Te dî av piştî ji serokaniya xwe derçû ew ji xwe re coya xwe çêdike û dikişe û diçe digihêje qonaxa xwe. Pê de pê de di her dera tê re dixuşe jî şîn dike.
Hizir jî wiha ye. Heke ziman coya avê be, ava wê coyê jî hizir û bîra wê ye. Bîra ava me çend tijî be û çend zeynok be ew qasî coya avê qeter dike û ew qasî jî şûngeha xwe şîn û avedan dike.
Wekî tê zanîn, ev çend sal bûn bayekî sor li me rabû û bi carekê de me xwe di xaniyên xwe de qufilkirî dît. Dinyaya me ya derve teng bû û bi tengbûna dinyaya me ya derve belkî em ketin destkolê û hinekî ji neçarî me ew hundirê teng fireh kir. Bi çi? Bi xwendinê.
Heta mirov dikare bibêje ku vê xezeba reş, tenê qenciyek li me kiribû ku em neçar bimînin xwe bi ser rûpelên kitêban de xwar bikin û birîna xwe bi “xwendinê” kew bikin.
Xwendin, rêya herî teng, xaniyê herî fetisok bi tîşka xwe ronî dikir û bi carekê de bi pandemiyê re derfetên xwendina kurdî bi xwe re anîn pêş.
Yanî mimminoka me ya li ber mirinê, bi kotekî be jî piçekî xwe livand û perên xwe leqandin. Bayê ji ber perên vê pervanka nazenîn peydabûyî bi carekê de guhên weşangeran leqand û ew xistin nav pîkolê.
Kêm zêde ber bi sazîbûnê ve hin pêngavên biçûk xuya kirin, mîna projeyên weşandina pirtûkan û sazkirina hin bernameyan ji aliyê Avesta û Lîsê ve û hin weşanxaneyên din ve hişt ku li dora van “komikên nivîskaran” peyda bibin.
Helbet ev tiştekî pir normal e û reqabeta ser bingehê “avakirinê” ji bo hemî layenan bikêr e. Ligel barek kêmasiyên xwe dîsan jî ev keftûlefta bi van derdoran ketî kelecan xist dilê xwendevanên kurdiyê.
Nexasim ev sînerjiya komên xwendinê bi xwe re derxistî pêş, gavekê bipêşvetir bir û li dor “projeyên cur bi cur ên wêjeyî” dîwanên nivîskar û xwendevanan hatin sazkirin.
Divê serê pêşîn em destxweşiyê li Komên Xwendinê bikin, di dema herî tarî de wan nehişt çirayê kurdî yê libertefînê ji binî ve vemire û bi yekcarî herkes neçe ber golikan.
Van du salên dawiyê, hêjayî şayanê ye ku barek kitêb, nexasim jî roman hatin weşandin û barek werger bo kurdiyê hatine qelibandin û hê jî weşanxaneyên me mînanî berûka aşî ardê xwe dihêrin. Destxweşiyeke qelew li wan; nexasim li Weşanxaneya Lîsê, Avestayê, Nûbiharê, Peywendê, Sîtavê, Aryenê û yên dîtir. Di baxê îremê Kurdistanê de her yek ji wan guleke spehî ye û her yekî bêhn û rengê xwe yê taybet heye. Her avedan bin!
Îja ez ê niha piçekî pêdetir bajom nav lata zeviyê. Mebesta min baskên me ye.
Qasî tê dîtin, helbet ez behsa Bakur û kurmanciyê tenê dikim, li aresa meydana nivîsandina me, du baskên zil berçav dibin. Du dîskursên kurmanciyê hatine pê; yek ji wan kurmanciya Serhedê ya dîtir jî kurmancîya Botan-Berriya Mêrdînê.
Heçî ala Serhedê ye, di destê Kawa Nemir de ye, camêr li dora xwe çend qelemşorên Serhedî kom kirine û diçe ber derazinga kîjan weşanxaneyê koma xwe jî bi xwe re dibe.
Vê komê, edebiyata Sovyeta Kevin adapteyî kurmancîya niha kir û detsxweşî jê re ku baskek li kurmanciyê firehtir bû.
Heçî baskê Berriyê ye, li dora Lal Laleş, Abdullah Keskîn û zorbeyî nivîskarên di bin banê weşanxaneyên wan de dinivîsin jî pê ra. Helbet Rênas Jiyan, heta astekê ekîba Nûbiharê jî bêhtir nêzî diskursa Botan-Berriya Mêrdînê ne.
Îja ji bilî van her du baskên hinekî din, wekî take, serbixwe, belkî kurmanciya wan bêhtir navendî qasî Serhedî ew qasî Botanî, qasî Badînî ew qasî Berferatî..hene ku di navbera Xelo û Celo de asê mane.
Ez bi xwe jî xwe ji van takeyên serbixwe dibînim ku bi çu refan re nafirim; teyrê başîk im bi serê xwe di esmanê bêbinî de diçerixim.
Bila baskên edebiyata me bijenin û bi firê bikevin.