logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de
  2. Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?
  3. Şerha gotinên pêşiyan 'Lalezar' derket
  4. Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî
  5. Festîvala Porteqala Zêrîn hat betalkirin

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji şaxêt beranan

  • Dîrok: 25/07/2022
Ez ê di vê nivîsê de li dû bayê zozanan biçim û li dev gerên şîn, li rex coya avên kanî û ber keviyên befrê deynim û keprokekê ji xwe re çêkim.
Ji bo tu bişêy keprekê çêkî, ji te re çend dar û ber, çend tevş û telaş hebin bes e, lê ev keproka me dê ji şaxên beranan be, heke na, çênabe. An şaxên beranan an jî bimîne ber gijlok û baranan. 
Îja em bên ser esasê pirsa xwe.
Tê zanîn heçî em kurd in, em civateke berbelav in û hindî çand û şêwazê jiyana me pir bi çilq û ta jê çûne û berbelave bûye. 
Em kêm xwe dinasin heta em ev nifşê nû, gelek kêmtir xwe nas dikin. Yên berê, bi awayekî zanayî nebe jî, bi awayekî xweristî civak û dab û teqalîdên wê heta astekê nas dikir. Lê em ji wê jî bêpar in.
Niha ez radibim, her tiştî ji nû ve nas dikim. Ji nû ve şîrove dikim û dixwazim xwe têbigihînim ka çi çi ye. 
Kepir, cure avahiyên herî kevnar ên mirovan bûne. Piştî mirov, li ser rûyê erdê belav bûne, berî xaniyan ewilê kepir çêkirine û tê de hêwirîne. Em dizanin ka kepirk çi ye lê kepirka/keproka ji şaxên beranan li me dibe pirseke ecêb?
Gelo çawa ji şaxên beranan keprok tên çêkirin?
Erê, di efsaneyên de hatiye ku ji şax û diranên filan, ji parsûyên hêştiran keprok bêne çêkirin, lê şaxên beranan?
Ma şaxên van beranan çend mezin bûne? An nexwe ew şax, tenê wekî sembola êlê, li ber keprokê re kîp dikirin û xurtaniyan xwe pê nîşa didan?
Mirov dişêt çend pirsên wisa bike û bixwaze meseleyê zelal bike.
Beran, di hemû têgihîştin, mîtolojî, efsane û bîreweriyan de sembola serkêşiyê ye. Beran, serkêşî û zîrektiyê tîne ser ziman. Ew keproka şaxê beranan berve kiribe, tê wê maneyê ku xwedanê wê yekî pêşhatî ye, giregir e. 
Da biçîne zozanan dilo yemana Xwedê
Keprokan çêken ho yeman ho yeman
Ji şaxêt beranan dilo yemana Xwedê
Qifla ser memikan ho yeman ho yeman
Veken bi didanan dilo yemana Xwedê  
Wekî di benda stranê de jî hatî, stranbêjê me yê dilter û xwîngerm dixwaze li ber keproka xwe şaxên beranan daçikilîne û belkî jî dixwaze bibêje; li keprokê em tovê beranan bireşînin piştî me qufil bi didanan vekir.. Yanî xuya ye, daxwaza zarokê kurîn dike da ku hukmê wî li darê dinyayê bigerîne.
Welhasil, miletên wekî me ku bo pawanê nivîsê gîro bûne û dereng mane, her tiştê xwe li paşstûya strana reben bar kirine û hemû şifre û kodên jiyana me ya arkeîk div an gotinên pişt stranan de, miraz û meqsedên wan ên veşarî û nixaftî de çal kiriye.
Ji bo em ji wê çalê qurtek ava heyatê bihilînin divê em jî kêmî kêm qasî wan zîrek û desthel bin.
De ka em bi benda dî ya stranê xatira xwe bixwazin:
Da biçîne kêriyan dilo yemana Xwedê
Keprokan çêken ho yeman ho yeman
Ji şaxêt nêrîyan dilo yemana Xwedê
Qifla ser memikan ho yeman ho yeman
Veken bi tilîyan dilo yemana Xwedê  

Heta nivîseke dîtir
Dilxweş bin hê çêtir
Hin Nivîsen Nivîskar

Dinyaya me ya biçûk lê ‘germ’

  • 12 Kewçêr 2018

Ka mirov behsa çi bike. Gelek caran delîve li te dibin heçik û li stûyê te dialin. Hew dimîne te bifetisînin. A me bêhnçikiyeke wiha reş û teng e; tengezar...

di bin dûkêla projeyan de

  • 25 Berfanbar 2019

proje, tu ji min bipirsî bi dilbijandina wê sêva heram ve dest pê kiriye di nav hiş û arezûyên benî adem de. Armanc: bêqisûrî, mikemelî..niha bala xwe...

Ma her gotin ya nivîsandinê ye?

  • 11 Gulan 2021

Ez dixwazim dû pirsekê biçim: Gelo ma her hikayet/serpêhatî, çîrok, metelok bo nivîsînê çêdibe? Gelo sînorek bo nivîsandinê heye?Ez...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nivîsên Nû
news

Kurdbûna Li Dîasporayê

  • Mîrza Ronî
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Amedê Roja Çîrokê ya Cîhanê li dar dikeve

ad

Serjimariya dinyayê digihîje 7 mîlyar î

ad

John Malkovich tê Stenbolê

ad

DTP'ê bûyerên Newrozê bir meclisê

ad

Nameyeke girîng ê Hîtler hat dîtin

ad

Li Dihokê 'Rojên Amedê' li dar dikevin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de

  • 29 09 2023
news

Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?

  • 29 09 2023
news

Şerha gotinên pêşiyan 'Lalezar' derket

  • 30 09 2023
news

Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî

  • 30 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname