Gelo bo nivîskaran di romaneke de mecbûriyeta vehunandina du çandan heye an na? An jî nivîskar mecbûr e di romana xwe de tenê çanda xwe bihone welew nivîskar mecbûr e di romana xwe de çandeke biyanî nava çanda xwe de bicih bike û bihûne?
Helbet divê nivîskar di ramanên xwe de azad û bêminet be, lê belê lihevanîn û vehûnandina naveroka romanê jî girîng e. Ji ber vê yekê min xwest berê berê bi van pirsan dest dahurandina romana xwe bikim.
Romana Mîran Janbar bingeha xwe li ser esasê avakirina duçandiyê, zanistiyê û honaka zanistiyê avakiriye. Çanda ewropayî û ya kurdan di romanê de hatine vehunandin. Loma romana me bi du sehneyên cihê dest pê dike û paşê bi ber dawiya romanê ve her du sehneyên me dibin yeksehneyeke romanê. Dema meriv sehneya ewil a romanê dixwîne, meriv dibêje qey romaneke biyanî di destê meriv de ye, lê dema meriv sehneya romanê ya duyem dixwîne a wê çaxê jî meriv dibêje qey mere li gund e û di nav mirîşk, golik, çêlek, dîkan, bizinan û tiştîran, çonegeyan û elokan de ye. Yanê du sehneyên wiha dijî bêeleqeyî, nivîskar di tabloyekê de vehunandine. Çima?
Dema min roman dixwend min digot qey ez li filmê “l Love You “ temaşe dikim. Çimkî di vî filmî de jî sehneyan jineke ewropayî û yekî kurd hatibûn rêsandin bawerim me gelek kesan li vî filmî temaşekirine, me kê ecibandiye an jî ne ecibandiye ew çîrokeke din e. Di filmê me de karakterê kurd Sermiyan Midyat e û karaktera jin jî Krîstîn e. Di romana me de jî karakterê mêr Remezan e, karaktera jin jî Cecileê ye. Di film û romanê de jî karekterên me yên jin biyanî ne û yên mêr jî kurd in. Yanê ji hêla vehunadina eşq û duçandiyê ve û hinekî naveroka romanê û filmê me dişibin hevdu. Lê ji hêla hunandina zanistiyê û honaka zanistiyê ve hebet naşibin hev. Jixwe fîilmê me komediyê, eşq û danberhevdukirina du çandan temsîl dike esas fîlmê me kurd û kurdbûnê biçûk dike, derûniya biçûkdiyînê û xwekêmdiyînê li ber çavên me radixîne, şûndemayîna kurdan berbiçav dike lê romana me ne wiha ye. Romana me danberhevdukirina duçandiyan, eşq û zanistiyê, pêşveçûnê û honaka zanistiyê temsîl dike. Loma ciyê dişibin hev jî hene û ciyê ji hev vediqetin jî hene.
Talî dema min roman dixwend baş an jî xirab rasterast ev fîlm bi bîra min de anî. Helbet em nikarin bibêjin tam dişibe fîlmê me, lê belê karaktera me ya jin Cêcileê dema ji welatê xwe tê gund û hin sehneyên wê û yê Remezan û naveroka romanê me ber bi şibandina filmê me ve dibe. Loma romaneke wiha ye ku meriv dixwaze vê pirsê bike? Çima duçand? Çima çandeke biyanî û ya kurdî hatine berbiçavkirin û danberhevdukirin? An jî nêta nivîskar ya esasîn danberhevdukirin e gelo? Pirseke din madem wiha ye, çima sehneya honaka zanistî di tevahiya romanê de nehatiye vehunandin. Yanê sehneya yekemîn û ya duyemîn li hev nehatine. Sehneyên wan beloq sekinîne.
