Bajar xwedî nasname ne û kesên li wî bajarî dijîn çi xwediyên wî bajarî çi niştecihên li wî bajarî hêwirî, kêm zêde nasnameya wî bajarî di xwe de dihebînin.
Ji aliyê din ve, yan bajar niştecihên xwe dike xwedî nasname yan niştecih bajêr dikin xwedî nasname. Li cîhanê mînakên li jor pir in, hewce nake yek bi yek behsa wan bê kirin; behsa min bajarên kurd ên bakur in!
Ji dîrokê ku behsa bajarên kurdan bê kirin jî lê bajarîbûna kurdan a herî bi deq a sî-çil salên dawiyê ya bi darê zorê pêk hatiye! Ji ber ku bi darê zorê ye û ne bi dilxwazî ye; yên bi darê zorê bajarîbûn li kurdan ferz kirine xwestine kurdan ji tiştekî bi dûr bixin; ji kurdbûnê, ji têkîliya bi azadîxwazan re û ji aboriya serbixwe ya derî bacê û pê re jî xwestine wan nêzî derekê bikin; li ber çavên desthilatê bûn, bi destxistina aboriyeke bi sînor a bin kontrola wan de (îstîsnayên wan destûr dane ne tê de) û ji dezgehên desthilata dagirker; mîlîtarîzm, siyaset, ol-mesheb, ziman, çand, aborî, perwerde, lixwekirin û hwd. re serî çemandin û pê re jî Amed bi zebeşan, Semsûr bi danê çîg, Riha bi cegerê, Dîlok bi şîraniyê, Bedlîs bi buryanê derxistin pêş; wekî bêkok, wekî remz û dîrokeke din a wan bajaran tune be…
Rû bi rû bi muhatabûna pergala dagirkeran a xwe li bajaran rêxistin kiriye re kurdan dî ziman, çand û toreyên wan ên li gund bi xwe re anîne di nav pergala wan daniye de ne derbasdar in û dîtin ku li bajaran gişî kar û bar bi zimanê dagirkeran pêk tên; li dibistanê, li marketê, li saziyên fermî, di çûn û hatinê-trafîkê de û bi demê re di nav saziyên bi xwe avakirî de jî...
Yanê bajar bo kurdan ne nebûn cihên şaristanîbûnê û modernbûnê, nebûn cihên xwedî nasnamebûnê; bûn cihên nasnameya xwe jidest danê, bûn cihên asîmîlebûnê; asîmîlebûna zimanî, bawerî, çandî, siyasî, aborî û dirûvî…
Bo wê, dikare bê gotin bajarên ku kurd bi awayekî li hev lê dijîn lê meriv ji aliyê nasnameyî ve nikare bêje bajarên kurdan! Çiku hefsarê bajarên dibêjin bajarên kurdan in di destê dagirkeran de ye û ew ji aliyê zimanî, çandî, siyasî û nasnameyî ve bi ku ve bixwazin berê wan didin wir!
Wekî mîmarî! Bo kurd her derê wekhev bibînin plansaziya avahiyeke Stenbolê û Amedê yek e; tevî rewşa seqayê ku bi qasî 15-20 pîle navberê de heye plansaziya avahiyeke bajarê herî germ ê Cizîrê û bajarê herî sar ê Erdexanê jî yek e!
Û du mekanên asîmîlasyon û dejenerebûnê yên em bi wî çavê lê nanêrin; eywanên dawetan û malên şînê! Diviya ew jî biketana bin kontrola dagirkeran.
