Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir
Gava bihar tê û dol û newal dixemilin, li lalê me kela dilê mirovan radibe û pê li palîyan siwar dibin.
Bayê gelî li mirovî radibe. Bayê çiyayan gava li serê mirovî xist êdî erd bi esmanî bikeve jî çi kes nikare mirovî bigire, îleh divê mirov biçe pincarçinînê.
Bihar, li nik me berî her tiþtî terazinên kêrsyan, panavên newalên kûr e. Çimkî li van deran; rêvas û kivark, mendê û siyabo, karî û lûþ þîn dibe.
Bêhneke dî ku li salonên dûr, li wan bajarên li qeraxê behran dengê strana “darhejîrokê” tê tefandinê, jinên biskbadayî, mîna dêle pilingên çiyan, parzûnkên xwe dane nav milên xwe û ber mil û palên çiyê ketine. Xurcik heta nîvro tijî sîyabo bûye jî.
Sîyabo, serbarê hemî pincaran e. Bêyî nan dibe lê bê sîyabo nabe, nexasim jî li deþta Geverê, di nav xelkê Geverê de serpiþka hemû pincaran her ew e. Ew ne tenê serpiþk heman wext þêrpiþk e jî.
Ji aliyê din ve li Amedê tîma bajêr, Amedspor di play-offê de têk çû û dilê me mîna belgekî qurmiçand.
Ji bo terefgirên wsha bi coþ û sergerm bêguman leyîzeke wisa qels, cihê xembariyê ye.
Heçî Colemêrgî ne ji siyaboyê bêhtir kêfa wan bi hingedanê tê, heçî Gûzereþî ne ew miriyê karî û qaþimê ne, lê bêguman hemû jî siyaboyê datînin ser ser û çavên xwe. Heçî Geverî ne, bê sîyabo naçin mala cîranan jî û heke siyaboya wan nebe, çu carê mêvanan qebûl nakin.
Di ber çinîna sîyaboyê re darhejîrok tê gotinê.
Di ber strîna darhejîrokê re sîyabo tê xwarinê.
Di ber xwarina sîyaboyê re maça Amedsporê tê temaþekirinê.
Di ber temaþekirina maçê re hejîr û sîyabo tên rêtinê..
Axir. Çîrok dirêj e.
Aniha li warê me bihar e, gulan e; gulêna erd û esman e. Av rabûne, robar har bûne, newal kemilîne. Sîyabo þîn bûye, rêvas gihîþtine. Heliz hatiye ber dirûnê. Û darhejîrokan kate daye. Bîþî têr av bûne. Dehl tarî bûne. Zikê xwezayê li ber kepî ye.
Di vê qir û qiyametê de nivîskar bi inyad hê jî di kurdî de israr dike.
Qelemo bêje bêje
Derdê te pir dirêj e
Tu hibra xwe birije
Derman ke ruhê qirêj e
Bi kurt û kurmancî
Em ketine ber ba û boranekê
Berê me li pal û kendalekê