Bi ya min wekî xwendevanekî divê roman yan bi çanda ewropayî bidomiya û yan jî bi çanda kurdan ya li gund bidomiya. Kelijandina herdu sehneyan li hev needilîne. Yanê ji hêleke ve sehneyên honaka zanistî, sehneyên FBI, sehneyên navenda zanistiyê, FBI û Dewletê (A. R.F. T= Akedemiya Teknolojiya Nijadên Dahatûyê) û ji hêlkê ve jî sehneyên Seyda, meleyan, gund û Şervanan û leşkeran.... dema em van dîmenan li ber çavên xwe radixin li hev nakin û li ser dikeke naedilin. An jî nivîskar xwestiye şûndemayîna me li ber çavên me raxîne gelo? Welew xwestiye bêjê li welatê xelkê mirov bi çi diştixilin û em bi çi diştixilin? Helbet vana giş pirs in. Lê belê em dikarin vê bibêjin di romanê de ya herî xweş bi ya min hunandina mijara honaka zanistiyê û têkiliya dewletê û FBI û navenda zanistiyê(A.R.F.T) bûn. Çimkî têkiliya hevkariya FBI, Dewletê û Zanistiyê li ber çavên me hatine raxistin.
Îcar pirs ev e, gelo hemû zanistî bo pêşketina FBI û dewletan tê bikaranîn. Divê zanistî bo çi bêyî bikaranîn, divê esas pêwistî û girîngî û pêwendiya zanistiyê bo kê û bo çi be, sûdewergirtin divê bo xizmeta kê û çi be. Bikaranîna zanistiyê gelekî girîng e. Çimkî bikaranîna zanistiyê dibe ku bi sûd be û dibe ku bi zirar be jî.
Em dikarin bêjin mijara romanê şaristanî, zanistî û têkiliyên wan yên bi dewletan re ye. Romana me hinekî dişibe distopya jî, di vî warî de Aldous Huxley romanivîskarekî serketî ye. “Deriyên Têgihan û Dinyaya Mêrxas Ya Nû” herdu romanên me jî mijara wan distopîk in. Helbet naveroka romanên me jî bi şêwaza honaka zanistî hatine rêsandin, piranî jî romanên Huxley li ser têgehên qodên genetîkê û li ser guher û veguheriya genan e, lê bi awayekî honaka zanistî şêwaz û mijara xwe vedirêsîne. Ji vê hêlê ve hinekî romana Mîran Janbar yên Adous Huxley dişibin hevdu. Yanê hinekî şêwaz û mijarên wan dişibin hevdu. Bi taybetî jî mijara zanistiyê û mijara honaka zanistiyê dişibin hevdu.
Îcar em hinekî li karakterên romana xwe û kurtenaveroka romanê binêrin. Di romanê de serleheng Remezan e, Remezan Arkeolog e û heman demê de aşiqî karaktera me ya din Cecileê bûye. Cecileê jî arkeolog e û ew û Remezan li Parîsê ne. Remezan carinan di monologan de dijî, esas Cecileê jî ne kêmî Remezan e, ew jî car caran dikeve nava monologên xwe. Helbet sehneyên monologên Remezan yên di derheqê eşqa wî ya biyanî û monologên Cecileê, nivîskar serwext e û xweş vehunaye, çimkî herdu jî dema dikevin xewn û xeyalên xwe wekî xwe û kesê yekemîn xwebixwe di hundirê mejiyê xwe de diaxivin, heta em dengên karakteran hîs dikin û guhdar dikin, nivîskar wan axivandiye û paşê nivîskar pişta xwe daye behlîfê û li monologên wan temaşe û guhdarî kiriye. Lê belê ji hêla mijarê ve em nikarin bêjin nivîskar pişta xwe daye behlîfê û paldaye, beravajî wê pişta nivîskar li kelema ye û nikare tam rihet binêre û binivîse. Loma divê nivîskar di romana xwe de mijara eşqê û mijara dewletê, FBI û navenda zanistiyê vebihûniya bes bû, an jî divê li ser herdu sehneyên romanê baş rawestiya, zêdetir serê xwe pê re biêşandiya. Helbet ev nêrîna min e, helbet em nikarin nêta nivîskar bixwînin. Belkî jî xwestibe, rewşa miletê pêşketî û şûndemayî destnîşan me bike. Belkî jî xwestibe şerê dewletê pêşketî û şerê dewletê şûndemayî nîşanî me bide, belkî jî xwestibe teknolojiya dewletên pêşketî û şûndemayî destnîşan me bike. Bi ya min esas nivîskar xwestiye bi saya metafora Qolyeyê, xwestiye ku bêje medeniyeta herî kevn û rûniştî li Mezopatamyayê û hemû şaristanî, kevneşopiya jiyanê, ronahî û heqîqet û afirandina jiyanê ji newal û şikeft û warên Mezopotamyayê afirîne.