Çiku dema kurd li der ve, li dibistan, bazar û hwd. bin li ber çavên wan in lê dema li mal bin! Di dawetên xwe de çi dikin çi diaxivin çi rêwûresm pêk tînin? Li şînên xwe çi dikin, çi diayan dixwînin? Çiku di her du rewşan de kurd dihatin ba hev û li gorî edetên xwe yên li gundan şahiyên xwe şînên xwe digerandin û zimanê wan rêwûresman bi kurdî bû…
Belkî em bêjin, yaw li bajaran bêyî cihên wekî eywanên dawetan û malên şînê jî meriv nikare ew qas mêvan bihewîne! Erê, belkî wekî derfet wisa be lê gişî ev e qey? Bi min li eywanên dawetan tevî strandina bi kurdî û mil hejandina dişibe govenda kurdan êdî bi halê dejenerebûyî meriv dibê qey dawet ne li Kurdistanê lê li bajarekî Ewropayê li dar dikeve û li şînan jî bi zorlêkirina derdorê-mahale baskisi şîn ketine rengekî din! Beriya vê kurdan li dawetan xizm û dostên xwe didîtin şadîmeniya hev hest dikirin lê niha mêvanên ku piştî şîvxwarinê û xelatdayînê rûyê wan winda dibe ye; kurdan li şînên xwe xizm û xemxûrên xwe didîtin pê serbr dihat ber, niha bûye xwendina diayek û fetihekê û li paş xwe nenêrînê…
Di wexta xwe de dawet û şînên kurdan cihên civakîbûnê bûn niha bûne cihê ‘xuya nebim nabe-dostlar pazar da gorsun’ ê!
Balkêş e, hema hema li tevahî malên şînê bi zanebûn cihê jin lê rûnin şîna xwe bigerînin mêvanên xwe bihewînin nehatiye çêkirin!!! Heçî bo elewiyan e, elewiyên ku tevahî emrê xwe de ew qas dia nexwendine û negotine el fatîha! Te dî yek hat rûnişt û got el fatîha… Elewiyek li şînekê qasî tevahî emrê xwe dia dixwîne û dibêje el fatîha ku tu eleqeya wê yekê û baweriya elewiyan bi hev tune; yan jî bo derdor nebêje ‘ne misilman in dînsiz in’ dibînî ketine pêşbirka Quran xwendinê! Û tew halê yên ne bawermend, ew ên neçar dimînin lêvên xwe bilivînin…
Helbet eywanên dawetan û malên şînê di jiyana êdî bûye bajarî de derfet in, barê meriv sivik dikin. Loma jî belkî ku nebin nabe, lê bo meriv bibîne ku dawet a kurdan e şîn a kurdan e belkî hem wekî mekan hem wekî naverok meriv karibe wan ji aliyê zimanî, bawerî, edet û toreyan ve bike cihên kurdan belkî ew jî wekî demxane mizgeft dibistan qehwexane park û hwd. nebin cihên asîmîlasyona zimanî, çandî û baweriyê.
Pêşniyaz çi ye? Hema jixweber hesab pereyê bazinekî ye! Eywanên dawetan dikarin komeke govendan a govendên kurdan bilîzin û kesên dûrikbêj ku koroya pêşî ya strîna kurdan e, lîstika kal û pîrê û bûka bezê ku şanoya kurdî ya pêşî ne bigihînin; dê wekî garsonên li eywanên dawetan ber karê xwe re karê garsoniyê dikin, wê bo govendkêşan jî bibe karekî ber re hem jî wê bibe delîveyeke vejandina çand û foklora bîr çûyî; ser û binî bi heqê bazingekî!
Dibe orkestrayên bi çend stranên kurdî dawetekê diqedînin jî xwe biguherînin. Erê bi rêya wan stranên kurdî li dawetan hatin stirandin lê bi wan re bi dehan govendên kurdan jî hatin bîrkirin, çiku bêyî çend stranên li govendê tên pê ve bi meqamên govendan nizanin.
Tê zanîn, heya ew orkestra neketin nav dawetên kurdan li dawetên kurdan danskirina bûk û zavê tune bû, çiku bi dahol û zirneyê dans naye kirin (bila wekî li dij dansê me neyê famkirin) dixwazim bêjim ku bi wan orkestrayên bi strandina yek-du stranên dubare dahol û zirneya ku dengê şadîmeniya kurdan in ketin dora diduyan û bi kêm bihîstina dengê wan re rengê dawetên kurdan bi tevahî guherî.
Bo malên şînê jî cihê jinan, li gorî baweriyê xwendina mewlûd, dia û niyazên bi kurdî, strîna zêmaran û tiştên din dikarin bên kirin! Dibe hêngê ew cî bibin cihên civakbûnê û cihên vejandina çand, tore, ziman û baweriya kurdan.
Belkî bi bandora wan a wê li ser qadên din bibe ew bajar nasnameyeke kurdî binimînin, nasnameyeke kurdan a bajarvaniyê jî çêbibe.