logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Qedeqeya Rûdaw, Ronahî, DW û RT’yê

  • Dîrok: 06/02/2022

Pirs ev: Qedexekirina Rûdawê li Rojava tişteke rast e? Bersiv hêsan e ne? Baş e, qedexeya Ronahî TV? Ew çi ye? Lê DW û RT ji ku hatin?

Ka werin em lê binêrin.

Roja 5’ê mehê Rûdawê nûçeyeke belav kir (1) ku li Rojava saziya wan hatiye qedexekirin. Li kîjan welatî dikare qedexe bê parastin? Çi bû sedem ku qedexeyeke wisa bê dayîn? Berî sedeman ez a xwe eşkere bêjim: Bi ya min ev qedexeyeke şaş e û divê Rêveberiya Xweser li ser vê yekê bisekine, biryara xwe bi paş ve bikişîne. 

Em werin ser sedemê: Rûdaw eşkere alîgirê beşek ji PDK’ê ye. Navenda wê li Hewlêrê ye. Li Rojava ofîsa wê hebû wisa diyar e beşek xelkê Rojava ji xeta wê ya weşanê hez nake. 

Li aliyê din kanaleke bi kurdî Ronahî TV heye. Bi qasî diquye nêzî PYD’ê ye. Navenda wê li Ewropa ye, lê li Rojava jî navendeke wê heye û li gelek bajarên din jî. Lê li Hewlêrê ofîsa wê tune ye. Çima? 

Çima ofîsa Rûdawê ku alîgirê beşek ji PDK’ê û her wiha bi giştî alîgirê rêveberiya Başûr e li Rojava heye, lê ofîsa Ronahî ku alîgirê PYD’ê bi giştî jî alîgirê rêveberiya Rojava ye li Başûr ofîsa wê tune ye?

DESTÛR NEDAN RONAHÎ TV

Em biçin salek berê. Roja 14.01.2021’ê kesekî bi navê Dildar Dylan (2) di twittirê de wisa nivîsiye: “Li gor peymana di navbera PYD û PDK’ê de Rûdaw TV li Qamişlo, Ronahî TV li Hewlêrê gere ofîs vekira. Rêveberiya Rojava ji bo Rûdawê rê vekir û kanalê li Qamişlo navenda xwe saz kir. Lê PDK’ê destûr neda Ronahî TV li Hewlêrê ofîsê veke. SOS’ê li vir dest pê kir.”

Ev çiqas rast e yan na, peymaneke nivîskî ya wisa heye yan na em nizanin. Lê bi gotinî qala nerm bûn, lihevkirineke wisa tê kirin. Ha, biryareke wisa hebe jî nebe jî pratîkê ev nîşanî me da: Destûr nadin ku Ronahî TV li Hewlêrê ofîsê veke. Em ji ku dizanin?

Va ye: Roja 03.02.2021’ê Ronahî TV daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ev pênc meh in wan serî li Hikumeta Başûrê Kurdistanê daye lê destûr nedane wan (3) ku ofîsê vekin. Em hatine sala 2022’yan hê jî destûr nedane Ronahî TV û hê jî wan nekariye li Hewlêrê ofîsê vekin.

Ev pirs tê bîra me: Ev yek mafê dide Rêveberiya Rojava ku Rûdawê li Rojava qedexe bike? Bi min na. Dema yek qedexekar be, tu jî dest bi qedexeyan bikî ferqa te û wê/î/wan namîne.

ÇIMA YEK ALÎ REXNEKIRIN?

Ev jî heye: Heta niha ez jî têde, gelek kesî êrîşên li ser Rûdawê yên li Rojava şermezar kirin. Di vê roja ku Rûdaw hate qedexekirin de gelek navdarên kurdan ev qedexe rexne kirin lê wan negot “Ka çima Rêveberiya Başûr destûrê nade Ronahî TV?” Ma divê em her du aliyan rexne bikin ne? Çima em aliyek rexne dikin, aliyê din rexne nakin?

Ger li Rojava navenda Rûdawê hebe, divê yê Ronahî TV jî li Hewlêrê hebe.  Em ji bo Rojava qala azadiya ramanê û azadiya çapemeniyê bikin divê em ji bo Başûr jî qala heman tiştî bikin. Yan na, em ne demokrat in, em tiştek din in. Ligel vê yekê jî wekî min got, divê li Rojava ofîsa Rûdawê neyê girtin. Çima? Ji ber ku rêveberiya Rojava îdîa dike ku ji hemû pergalan pêşketîtir e. Ev jî heye, rêveberiya Rojava wisa îmajek daye ku ew azadîxwaz in, loma em ji wê ne li benda qedexeyan in, welew ku saziya çapemeniyê ne li gor rêgezan tevgeriya be jî.

Ha, ez vê jî bêjim, li gor min weşana Rûdawê ne weşaneke neteweyî ye, ya aliyek e, alîgirê beşek e. Çi dibe bila bibe ew beşek ji çapemeniyê ye û gere em bihêlin xelk bi xwe jê hez dike yan na.

Ev mînaka derketiye holê vê yekê jî nîşanî dide: Rojava û Başûr bûne du parçeyên cuda, du welatên cuda, wekî Koreyê (ne hewceye yek Başûr yek Bakur be, wekî mînak min got Kore), êdî ew du welatên cuda ne. Em hez bikin, nekin ev yek wisa ye. 