Mînakek ji romanê: “Em norman in. Divê haya we ji vê yekê hebe! Çanda me ji bîr mekin! Normanî ji bîr mekin! Me tu carî serî netewandiye li ber zilmkaran. Binihêrin li dîrokê, di sala 1639'an de, me çawa serî hilda li hemberî keyserê xedar? Em neheqiyê qebûl nakin tu carî!” (rp, 211).
Dema em li vê peregrefê dinêrin em fêm dikin haya nivîskar ji gelek rûpelên dîrokê heye. Nivîskar di vir de diaxive, ketiye dewsa arkelogê xwe û vebêjiya xwe û ya karekterê xwe dike. Li hember desthilatdaran serînetewandin û neheqî neqebûlkirin ji dîrokê de para kurdan ketiye û nivîskar haya wî ji vê rastiyê heye loma jî ew bi xwe vê peregrefê vedibêje. Heman demê di vê peregrefê de nivîskar ne rasterast be jî behsa dîrokê û şaristaniyê jî dike. Behsa çanda serînetewandinê û hebûna kurdan ya serîrakirinê dike, behsa hebûna kurdan ya ji dîroka kevnare tê dike.
Welhasil em dikarin bibêjin nivîskar hem dîrok, hem çand û hem jî hevîrê honaka zanistî di nav hevdu de strandiye. Loma jî di romanên kurdî de heta niha min romanên honaka zanistî nediye. Romana Mîran Janbar derveyê romanên kurdî û bi feraseteke romanên biyanî hatiye nivîsandin. Dema min dixwend min digo qey ez li fîlmekî honaka zanistî temaşe dikim. Çimkî dîmen û lêkolînên di romanê de hatine vehunandin romanê ber bi honaka zanistî ve dibe.
Em piçekî jî behsa kurtejiyana karekterên xwe bikin. Di romanê de karaketerên me yên sereke Remezan û Cécileê ye. Remezan bi malbatî koçî Almanya dikin û bo zankoyê berê xwe dide Parîsê. Remezan beşa arkeolojiyê dixwîne û karê arkelogiyê dike. Cêcileê keçeke biyanî ye û li zankoya Amerîkayê de xwendevan û mamoste ye. Remezan û Ceciléê ji hevdu hez dikin. Lê nêrîna hezkirina Cécileê ji ya Remezan cihêtir e. Cêcileê jî heman demê de Arkeolog e, ew û Remezan hevpîşe ne. Remezan carinan tê cem Xaltîka xwe ango gundê Emrûdê û lêkolîna li şikeftkan dike. Ji ber ku karê wî arkeologî ye loma di şikeftkan de digere û lêkolînan dike. Îcar di vê lêkolînê de Seydayek (Mele Ehmed) tim alîkariya wî dike. Wekî alîm û rêberekî û zanistekî tim jê re pêşengtiyê dike. Seydayê me hinekî di rola ronahiyê de ye û di temsîliyeta pêxemberan de rolwergirtiye. Mele Ehmed rolhilgirtineke giran ya efsûnwarî daye ser milê xwe û bi vê armancê tevdigere. Yanê hinekî bi şêwaza Îsayî û pêxemberên din tevdigere. Talî romaneke cihê ye. Cêcilê di navenda A.R.F.T.yê de dişixule. Ev navend li Amerîkayê ye. Yê serkariya vê navendê jî dike Profesor Smith e. Li gor naveroka romanê ev navend, navenda zanistiyê û lêkolînên li ser zanistiyê ye û Galaksiyan e. Îcar dema Remezan qolyekê ji şikefta gund a Emrûdê dibîne û wê