Di vê nivîsê de emê qala belgefîlmekî bikin, pêre jî dê rewşa kurdî, rewşa jiyana kurdên me yên li gundên me derkeve holê. Kerem bikin.
Derhêner Muhammet Beyazdag li gomekî Mûşê belgefîlmekî bi navê “Her şey yolunda” kişand. Belgefîlm di çarçoveya 15’emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist de hat nîşandayîn.
Keçikek 12 salî, li gund diçe gavaniyê. Xeyalên wê hene. Dixwaze bixwîne, dixwaze bibe mamoste. Keçikeke ku baş bi kurdî dizane. Em dibînin bi birê xwe re, bi bavê xwe re bi kurdî diaxive.
Beyazdagî belgefîlmekî sade, xweşik kişandiye. Rewşa wê derê, rewşa keçikê xweş aniye ziman. Û belgefîlmê xwe diyarî Ceylanê kiriye. Sihet xweş.
Lê ew çi ye? Keçik bi kurdî dizane, diaxive lê di dengê derve de, di cihê ku roportaj pêre hatiye kirin de keçik bi tirkî diaxive, bi tirkî bersivê dide. Hin cihan em dibînin bi têra xwe xweşik nikare bi tirkî derdê xwe vebêje jî, lê bi tirkî bersiva pirsên derhêner dide. Gelek bala min dikişîne.
Piştî belgefîlm ez û Muhammet Beyazdag em rûdinin. Dibêje, “Bi rastî min mudexele nekir. Min got dixwaze bi kîjan zimanî bersivê bide, bi wê bide, lê wê bi xwe tirkî tercih kir.”
Beyazdag bi xwe jî ji Mûşê ye û bi kurdî baş dizane. Jixwe em bi kurdî sohbetê dikin. Ez dixwazim çimaya meseleyê fêm bikim, dibêje, “Bawer bike ez jî nizanim. Binêr, diya min baş tirkî nizane, dema em ji Stenbolê diçin gund, bi wê re jî bi tirkî diaxivin.”
Ez dibêjim “Îhtîmal e Stenbol di serê wan de tirkî be û dema kesek diçe bi wan re tirkî diaxivin?” dibêje, “Dibe, lê tiştek ecêb e.”
Erê bi rastî jî ecêb e.
Ev yek hin tiştan nîşanî me dide: Li gundekî herî dûr, li gomekî jî zarokên herî biçûk hînê tirkî bûne ligel ku hê bi kurdî dizanin jî. Û dema kesek ji derve tê kurd be jî wiha hîs dikin ku divê bi tirkî biaxivin. Rewş hatiye wê astê ku tirkî di serê wan de bûye zimanê serdest, zimanê bilind ku divê pê bê axifîn. Belkî sedemên din jî hene.
Belgefîlm vê xala balkêş û ecêb tîne ber çavên me, lê ji bilî ziman tişteke din jî nîşan dide. Keçik dixwaze here Stenbolê. Gund ji bo pêdiviyên wê yên jiyanê nabe bersiv. Zehmet e. Market nîn e, jiyaneke civakî tune, dibistan tune ye. Dibêje, “Siz iki gun geliyorsunuz, sizin için her şey yolunda gorunuyor, ben de iki gunluge gelsem, bana da burasi guzel olur” (Hûn ji bo du rojan tên vir, ji bo we her tişt xweş dixuye, ez jî ji bo du rojan bêm vir dê ev der ji bo min xweş be).
Di vê xalê de jî rewşeke din heye. Li cihek pêdiviyên mirovan neyên cih (li gor ku em di belgefîlm de dibînin, ji bo vê keçikê dibistan, market, jiyanek rehetir) li wê derê dê mirov birevin helbet. Bînin bîra xwe ku pêrar nûçeyek hebû li ser Başûr: “Di du mehên derbasbûyî de zêdetirî 11 hezar kesan li sînorê parêzgeha Duhokê daxwaza vîzeya Tirkiyê kirine, ku hejmareke zêde ji wan xort in û hejmarek ji wan xwe gihandine Ewropayê.”*
Helbet li Başûr rewş bi awayekî din, li Bakur rewş bi awayekî din xwe nîşan dide. Belkî li parçeyên din jî bi awayê din… Lê rastî li holê ye: Pirsgirêkên me hene, pirsgirêkên gelek û gelek cidî. Ji ziman heta jiyanê. Pirsgirêk çareser nebin dê rewş her ku here xirabtir bibe. Kî dê pirsgirêkan çareser bike? Ez nizanim.
***
Çend gotin jî der barê Muhammet Beyazdag de: Derhêner Muhammet Beyazdag di sala 1989’an de li Stenbolê hatiye dinê. Ji Mûşê ye. Piştî dibistanên pêşîn li Zanîngeha Akdenîzê di Beşa Sînema Radyo Televîzyonê de xwendina xwe ya li zanîngehê temam kiriye. Wî heta niha çend belgefîlm kişandine ku vê xebata xwe didomîne. Bi van belgefîlman hin xelat jî girtine.
Belgefîlmên wî ev in:
- Tanrinin Genleri / 2012 (Ligel Orhan Konyali kişandiye)
- Zarok / 2013
- Çîrok / 2014
- Minibus, 26 deqe, 2016
- Kentsel Suretler, 22 deqe, 2018
- Her şey yolunda, 23 deqe / 2022
Belgefîlmê "Her şey yolunda" îsal hatiye kişandin û yekemîn car di Documentaristê de hat nîşandayîn.
***
* Xortekî Kurd li ser sînorê Yunan-Tirkiyê canê xwe ji dest da / Rûdaw