Gundî tev li mala Hesenê bedilkurt civiyabûn. Wekî her carê Eliyê Bavê Evdal rê nedida kesekî din biaxive, wê şevê jî axaftin qubale girtibû. Geh dibû pale dasika xwe tûj dikir, geh dibû şivan bilûr lêdida û geh dibû evîndar jin li dora xwe kom dikirin! Gundî neçar diman axaftina wî guhdarî dikirin û her gav serê xwe ji axaftina wî re dihejandin!
Ciwanekî ku wê şevê nû hatî dîwana wan, hew xwe li ber axaftinê Eliyê bavê Evdal girtibû û bi xew ve çûbû. Eliyê Bavê Evdal çargavî axaftina xwe dibezand, hew dît ku ciwanekî li wî guhdarî nake û bi xew ve çûye. Aliyê Bavê Evdal ji nişke ve axaftina xwe radiwestîne û ji kesê li ber kêleka wî ciwanî rûniştiye re dibêje:
- “Qurmîcikî li kaba wî ciwanî bide gidî, çawa xalê xwe Elî guhdar nake?"