MÎNAKA CNN INTERNATIONALÊ

Li welatên paşketî li nav welat tiştên wisa diqewimin, nîqaşên wisa dibin û wisa diyar e dê bibin jî. Lê li welatên pêşketî tiştên wisa li nav welat çênabin. Mînak, li DYA’yê dema Donald Trump serokdewlet bû, ji ber nûçegîhanê CNN Internationalê ew rexne dikir, Trumpî qerta nûçegîhan a ketina Koşka Spî betal kir (4). Nûçegîhanê CNN’ê Jim Acosta serî li dadgehê da û dadgehê di cih de biryar da, “Di cih de qerta wî bi paş ve bidin û çalak bikin.” Piştî biryarê nûçegîhan Acosta gotiye “Divê bizanin ku li DYA’yê azadiya çapemeniyê pîroz e û ew di bin parastina Zagona Bingehîn de ye. Ev ezmûnek bû, çapemenî di vê ezmûnê de bi ser ket.” Kêfa nûçegîhan Jim Acosta hatibû, gelek kêfa min jî hatibû bi rastî.  Vê biryarê nîşan dabû ku dadgehên rê nadin dîktatoran jî hene. Dadgehê nîşan dabû ku çapemenî karê xwe dike û Serokdewlet be jî nikare rê li ber rojnamegeran bigire. 

MESELEYA NAVWELATAN

Her çiqas ne tiştek rast be, di nav qada navneteweyî de jî saziyên çapemeniyê têne qedexekirin. Welat sedemên cuda nîşan didin û wan qedexe dikin, wan dersînor dikin. Mînaka dawî ji Rusya û Almanyayê tê (5).

Komîsyona Qontrolkirin û Destûrdana Çapemeniyê ya Almanyayê dawiya meha yekemîn a îsal weşana RT DE (Russia Today bi Almanî) qedexe kir. Li ser vê yekê roja 03.02.2022’yan Rusyayê biryar da ku weşana Deutcshe Welle (DW) qedexe bike. Rusyayê ofîsa DW a Moskovayê girt û akredîtasyona nûçegîhanên wê betal kir.

Mînakên din hene: Misirê, Erebistana Siûdî û gelek welatên din weşanên El Cezîre bi sedema alîgirê Katarê ye li welatên xwe qedexe kirin (6).

ENCAM

Bi vî awayî gelek mînak hene. Hatiye dîtin ku weşan ne li gor etîka rojnamegerî li gor berjewendiyên welatê xwe (partiya xwe) tevdigerin. Heta wisa be her dê nîqaş, qedexe çêbin. Her ku mesele warê me ye, em ne alîgirê qedexeyê bin, em alîgirên azadiyê bin dê baştir be. Her wiha ji ber ku em pere ji partiyeke (aliyek) digirin em tenê li ser xeta wê weşanê bikin dê tu fêdeya me ji bo gelê me nebe. Em ji cihek debara xwe bikin jî em li gor rêgezên rojnamegerî tevbigerin emê bikaribin bi serbilindî karê xwe bikin. Rastiyeke me ev e: Li nav me ji ber konjoktura rojane dê carinan qedexe-astengiyên wisa çêbibin. Tiştê em bikin bêyî binêrin li ku ye, kî ye dijî qedexe-astengiyan deng bilinid bikin.

---

1- https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0502202214

2- https://twitter.com/prehumain/status/1349795959228813312

3- https://diyarname.com/news.php?Idx=51029

4- https://www.amerikaninsesi.com/a/federal-mahkeme-beyaz-saray-cnn-muhabirine-akreditasyon-kart%C4%B1n%C4%B1-derhal-i%CC%87ade-etmeli-/4661767.html

5- https://www.dw.com/tr/rusya-deutsche-welleyi-yasaklad%C4%B1/a-60648703

6- https://www.bbc.com/turkce/haberler-dunya-40204789

 

Hin Nivîsen Nivîskar

20

  • 03 Tîrmeh 2018

Pêşgotin: Ev nivîs di sala 2008'an de min nivîsandiye. Wê çaxê di nav karê rojnamegerî de sala min a 10'an bû. Nivîs jî bi navê "10" di...

Daxwazeke ji Şaredarên Kurd

  • 15 Tebax 2009

Ev demekê ye ez dixwazim vê nivîsê binivîsim. Ev nivîs bangeke ji bo hemû şaredarên kurd e yên ku li kêleka Çemê Dîcle şaredariyê...

PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE

  • 22 Rêbendan 2012

Ji nav pirtûkên sala 2011'an emê berê xwe bidin sê çîrokan.Nivîskarên Diyarnameyê pirtûkên salên 2011'an dinixînin lê min xwest ez ji...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pirtûkaxneya bênav hat vekirin!

ad

Çîroka "Şikefta Xwekuştinê" bixwînin

ad

5 fîlmên derhêner Bernardo Bertulocci

ad

Jina Dr Qasimlo Hêlîn Qasimlo mir

ad

Yekem tîmê ku bi dahata xwe mîlyar Euro derbas kir

ad

Pêşbaziya Abdullah Duran li benda berheman e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname