logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'
  2. Di Edebiyatê De Jin
  3. Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'
  4. Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin
  5. Ji êrîşa ser xwe dê pirtûkek amade bike

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

  • Dîrok: 11/07/2022
Tu çi li vir rûniştiyî, diponijî û behsa gotinên mezin û bê wate dikî bavê min? Geh tuyê behsa mafê mirovan bikî, geh tuyê behsa mafê çarenûsî yê gelan bikî. Geh tuyê bêjî Emerîka, geh Rusya, geh Ewropa, geh nizanim kê, bi me re xiyanet kiriye û xwedî li sozên xwe derneketiye.
Ev çi pitpita te ya vala ye bavê min?
Mîna gêjekî ku şev lê geriya be di nav sûk û bazarên siyasetê de li dora xwe şaşmayî dizîvire li te hatiye. Normal e bavê min, madem tu kurdî û bê dewletî normal e. Her tişt normal e. Berî ku tu ji min bipirsî û bêjî çima, ez ê bersiva te bidim.
Tu tim dibêjî ez netew im, çima cihê min di nav "Yekîtiya Neteweyan" (UN) de tune ye. Normal e, ji ber ku ev rêxistin yekîtiya dewletan e û tu jî bê dewletî, tuyê bê cih bî li wir. Ez ya qeşartî ji bavê xwe re bêjim:
- Mane tu bê dewletî naxwe normal e.
Wekî din, gava li welatê te di teqînekê de bi dehan kurd bên kuştin, serokên dewletan li hemû cîhanê serxweşiya serokekî kurd nakin. Ew serxweşiya serokê dewleta ku welatê te girtiye bin destê xwe, dikin. Dema rojnamevanek tê û dipirse hûn çima wiha dikin, dibêjin ew dewletan tenê muxatebên xwe dibînin. Tu jî bê dewletî, tuyê çawa ji wan re bibî muxateb?. Ji ber vê normal e gava sed kurd bên kuştin û birûskên sersaxiyê ji serokê serdestê te re herin. Dibe ku wî bixwe ew kurd dabin kuştin, dîsa jî normal e. Yê xwedî dewlet ew e û ne tuyî. Madem serokê dewleta tu lê dijî ew e û tu bixwe bê dewletî normal e bavê min. Divê tu xwe ji ber van tiştan aciz nekî.
Gava tu bi zimanê biratiyê mafê xwe dixwazî, normal e ew qerfên xwe bi te bike, ji ber ku wî ew maf bi devê tivingê ji te stendiye û ne bi zorê be wê nede te. Lê gava tu jî bi devê tivingê û bi zorê mafê xwe dixwazî, normal e ewê te wekî terorîst binavbikî, ji ber ku tu bê dewletî û tu çekan li hember dewletê hildidî. Wisa jî normal e dema ew te wekî terorîst nîşan bide, hemû dewletên hevalbendên wî te terorîst nîşan bidin. Wisa jî xwîna te ne tenê li welatê te, lê li hemû cîhanê helal dibe û her kes li herderê dikare te bigre, te bikuje, te erzan bifroşe, normal e bavê min. Her tişt normal e.
Wisa jî welatekî wekî Almanya yan Swêd di şeveke tarî de û dûrî çavên kamîreyan dikarin te mîna berxikekî ber kêrê transferî "dewleta" te bikin û te bidin dest desthilatdarên wê dewletê. Dema tu biqîrî û bibêjî ez kurd im û welatê min Kurdistan e, ewê bi xwîneke sar li te vegerînin. Erê, lê ka ji me re bêje di pasaporta te de çi hatiye nîvisandin û navê kîjan welatî li sere. Mebesta wan dewlet e, tu ayidî dewleteke din î ku ne peyva kurd û ne jî peyva Kurdistan tê de heye. Tuyê neçar bimînî serê xwe bi xemgînî berdî ber xwe, ji ber ku tu dizanî ewropayî ne ji axavtina merivan, lê ji dokument û agahiyên nivîskî bawer dikin.
Normal e bavê min, yan wê te bidin dest wan, yan ewê bixwe te bigrin, yan jî wê navê te li cem xwe di lîsta reş xînin û wê te nekin hemwelatiyê xwe û wê tu alîkarî jî bi te re nebe. Ew jî normal e, ji ber ku ew alîkariya bi te re bibe wekî alîkariya bi terorîstan re dibe, tê hesibandin. Ji ber tu bê dewletî sitara te tune, pişta te tune, cihê bi ewle ji bo te tune, ji ber vê normal e çi bê serê te bavê min. Tu neçar î ku tu zimanê xwe daqurtînî û qebûl bikî. Normal e tirk te ji Rusan bi çend teneke genimê ûkranî bikirin, wisa jî normal e Nato xwîna çend hezarekî ji kurdan bifroşe wan, da ku Swêd û Finlanda bibin endam. Wisa jî normal e, Swêdî yan Finlandî yan alman çend libekî ji we bidin dest hevalbendên xwe yên tirk. Bazara cîhanê ya siyasetê mezin e û her ku tevgera kirîn û firotinê germ dibe, berî her kesî kurd tên bîra wan. Jixwe ya herî normal ev e bavê min, tu dewlet hemwelatiyên xwe nafroşe kesî û yê ne hemwelatiyê tu dewletan tenê tuyî. Ji ber vê madem tu kurd î naxwe normal e tu bibî cihê bazara kirîn û firotinê, talankirin û malwêrankirinê, jiholêrakirin û qirkirinê. Hemû normal e. Dewleta te hebûya wê ew xwedî li te derketibûya. Madem dewleta te tune, normal e dewletên din goştê we bixwin û hestiyên we li hevdu parvebikin. Her tişt normal e bavê min.
Ji xwe ji berê ve hûn wekî terorîst hatine naskirin. Kurd maşellah ev çil salên wan e dibêjin em çil mîlyon in, yanî bi kêmanî pêncî şêst mîlyon hene û ji roja roj ve têne kuştin. Ma wê dinya xerabibe çend libek ji wan bibin qurban ji bo parastina van welatên ewropayî yên demokrat. Ma ne normale gel o?
Li şûna ku di şerên li ser wan çiyayên dûr de bê qîmet herin, hema bi kêmanî li vir ev dewletên demokrat hinek qîmet didin kurdan, dema wan li hember tiştekî, li hember daxwazên xwe, difroşin serdestên we.
Mane tu kurd î û bê dewletî, naxwe normal e tu bê radestkirin, tu bê girtin, tu bê kuştin, tu bê firotin, çermê te bê selixandin û ji kûçikan re hestî bêne parvekirin. Normal e tu di qorzîkeke teng a kolanekê de bê sekinandin û Ewropaya demokrat û xweşik serê te bitewîne û hem bi ser serê te de û hem jî bi ser dîroka xwe de bimîze û te radestî kujerê te bike. Dikare her tişt bibe, mane tu kurdî, naxwe normal e bavê min.

