Konê folklorîzmeke empresyonîst
Çav neynika hiþ, binhiþ û derhiþ e. Guh, neynika guhdarîkirina rih e. Çav û guh neynika rih diteyisîne. Heman dema çav û guh du organên psîkoanalîtîk e. Ji hêla temaþekirinê û ji hêla bihîstin û guhdarîkirinê ji êqil, hiþ, binhiþ û derhiþ re dibin organên psîkoanalîtîkê. Þîrovekirina dîmenan û guhdarîkirina derdoran ji hiþ û êqil dibin alav û van alavan an jî agahiyên guh û çav dibin sersebebên nîqaþên estetîk, kaotîk, kompleksîf, derûnî û psîko-felsefîk û hwd. Yanê bi taybetî du organên girîng e di jiyana mirovan de û civakê de, çimkî her du organ carinan dibin sersebebên psîko-civakî û carinan jî dibin sersebebên estetîk yên rihî û psîko-civakî jî. Yanê esas talî bi nêta civakê û kesan ve girêdayiye bikaranînan çav û guh. Çimkî çav û guh neynika hiþ, êqil û binhiþ û derhiþ e. Di romana “Warê Firaran“ a nivîskar A. Bedir de du organên serdest hene. Yek jê çav e, û ya din jî guh e. Loma min xwest piçekî behsa çav û guh bikim. Îcar em werin ser romana xwe:
Dema min dest bi romana Warê Firaran kir, ez pir bi heyecan bûm, pir bi hêvî bûm. Belê ez behsa romana Warê Firaran dikim, behsa romana A. Bedir dikim. Belê xweseriyeke û taybetiyeke nivîskar a zimên heye, lê ne ew qasî, belê mijareke folklorîk a ku qinê xwe ji qetlîama Geliyê Zîlan distîne heye, belê sewta dengbêj, eþqa Siyabend û Xecê , Têlî û Filît, Mem û Zîn û hwd heye ser çavan û ser seran, lê belê dema min rûpelên romanê her ku diqulipand, ji ducarbûnan an jî ji peyv û gotin û hevokên dubarekî ez xeniqîm. Belê nivîskar çavdêriyên xwe bi þêwazeke monologîn vedihone. Lê belê nivîskar zêdeyî xwe bi heman mijarê û bi heman peyv, hevok û paragrafên xwe dihone. Loma gengaz e ku xwendevan ji vê þêwazê aciz bibe. Dibe ku nivîskar bêje ne xema min e, ew jî bijartineke helbet. Lê belê hêviya min têk çû, çimkî li hember romanê min tehma devê xwe û devê hiþê xwe xweþ kiribû.
Helbet di romanê de tiþtên xweþ jî hene, wekî mijara folklorê, mijara eþqên folklorîk, mijara dengbêjan û sehneyên empresyonîst yên folklorîk, deng û qêrîna nivîskar a monologwarîn, dikarim bibêjim dubarekirinên nivîskar ji ber ku dixwaze bêyî dîtin (çav) nivîskar ji ber ku pir temaþe kiriye û temaþeyê hez dike û temaþekirina xwe verêsiyaye loma jî xwestiye temaþeya bingeha hiþê xwe û dîtinên xwe bi me temaþekirin bide, dixweze bêyî dîtin.
