtê Quto ye ew, ku tu car heyfa xwe bi neyarê xwe nayne. Yilmaz hêrsa nava kurda ye, hêrseke wisa ku di zikê xwediyê xwe de nahemile û dipijiqe ser çavê neyarê xwe. Çewtî û xwariyê di xwe re derbaz nake, li hafa neheqiyê serê xwe hiþk hil dibire, zû xwîn davêje ser spîka çavên wî…ne wekî wanên ku xwe nebihîstî dikin li ya xerab, jê arxayîn dibin û xwe li bersivê giran dikin, ‘eyan û beyan e bersiva wî, bi bayê birûskê tê kifþê…Kumê bêxîretiyê, zinhar, nakiþîne serê xwe, tê de nasitire.
Ew jî rêwiyek bû li vê dinê, lê ne ji wan rêwiyên ku didine ser riyeke bê xîp û kelem, bi aramî lê dikudînin ta ku gihaþtin taliya serî. Rêwiyê riyeke bi çiv û çor, bi qiyame û serniþîv bû Yilmêz, riyeke wisa ku di her çivangeke wê de cinawirekî bi qoç û boç serê xwe lê derdixist.
Wî carinan hest pê dikirin, wekî ew ne di nava refê xwe de bask li xwe dide, hey bi ser ve dibû, wekî li rex gurên har ên bêbext, li rex cisnê mar aleke ne ji rengê xwîna xwe li ba dike, lê ka ew çi bike, dinya dirêj e û meriv wextekê di hembêza wê de ji xwe re wisa xayîs dikeve.
Te dî, carna li meriv wiha tê, wekî çawa meriv tiþtekî buhagiran ji berîka xwe xistibe, ji niþkê ve meriv lê warqile û li xwe bixurcile, destên xwe sivik li þalê xwe, li ber û pêsîrên xwe bigerîne, ê wî jî wisa lê hat. An tiþtekê ji wî ketibû, an jî ew ji tiþtekê weþiyabû ketibû. Hingê ew ger û meþa dûr û bi azar dest pê kir.
Çaxa ku tevr û bêr di dêst de, þewqe û þalwar wergirtî, lingê xwe bi miþarên pembo ve ber dide, li xwe dihizirî, destên wî di berîka þalê wî de, di nava Kolanên Yeþîlçama rewneq de, welê bi dilekî tije û daxedar, lê bi mêrane dimeþî (texmîn dibe wekî Elo Dîno, an jî Simkoyê Þikakî wihakî dimeþiyan) li xwe û li cîhê ku jê weþiyayî dihizirî, çaxa ku di qesr û serayên kambaxa Stenbolê de devê xwe dixist nava ber û bistanên zeriyên þox û bedew dîsa hiþê wî ew li cîhine dûr û derez digerand; lê tihniya wî ji tu tiþtekê nediþikest, bextê çê bi tengala wî nediket û ew bi miraz þa nedikir.
Di pey re, radibû xwe li serheda welatê xwe diqewimand, diçû di þevînê de li ser kulavê þivanan çarmêrkî rûdiniþt û bi wan re dikete galegalên li ser mêr û mêrxas, maqûl û giregirên qewmê xwe. Xwe berdide beriyê bi dû re, du çavên wî bûn kamêraya wî, êdî çi didît û çi nedidît. Di xwe de dikewgirî, kezebreþî vedigeriya ji nava miletê xwe.
Rojekê, heye ku dîsa ji niþkê ve, bi ser rewþ û awayê çarenûsa xwe ya kambax ve dibe; bîr dibe sietê ku ew yekî ji miletekî ketî, bêmecal û nav û nasname windayî…bê welat û al û ol e.
Dilê wî bêhtir dikute, xwe li karê pêþiya xwe diþidîne. Dixwîne, dinivîse, dihizire, dimeþe, pertav dike…Cinawirekî reþ ê dilreþ, tebayekî ji va yên di fîlmên “cihana navîn” de dikeve devê riya wî. Evê min û te, dûrî seriyan, pirîskên agir ji çavên wî dipekin û hema nemerdî nake, digire berdide nava qafê wî…
Radibin destên wî dixin darê kelemçê, berê wî didine hepisxana nizanim kîjan wilayetê…çawa di kilamekê de, li ser gernasekî ji qewmê wî hatibû gotin… çaxa ku di rojname û televîzyonan de, polîs û cendirmeyan ew kelepçekirî dabûne nava xwe, dilewkandin û dibirin berev dadgehê, xelkê nizanibû çi diqewime, nema ji hev derdixistin ka gelo tiþta dibû bûyerek rastî bû an sehneyekê bû ji fîlmên vî kirdanê mêran?
Piþtî çendîn salên ku bi kafirstanî derbas bûn di zindanên Tirkiyeyê de, Yilmaz bi yarmetiya hin kesan ji zindanê baz da çû giha Parîsê.
Êdî bê þik, bê guman, bêyî dilek bi xiþûþe bi refê xwe re difiriya, li rex hin payepak û payeberzên miletê xwe, yên wekî Cegerxwîn û Baksî…
Kurd heye gelo, ku nehejiyabe li ber axaftina wî ya Newroza 1984’an. Mêr heye ku wî nas kiribe û xweziya xwe bi wî neanîbe?
Yilmaz Guney layiqî pesnên giran e, hêja ye wekî hetan êvarê em methê wî bikin. Çima ku,
ew ne hema aktorekî sînemê ye ku li ser cawê perdeya wê ji qestî dike kêferat û qaþogiravî dikeve dilqê mêrê çê, mirovê qenc wekî em ji vê hunera wê ho bibin bê “mêrxasî û dexesî” çi reng xislet in û pê re jî “çêyî” çi ye û “xerabî” çi tiþt e. Rola ku Yilmêz pê radibû, jiyana wî ya rastîn bi xwe bû; ew bi xwe nediket dilqê lîstikvanekî, lehengî û lîstikvaniya wî tevî hev mirovekî rast ê rast, ku li derveyî sînemê, di nava civata me de ligel me rûniþtî, tîne kifþê.
Apê me ye Yilmaz Guney, pisxaltiyê me ye, serhonazê kêlindekêþan e, kolosê xwe xwar dike bi sewteke þewat kilamekê dilorîne…
Axayê ‘eþîrê ye ew, xortê eþîretê ye, tivinkçiyê bejinzirav e, delalê malê ye, ew ê ku dil berdaye qîza cinaran, gundê hemû pê dizanin lê ji fidê çavên wî tu kesek lê nagire, hingî kubar û canzirav e xelk tev de xweziya xwe bi evîna wî tîne…