Pirtûka helbestvan Yehya Omerî ya bi navê “Nêrgîza Li Defterê Bişkivî” pirtûkeke dijberî modernîzmê ye. Parêzerê xwezaheziyê ye. Redkirina jiyana modern û hemêzkirina jiyana xwezayîn felsefeya nivîskar dixuye. Di bingeha helbestên me de monologên nivîskar ên aciziya wî xwe bi awayekî derhişîn didin der û bi awayekî eşkere ber bi çavên me dikevin. Nivîskar bi hemdê xwe ji jiyana betonîzmê û avahîzmê aciz bûye, bi şêwazeke redkirînî di helbestên xwe de verêsiyaye û teyisandiye. Her wiha nivîskar di monologên xwe de dûrbûneke hundirîn bi ber xwe ve tîne û nêzîbûneke hundirî jî dûrî xwe ve dibe. Di navbera dûrbûn û nêzîkbûnêkê de hebûneke aciziyê û tenêtiyê diesirîne. Hebûnek li betonên hesinî diqewime û vedigere bîranînên xwe yên xwezayîn, xwezahezîn xwezaperestîn, paşê şiyar dibe û dinêre hebûn, xwezayîn û xweza ji dest veçûye û diçe, loma difikire, difikire û xwekuştinek têyî bîra hebûnê, di hebûna xwe de diçe û tê, di vê hebûna xwe de; xwe dijî, hezê dijî, reşbiniyê dijî, tenêtiyê dijî, îxanetê dijî, dûrbûn û nêzîkbûnê dijî, sebir û bêsebiriyê dijî, her wiha heyînek di navbera dûrbûn û nêzîkbûneke xaçerêka wê di heriyê de mayî dijî...
Berî ku behsa hevok û risteyên helbestên xwe bikim ez ê piçekî behsa anatomiya têgehên helbestên xwe bikim. Di gelemperiya helbestan de têgehên wekî acizî, tenêtî, dûrbûn, hez, xwekuştin, sebir û bêsebirî û reşbînî desthilatdarî li metna me kiribû. Loma em ê helbestên xwe di vê çarçoveyê de binirxînin. Helbet min ji helbestan hin hevok û riste wergertine û li gor van hevok, riste û têgehan em ê metna xwe ya helbestê di bêjinga rexneya xwe de têwerbidin.
Di bîst û du saliya min de
dilê'm pelek bû
Nedisekinî li ber ti bayî
Ranediza li bin ti ezmanî
Dema em li vê risteyê dinêrin em têdigihêjin nivîskar behsa xortaniya xwe, heycana ciwaniya xwe dike, her wiha behsa heycana zarokatiya xwe jî dike, çimkî ew heycan di tu ciyan de hilnayên. Stêrka wê heyecanê li te ezmanî tune ye. Kelecana ku di wî temenî de piranî ling li hewa û serî berjêr ve dimeşe. Belê di bîst û du saliya xwe de mirov heyecan, arezûyên û zewkên herî di lûtkeyan de di wê serdemê de dijîn. Nivîskar di berhema xwe de tim diçe bîranînên xwe û xwe di bîranên xwe de winda dike. Esas nivîskar dixwaze di biranînên xwe de bijî, naxwaze were vî zemanî, zeman, mekan û serdema niha red dike. Yanê nivîskar diçe zemanekî din, di dema niha de diçe dema borî û di navbera du zemanan de helbestê xwe dirêsîne. Dema dirêsîne nivîskar bi helbestê xwe re şa dibe. Bi helbestê xwe re radizê û bi helbestê xwe, xwe tedavî dike. Bo nivîskar helbest antîbiyotîk e û ji kul û derdan derman e. Antîbiyotîka nivîskar jî helbestên wî ne.
*
Destên te dibînim ji dûr ve, tarîxe sor dizeyînin
Çiku min çi hebe digindire kendalê jibîrkirinê
Dema em li vê hevokê dinêrin em fêm dikin ku tarîx bi xwînê hatiye boyaxkirin. Afirandina tarîxa kesan û an jî civakekê welew miletekî tim bi xwînê hatine avakirin. Loma bo avakirina tistekî rûxandin hewce ye. Nivîskar behsa tarîxeke sor dike. Wê çaxê meriv fêm dike nivîskar gotina" tarîxa sor “wekî metafor, sembol û nîşanekê bikartîne. Ya ku em ê ji vê metaforê fêm bikin herhal avakirina tiştekî ne ewqasî rihetbûn e û zûbizû jî neçêbûne. Bo avakirinekê mixabin xwîna sor-tarîxeke sor pêwîst dibe. Nivîskar behsa bindestiya me dike, behsa civaka kurd dike, behsa dîroka wê ya bixwîn dike.
*
Min bêriya rêveçûna te kiribe, şikestibin nivîştên min
Bizan wilo nîvco û şikestî me
Birîn bi birîn şax dide û helbest vedide aciziya min
Dema em li vê risteyê dinêrin, em dibînin nivîskar aciziya xwe, tenêtiya xwe bi awayekî monologîna hundirîn nîşanî me dide. Şikestinên xwe, bîranên xwe, niviştên têkçûyîn û birînên xwe bi helbestê derman dike. Yanê helbest ji nivîskar bûye melhem û bi birînên xwe de dide. Em dikarin bibêjin nivîskar derd û kulên xwe di deftera xwe de dibişkivîne. Belê deftera derd û kula ye û heman demê deftereke redkirina jiyaneke modern e. Redkirina hesin û avahiyên modern in û parastina natûralîzmeke xwezayî ye.
*
Dubare bêjim demeke pir dirêj e li demança birayê xwe difikirim, pê re birînên har, pêr re nifir û xweziyên kor, difikirim li kêra wan a bengiyê bedewiya min lew dizanim kêrên birayên min bi zibaretî hez ji koncala pişta min dikin.
Ev riste ravekirin û vebêjiya îxanetekê ye. Çimkî nivîskar dibêje: “Kêrên birayên min bi zibaretî hez ji koncala pişta min dikin.“ Yanê dibêje em kêra xwe ji şipar ve li birayên xwe dixin. Em derbên giran ji birayên xwe dixwin. Helbet ev bira metafor e. Biratiya ku nivîskar behs dike biratiya navxweyî ye. Yanê em nabin yek, Cegerxwîn bi bîra me tîne nivîskar. Em nabin yek û loma neyar toximê xirabiyê û îxanetê di navbera me de diçînin. Civak û miletê me nabin birayên hevdu, bi hevdu re ne dirûst in. Loma em tim têk diçin. Em dikarin vê risteyê bişibîne çîroka Habîl û Kabîl jî ji ber ku du birabûn yekî başî yê din nebaşî hilbijart û bû sedema pevçûna du birayan û şerekî dijwar di navbera herduyan derkete. Welhasil nivîskar di vê risteya xwe de behsa civak û miletê me dike. Haa! Dibe ku raterast behsa du birayan jî kiribe, çimkî gengaz e, ji ber ku di her civakên bindest-serdest de jî gengaz e du bira hevdu bikujin.
*
Bêje dengê orfeusê dîn di çeman de kuştine
Xwîna wî li şitlên bihuştan kirine
Destên li bejna bêsebiriya wî kirine
Gelekî ji wî hez kirine û bi xwîna wî avên di çeman şûştine orfeus wisa hiştine
Ez û orfeusê dîn di odeyên mezin
Ên wê dîroka bi rik de ji bîr kirine.
Dema em li hevoka jor û risteya jor dinêrin em fêm dikin nivîskar xwe û orfeus dişibîne hevdu, xwe wekî orfeus dibîne. Helbet nivîskar ewil behsa çîroka orfeus kiriye û paşê vegeriyaye ser xwe li ser xwe kitekit hiziriye û paşê xwe û orfeus daye berhevdu, danberhevdukirina xwe û orfeus jî helbet nîqaşeke din e. Çimkî nivîskar xwe û orfeus bide berhevdu dêmeg xwe di radeyekê de, xwe di dikekê de, xwe di astekê de dibîne. Îcar xwe di astekê dîtin bo helbestvanekî ne taloke ye gelo? Helbestvan dilnizm in. Çimkî kana helbestê xwe digihêjîne dil û paşê jî dil bi êqil tê strandin û helbest dertê holê loma a ku ji dil binizile hest e, kesên xwedî hest bi rehm û dilnizm in. Lê aşê êqil dîktatoriyê û faşîzmekê jî bi xwe re tîne. Loma divê hevirî hestê neyê jibîrkirin. Îcar heke nivîskar wekî orfeus xwe dîn û di heman odeyê de be, ev danberhevdukirin e. Xweşibandineke û heman demê xwe wekî orfeus dî ye. Helbet dînîtiya ku nivîskar behs dike çi ye? Dînîtiya biyolojîk e, dînîtiya entelektuelî ye an jî dînîtiya xwe li dînîtiyê danîne. Helbet ya bo wêjeyê girîng dînîtiya entelektuelî ye. Bawer im nivîskar jî xwe di vê astê de dibîne.
*
Niha cih nîne lê rûnêm da nazenîniya pelê wê ji ber bikim
Belkî li ser axa wê ya dilovan ji hişê beton û hesinî pa bibim.
Li kû be av li wira ye beybûn û bextewariya kesk
Li odeyên hesinî doş dibim
Ku sedan sal in her bi xwekuştinê lê dixebitim.
Barê min piştek bîranîn
Dimeşim li jor min dengê betonan
Dikan û mixazeyên ku tengasiyê belav dikin
Li tenişta min siya hesinî ya aciziya min
Aciziya min hesin
Û ev hesinên ji mayîna dirêj û bi gazinan in
Ditegijin, yê min jî
Bi demê re zingar digirin destên min
Belê nivîskar di van hevok û risteyên xwe de nerazîbûna xwe ya li hember logosê an jî redkirina modernîzmê daye der, nivîskar redkirina betonan, mixazeyan û hesinan dike. Çimkî bi awayekî mîmarî û teknîkî ev alav û sembolên modernîzmê ne. Modernîzm jî sembola logosê ye. Helbet modernîzm ne tenê sembol û nîşana logosê ye, di bingeha wê de eros jî heye. Lê belê bêtirîn logosîk e. Yanê şoforê modernîzmê aqil e. Nivîskar vê dijberiya xwe ya li hember şofortiya logosê tîne ziman û xweza, xwezaheziyê û xwezaparêziyê tîne ziman. Em dikarin bibêjin nivîskar xweza û xwezaparêz û xwezaheziya xwe jî bi vê hevokê tîne ziman: “Li kû be av li wira ye beybûn û bextewariya kesk" dema em li vê hevokê dinêrin bê çiqasî xwezahezbûn û nerazîbûna xwe ya li hember betonan û hesinan tîne ziman. Talî avakarê avahiyan, mizexaneyan, beton û hesinan mirov bi xwe ye. A ku mirov diafirîne dibe ku logosîk be û dibe ku hestwarîk be jî. Loma modernîzmê serdestî li metna nivîskar û li nivîskar kiriye, ji ber van sedeman nivîskar li xwekuştinê radikişîne, Sartre dibêje, "Întihar ne revek e, redkirinek e.“ A ku nivîskar niha di metna xwe de tîne ziman asas redkirineke jiyana modern û postmodern e. Loma ne wekê revekê wekî redkirinekê nivîskar întîharê di metna xwe de bicîh kiriye. Îcar dibe ku têkçûneke li hember modernîzmê be jî, çimkî îhtîmal e, nivîskarên xwezahez û erosîk li dijber jiyana modern û postmodern têk biçe. Camûs jî wekî serîhildanekê dibîne. Talî herdu nivîskar û feylesof ne ji ber qelsbûna wan in. Berevajî ev xurtbûna wan destnîşan dike ku xwe li xwekuştinê radikêşîne û redkirinekê berbiçavî me dike.
Her wiha nivîskar di helbestên xwe de behsa hez û eşqê jî kiriye, di gelek helbestan de eşq hebe jî di piraniya helbestan de bîranîn, tenêtiya monologîn a hundirê nivîskar, acizî û diltengiya jiyana modern, avahî û mîmariyên modern nivîskar kiriye mijarên helbest û risteyên xwe, her wiha nivîskar niqrîskên heyîbûnê û hebûnê jî dikêşe di helbestên xwe de. Helbet cihê cihê mijar hebûn lê belê mijarên û têgehên serdestî li metnê û nivîskar kiribû me xwest em li ber çavan raxînin...