Nivîskar xwestiye folklorîzma wî, zimanê wî, taybetmendiyën wî bêyî dîtin. Têgeha dîtinê û gotinê li cem nivîskar taybet dixuye. Çimkî di romanê de peyva “Go" yê werkî têyî gotin êdî meriv ji rê derdixîne. Carinan min digot qey ez di hundirê odeyê de diçim û têm, diçim û têm. Yanê tim heman dubarekirina mijarekê û gotin û peyvan dihatkirin. Ji romanekê wêdetir diþibe vegotina kesên dibêjin. Nivîskar di romana xwe de ji hedê xwe zêdetir van peyvan bikartîne: “Go, digo, digotin, gotin, gote" û hwd. Yanê diþibe vegotina vegotvanan. Kî dibêje û vedibêje û vedigote ne diyar e. Ango mijareke, karekterekî an jî karakterên rasterast tune ye. Em di romanê de tenê deng û þexsê Piltanê dibînin, ew jî pir zêde xuya nabe. Yanê meriv nizane meriv romanekê dixwîne. Bêtir meriv dibêje qey nivîskar heman mijar û dîmenan bi sêwazeke dîtinî, temaþeyî û gotin û vegotinî berbiçavî me dike. Helbet têgeha dîtinê girîng e û têkiliya wê bi çav re heye. Loma jî a ku bi çav re girêdayî be, heman demê bi meraqê jî ve girêdayî ye. Meraq jî bingeha wê jê yek xwestin û xwestek e. Bingeha xwestek û daxwazan jî xwe digihêjîne zarokatiyê. A ku bi zarokatiyê ve têkîldar be, gengaz e bi psîkoanalîkê ve jî girêdayî be. Loma nivîskar daxwaza xwestekan dike. Lê xwestekên çawa? Çi dixwaze? Çima dixawze? Mesele girîng e helbet. Ji ber vê xwesteka nivîskar û dîtinê roman zêdeyî xwe dubare bûye. Yanê di romanê de serserbebê dubarekirinên peyv û gotin û hevokan xwestek û daxwazên nivîskar. Çimkî xwestekên û daxwazên zêdeyî xwe dubarekirinê bi xwe re ava dike. Çimkî tiþtên ku meriv zêdetir û zêdetir bixwaze piranî meriv dubare dike. Wekî zarokên zêde tiþtan dixwaze û heman peyv û hevokan dubare dikin. Sedema wê jî ji ber xwestek û arezûyên mirov e. Sebeba vî tiþtî jî ji ber xwestina bêyî dîtinê ye. Talî dinya sehneyeke û her kes dixwaze bê dîtin. Lê dîtineke çawa? Zarok jî dema tiþtekî pir dixwazin, heman tevgerên xwe dubare dikin. Yanê di heyatê de jî ev rastiya heye, a ku têyî xwestin, her daîm dubarekirinek pê wê re tê. Loma jî nivîskar di peyv û hevokên xwe de têra xwe dubarekirin kiriye.
Mînakin ji romanê: “Li wan zozanan, li wan waran, li wan êlan, li wan çîmenan, li wan rastan, li ber belekiyan di nava hezar kulîlkî, kulîlkên bi hezar rengan, hezar bêhnan da... Bêhnên þêh, rengên kumêyt, dengën nûzîn, nûzîn, li ber zînan, li ber zînên dengan, dengên dengbêjan; mîna koçê, li wî konî... Ew koça; koça bayê, koça çêrê, koça avê, koça xezalan, kendalan, koça kewê, koça hespan, ber bi warê sûrevêtkan; koça çilan, koça çiyan... Ber bi wan kavilan...”(rp, 35) Dema em li vê paragrafê dinênirin em heman frekans, þêwaz, dubarekirin û rîtmê dibînin. Loma peyv û hevokên dubarekirî, sehneyên temaþekirinê û guhadarîkirinê her daîm serdestî li nivîskar û metna wî kiriye. Esas temaþekirin û guhdarîkirin duhêliyên organên mirovan ên serketî û baþ in. Çimkî bi saya temaþekirinê û guhdarîkirinê analîz têyî kirin. Bi saya van lebatan hiþ û aqil tevdigerin. Helbet lebatên mirov yên din jî girýng in. Lê girîngî û taybetiya çavan tiþtekî din e.