Hin Nivîsen Nivîskar
Hemû Nivîsen Nivîskar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

  • 19 P??per 2010

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexsî re tune ye. Di vê...

Ramana "Ez ê yekî bikujim" ji çîrokeke min hatiye girtin...

  • 18 R?bendan 2009

Pêşgotinek e kurt:Berî ku romana Firat Cewerî ya bi navê "Ez ê yekî bikujim" têkeve destê min, di çend gotarên danasîna vê romanê de, gava...

Menaf Osman kî ye û li ku ye?

  • 01 T?rmeh 2008

Ev zêdeyî bîst salan e ku li welatê kurdan şerekî zehmet û dijwar heye. Di vî şerî de bi hezaran bûyer, qewimandinên hêjayî nivîsandinê,...

Helîm YÛSIV kî ye?

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Nivîsên Nû
news

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Mîrza Ronî
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

"Ji bo Wanê Pop" li dar dikeve

ad

2017: Jinên stranbêj ên herî zêde pere kar dikin

ad

Hejmara xwendekarên kurd di YÎBO'yan de

ad

Dînemek ji zivistana Qersê

ad

Girgirê bersiva Bagiş da

ad

Vaye 'Kawayê Min' hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'

  • 02 06 2023
news

Di Edebiyatê De Jin

  • 03 06 2023
news

Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin

  • 02 06 2023
news

Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'

  • 02 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname