Di hunerên kurd de her lewn ne wekî hev xwedî derfetan e. Wekî mînak wêje! Wêje wekî pirtûkeke bi lêçûneke çar-pênc hezaran dikare bê çapkirin û wekî xwende, ji kîjan çînê dibe bila bibe her kes dikare di navbera pazdeh sî TL pereyên tirkan mehê du-sê pirtûkan bistîne û bawerim bi firotina çend sedî produksiyon yanê weşanger lêçûya xwe jê rake.
Muzîka kurdî jî her wisa, stranbêj dikare albumekê amade bike, qe nebe li ser torên înternetê albuma xwe belav bike; înternet heke derfeta jê pere bidestxistinê nede stranbêj jî lê bo hêsayî dengê xwe bigihîne muzîkhezan rêyek e.
Lê belê, du lewnên hunera kurd hene ku ew qas ne bi xwedî wê derfetê ne; sînema û şêwekariya kurd! Û bo wê yekê jî meriv nikare bêje sînema û şêwekariya kurd bi taybetî li Bakur û bi taybetî şêwekarî ew qas pêşketî ye!
Sînema; sînema-fîlm ne wekî lêçûna pirtûkekê yan ya çêkirina albumekê berevajî wan divê aboriyeke zêde jê re were terxankirin.
Paşê bo nîşandayînê jê re ewyanên sînemayan divên; di rewşa siyasî ya Bakur de deriyên eywanên sînemeyan ji fîlmên senaryo-çîrok kurd, ziman kurdî re girtîne. Pêvajo carê nerm bû ew jî bû para ‘Dema Hespên Serxweş’ û belkî yek du fîlmên din û vê demê nema dikare deriyek wisa li sînema-fîlmên kurd re vebe.
Astengek din cihê kişandina fîlman e; ne bawer im pergala tirk destûr bide kişandina flmekî bi azadî behsa çîroka xwe ya kurd bike…
Yanê çi? Yanê derhêner fîlmekî çêbike jî nikare nîşan bide û ew qas lêçûya xwe jê rake.
Dimînin du rê; yan wê li Başûr nîşan bide ku bi sê bajarên xwe ne bawerim sed hezar kes biçe lê temaşe bike, ku fîlmek bin sed hezarî re were temaşekirin li gorî butçeyê gelo wê lêçûya xwe derxe yan na? Yan divê wezerata ciwan û lawan pêştevaniya fîlman bike; dike nake nizam, heke ku bike karekî baş dike.
Û rêya din, divê ji ser şirîkeyên navneteweyî re fîlm li cîhanê bê belavkirin, ku bo vê yekê jî divê hem fîlm bi angaşt be hem jî dîplomasiyek xurt li pişt be, çiku serdestên kurdan dikarin ji kurdan pirtir pere bidin wan şirîkeyan da fîlmê kurd li qada navnetewî neyê nîşandan.
Yanê ji her alî ve şert û mercên pêşketina sînemaya kurd ne guncav in û diyar e heya demeke nediyar jî rewş bo sînemaya kurd wê wiha dom bike. Ji loma jî çendîn di tûrikê gelek sînemageran de seneryoyên baş hebin jî lê meriv nikare li gorî çend fîlman ku hê sektorek xwe çênebûye behsa hunera sînemaya kurd bike; ka çi astê de ye!
Dimîne çi, dimîne temaşekirina kurtefîlmên yek-du deqeyî yên ji lîjneyên mîhrîcanan re…
Wekî sînemayê yek jê hunera kurd a xwedî dezavantajan kevaljenî-şêwekariya kurd e!
Şêwekarekî/e profosyonel di şertên Tirkiyeyê de herî kêm divê salane bi deh hezaran deh kevalan bifroşe da karibe pê debara xwe bike.
Divê çîneke kurd a burjuvayî hebe qîmetê bidê, ji wan kevalan yekî bistîne li mala xwe daliqîne. Divê keval rengê kurd binimîne, heke ew nimand çîna kurd a burjuvayî ji ber bi pergala dagirker re danûstendinê de ye, ku bikujî jî ew kevalekî kurd dinimîne nastîne li mala xwe danaliqîne.
Bivê nevêyên bo rengê xwe nimandinê û pêşve çûyîna lewnên hunerê: Helbest, roman û çîroka kurdî bi xwendinê ‘rexnekirinê’ û bi qayîşkêşana pozîtîf pir bûye ber bi rengê xwe ve çûye lê şêwekariya kurd a ji vê yekê bêpar (ji ber nebûna bazarekê) di kîjan astê de ye?
Ji aliyê din ve divê meriv ji bîr neke, çawa ku romana kurdekî nivîsî ya ne bi kurdî ne malê wêjeya kurd e, çawa ku stranbejekî kurd straneke tirkî bistirê ew nabe muzîka kurdî ye, her kevalê şêwekarekî/e kurd wênandiye jî nabe mînakeke hunera şêwekariya kurd. Çiku çendîn şêwekar kurd be jî ji ber hêma ne kurd e wê bibe kevalê kurdekî/e lê nabe kevalê kurd!
Û yên wisa heyî pir in, ku bi min piranî dişibin ên kompîzîsyonên atolyeyên ku şagirtên xwe ji mamostetiya wêneyê re amade dikin lê dixebitin; teqlîdkirina kevalên sedsala 19-20’an a Ewropayê ya wênendina rûtiya jinan û bi natûrealîzma rojhilatê wênandina hesp, gul, newal, çiya û hwd.
Bo wê, meriv dikare bêje di wêneyên kartpostalî yên wênegir Ara Gulerî de reng û dîmenên kurdan hene, lê belê di kevalên şêwekarên kurd de?...
Belkî hem ji ber nebûna bazareke-derdoreke xwedî hebûn a pûke bi kevalan bîne tune û ji ber nebûna muze û malên hunerê yên bo şêwekariya kurd bibin cihên xwe nîşandanê tune ne, dibe ew hunera me hê di destpêka teqlîd û kopyekirina kaos û rûtîzma obje jin a rojava û natûrealîzma rojhilatê de ma be!
Dibêm, di nav miletekî çil mîlyonî de ku ew qas xwedî destan mîtolojî çîrok û serpêhatiyên dîrokî û îroyîn e; ne hesp û çiya, ne dar û kanî, ne dîmenê gundan, kal û pîr, zarokên çîprût, çivîk û kew têra nimandina hunera şêweyê ya kurd dikin ne jî bes bi rûtî wênandina jinan dibe hunera şêwekariyê.
Belkî jî ji vê lewna hunera me re hê dem divê, bi taybetî jî bazar divê.