“Lê dida wan durufên þêh. Li kon þêh, bi ser xalîçê þêh, li ser wê xalîça di binê dengbêjan de þêh, bi nemûþên mêrgan, mêrgên bi nexþên zoman þêh... Go kumêyt bûn havîn; go, kumêyt bûn bihar; go, þêh bûn payîz. Þêh bûn kulîlkên sipîtangê, þêh bûn kulîlkên çevga; go, kumêyt bûn mora xaþxaþkê, go, li mêrgê, li zomê. Þêh...Go sîha kûlîlkênþêh ketibû li ser demsalan, li ser kirên zozanan, li ser terazînên palan, li ser mêrgên li ber qorixan, li ser zozanên ku mexelê kavir, mexelê hogeç, mexelê beranan lê, lê raxistî. Go, þêh bûn, go kumêyt bûn zozanên, mêrgên li wê der, li wê dorê. Go, þêh bûn...”( rp, 77)
Dema em li vê paragrafê dinêrin em fêm dikin, gotin û peyvên dubarekirî tijî ne. Ev tenê mînakeke di romanê de dubareyën ji vê paragrafê zêdetir tijî hebû û hene. Her wiha dema em li paragrafa xwe dinêrin em fêm dikin zimanekî nivîskar yê xweser heye, heman demê bêhna empresyonîzmeke folklorîk ji paragrafa me difûre. Dengê hesp û dengbêj û zozanên bi kulîlk bi dengvedaneke folklorîk bangî çavên me û guhên me dike. Ev romana çav û guh e. Bo guhdarîkirinê û bo temaþekirinê hatiye nivîsandin. Loma jî ne bo fêmkirinekê, hewceyî fêmkirinê nake, jixwe dema temaþeyî dîmenên romanê û guhdarî dengê dengbêj û eþqan bikî jixwe em ê fêm bikin. Belê nivîskar xwestiye dengê dengbêjan û ziman û felsefeya dengbêjan, bingeha wêjeya dengbêjan berbiçavî me bike. Lê çiqasî bi serketî ye ew jî bi xwe pirseke din e. Xwestiye xwezaya deng û dengê dengbêjan û zimanê wan yên xwezayî berbiçavî me bike. Her wiha di dengbêjan de û di dengên wan de wekî em dizanin, eþq, erotîzm, pornografî, arezû, zewq, xwezabûn, monologên hundirîn, neteweperwerî, ziman, welatparêzî, civak, felsefe û kodên psîkoanalîzmê meriv dikare van têgeh û ramanan giþan bibînin. Helbet bi guhdarîkirinê û li ser hizirandinê. Îcar di romana me de van kodan kîjan mevcût e gelo? Welhasil romana me romaneke helbestîk e. Helbesteke folklorîk e. Wekî min go esas mijara romanê û hewla nivîskar, folklorîzmê, zimanê folklorîzmê, ziman û dengê dil û hizrên dengbêjan vebêje, xwestiye trajediya Geliyê Zîlan, dengbêj û eþqa denbêjan û derdê dengbêjan û eþqên folklorîk biteyisîne. Helbet ji vê hêlê ve romaneke serketî ye. Nivîskar analîtîka dengbêjiyê, folklorê, bingeha eþqên folklorîk yên dengbêjên me ji xwe re kiriye mijar û teyisandiye ziman û dengbêjiya xwe... Em dikarin bibêjin bi zimanê serhediyan, bi zimanê herêma xwe roman hatiye vehonandin. Devoka Serhedê desthilatdarî li metnê û nivîskar kiriye. Loma jî konê zimanê Serhedê xwe li ser hemû anatomiya romanê rapêçaye û raxistiye. Her wiha di temamiya romanê de peyva “Go” û “Digo” hatiye bikaranîn. Yanê kesên sêyem yek yekjimar û pirjimar û carinan jî kesên nediyar jî serdestî li metnê kiriye. Yanê wekî meriv li civatekê an jî li dîwanekê rûnên û guhdar bike, paþê jî kesên tiþtên gotine-gotibe û vegotine-vegotibe meriv îcar rabe bêje û vebêje. Loma jî em dikarin van pirsan bikin: “kê“ go û “digo” gelo? Wî, wan,” hwd... nivîskar hem temaþevanê dîmenên romana xwe ye û hem jî monologê romana xwe ye. Loma jî carinan ji ber dubarekirinên nivîskar, metnên Samuel Beckett bi bîra min dianî. Çimkî di metnên Samuel de meriv di heman cihê de diçin û tên. Yanê tim li xwevegereke nediyar e. Bêwate ye. Lê di nivîskar Bedîr de ne li xwevegereke bêwate ye. Heman metnê bi þêwazeke folklorîk û li dora heman ziman û mijarê re diçe û tê. Li dorê dizîvire. Ji bilî dubarekirin, dubarekirina heman mijar û zimanî xweseriyeke nivîskar heye. Em dikarin bibêjin nivîskar rahiþtiye keval û firçe û þovala xwe û li ser girekî Serhedê rûniþtiye û wêneyên hespan, dengbêjan, eþqa Filît û Têlî, Siyabend û Xecê dirêsîne. Êþa Geliyên Zîlan û hwd dirêsîne. Yanê em dikarin bibêjin romana me tabloyeke folklorîk a emresyonîst e.