qolyeyê diyarî Cecileê dike şûnde, Raymond vê qolyeyê ji Cecileê didize û dibe teslîmî navendê dike. Navenda zanstiyê bi vê qolyeyê dikevin şikê loma jî destên xwe ji stûyê Cêcileê bernadin. Raymon jî di romanê de sîxurê navendê ye heman demê hevalê Cecileê ye, asas têkiliya dewletê û vê navenda zanistiyê bi hev re heye. Ne navendeke serbixwe ye. Têkiliya wê bi FBI’yê re jî heye. Loma jî dest bi şopegera Cêcilê dikin. Raymon Cecileê dixe dehfê ango dixapîne û wê radestî Navenda zanistiyê dike, dûre Cêcilê bi îlacan vedikevîne. Paşê Raymond ji ber kirinên xwe poşman dibe û Cêcilê ji navenda A.RF.T.yê direvîne. Dema Cêcilê bi ser xwe ve tê li pê şopa Remezan dikeve û tê heta gundê Emrûdê re derdikeve, lê belê Cecileê li gund jî gelek bûyer derbas dike, di şikeftka Pîrazê de ji terefên leşkeran ve tên dorpêçkirin. Helbet ne ew tenê ne ew û hin şervan li cem hev in. Rojeke wiha derbas dikin, piştî wê rojê Cêcilê vedigere Parîsê welatê xwe. Remezan jî di navbera xewn û xeyalan û rastiyan de şiyar dibe, dibêje gelo tiştên do qewimî gelo xewn bû, xeyal bû an jî rastî bû, talî bêbiryar dimîne û eşqa xwe Cecileê birêve dike. Welhasil dawiya romanê wiha diqede.
Dema em li temamiya romanê dinêrin, û li tevnesaziya romanê dinêrin ya herî berbiçav têkiliya şaristaniyê, têkiliya di navbera Ewropa û Mezopotamyayê hatine berbiçavkirin. Dema em li tevnesaziya katakteran dinêrin, du karakterên ruhcihê, mejîcihê, çandcihê, aqilcihê û hişcihê hatine berhevdu. Lê tevnesaziya mijara romanê meriv dibêje qey nivîskar xwestiye bêje şaristanî li Mezopotamyayê dest pê dike. Vê agahiyê jî dixwaze bi Qolyeya ku Remezan dabû Cecileê re eleqedar bike. Ango Qolyeya ku Remezan li şikeftka Pîrazê de dîtibû û dabû hezkiriya xwe û bûbû sedema jiyana Cecilê dikeve xetereyê. Çimkî li gor Navenda zanistiyê razeke taybet di wê qolyeyê de hebû û mecbûrbûn vê qolyeyê bi destxînin. Loma metafora Qolyeyê esas şaristanî û zanîn û zanistiya Mezopotamyayê derdixe holê, herhal nivîskar xwestiye em ji vê qolyeyê wiha fêm bikin.
Qolye temsîliyeta zanîn, şaristaniyê û eşqê ye. Çimkî têkiliya vê qolyeyê bi galaksiyan ve heye. Loma metaforeke efsûnî û razber e. Çîroka Qolyeya me ji Şikeftka Pîrazê dest pêdike û heta A.R.F.T’ yê ve diçe û dîsa li gundê Emrûda Qoserê diqede.
Werhasil em dikarin bibêjin nivîskar xwestiye zanistiyê, zanînê, lêkolînê, çanda serînetewandinê, ronahiyê û têkoşînê, şaristaniyê û çandên cihê û bingeha şaristaniyê berbiçavî me bike, lê belê bi ya min esas nivîskar xwestiye hem romana honaka zanistiyê û hem jî xwestiye esalet û edaleta kurdan û çanda şaristaniya wan berbiçavî me bike...