• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Kazim Polat
Kazim Polat

Kazim Polat

polatkazim1964@gmail.com

  kazoyepolati

  kazim.polat.33

Ol û bawerî ji derve ve nayên guhartin

Dîrok : 08 01 2022

Demekê di navbera Þivan Perwer û rewþenbîrên êzdî de bi rêya dijîtalê gengeþî û êrîþhevkirinek gur dibe. Ev bûyar hin tecrubeyên ji bîra min çûyî anîn bîra min. Ez kesekî ji malbateke bawerî elewî me, lê bi tu olan, kitabên pîroz baweriya min nîn e.

Ez dibînim gelek kes vê gengeþî û êrîþhevkirinê bi metirsî diþopînin û ez ji xwe dipirsim, gelo Þivan Perwer dixwaze çi bike? Dixwaze guherînek, reformek di ola êzdîtiyê de dest pê bike? Dixwaze çi bike?

Berî ku li ser vê mijarê jixwe tiþtek bêjim dixwazim ew tecrubeyên nû ve hatin bîra min vebêjim.

Piþtê êrîþa Sedam a li Baþûr, gelê me, gelê kurd xwe dabû nav çiya û baniyan, hatibûn ser ew sînorê neya me û bê çarê bûn. Ji her hêlê de bo aîkarî berhev bikin kurdan dest bi kar û bar kiribûn. Ligel çend hevalan me jî xwestibû çi ji destê me tê em bikin. Bi wan hevalan ve em li mala me bûn û me nîqaþ dikir ka em çi ji kê dikarin berhev bikin…

Dema diya min ev yek bihîst, bi gotinên nexweþ ket nav gotinên me û got: “Hûn dixwazin ji kê re yardimê berhev kin. Wan bi sedan salan xwîna me rit di her fersandê em kuþtin ew li xwîna me tî ne. Fersandê bibînin aniha ê me serjê bikin.” 

Ez bi van gotinên diya xwe pir acîz bûm, min gotibû, “Ew kurd in, em kurd in. Here, li ser serê me here, em ji xêra te razî ne. Pêþî însan in, em kurd in, misilman ha elewî çi ferq dike. Em kurd in.”

Got: “Em kurd nîn in, elewî ne…” Bi hêrs ji me bi dûr ket, di ber xwe de dikir pitepit, eþkere bû ji hêrsan nifir dikirin.

Min ê çi bigota, ev her du eynî tiþt nîn e… Wê demê min empatî kiribû, bi qasî min fêm kir tirsek di kûrahiya mejiyê diya min de hebû, dê bi rastî ji dîroka devkî di binbîra wê de çêbûyî bû. Bi kurdî “em kurd nîn in” digot û bi zimanekî din jî nikaribû bigota, bo ji tirkî bêtir tu zimanên din nizanibû. Ev çi hal bû? Belkî tirk an erabên serkêþiyê zilm û qetlîamên elewiyan dikirin ew qas ew nediêþand. Wê jî zanîbû ew û em kurd in, lê zan dikim ji êþa binbîra protestoyekê li der dixist û wekî ku digot zilm û zordariya xelkê heta derekê tê qebûlkirin, lê ew zilm û zordarî ku ji nav malê were kirin…

Yek jî hat bîra min, di dema zarokatiya min de tirsa herî mezin a dê û bav û malbatên elewî  keç an xortên wan dilê xwe bidin yekî/a misilman. Wê demê min ev qet fêm nedikir, çima ditirsiyan, ew keç û xortên cîranên wan bûn û bi wan re di têkîliyên gelek baþ û xweþ de bûn. Piþtre ez gihîþtim, her ku mezin dibûm li doraliyê çend zewacên bi zor an revîn û revandinê çêbûn, lê ya balkêþ ji hêla malbatên misilman ve þert û þûrt dihat datanî, ger ew keç an xortê elewî baweriya xwe biguherîne, bibe misilman (sunî) piþtra ew zewac dihat qebûl kirin. Wisa jî dibû. Ya ku ez gihîþtim ev bû, ew dê û bav, malbatên elewî tirsekê xwe yê rasteqîn hebûn, ger zewaca zarokên xwe serbest berdin dê bi temamî zarok û baweriya xwe wenda bikirana…

Dawiya dawî min dît elewî her çi dikirin bo baweriya xwe û yanê xweparastinê dikirin. Bi sed salan in misilmanên tirk, kurd an ereb bi êrîþên hovane xwestibûn bi zilm û zordariyê wan biguherînin, nebû, tune bikin… Wan jî xwestibûn xwe biparezin, qest ji destê wan civateke girtî bi þart û þûrtan avakiribûn. Her çiqas êdî elewî civatek vekirî be jî lê demek berê gelek di nav xwe de girtî bû.

Îro elewiyên kurd miriyên xwe bi gulbendên kurdî datînin axê û demên xwe bi kurdî digerînin, heta demek berê di rê û resmên cenazeyan de gulbendên kurdî jî tune bûn, cemên kurdî jî. Hemû bi tirkiyeke nîv erebî bû. Di nav xwe de guherîneke ji binyat çêbû. Pîr jî ew pîrên berê nîn in, ew jî guherîn.

Îro diya min herçî xwe bi baweriya xwe ya elewîtiyê digire jî, lê êdî nabêje “em ne kurd in”, nikare bêje jî, bo ku gor rastiyên rojane û pêwîstiyan ew jî, baweriya wê jî guherî. Ne ji gengeþîkirin û êrîþkirinên ji derve, berevajî ji pêwîstiyên navxweyî yên baweriyê guherîn û diguhere.

Em ji dîroka ol û baweriyan baþ zanin. Di ol û baweriyekê de ger pêwistiya guherînê çêbûye ew ê di navxwe de dest pê bike. Mînak zerdeþtî, bi destên mazdek ku bawermedekî ola zerdeþtî bû hat guhertin, mînak Îsa bixwe musewiyekî bû, xwest ola musewiyan biguherîne, mînak Martîn Lutherê xiristiyan xwest xiristaniyê biguherîne, em dikarin van mînakan lê zêdê bikin…

Yanê guhertina ol an baweriyekê divê di nav xwe de, gor hewcedariyên rojane ji hêla bawermedên wê olê yan wê baweriyê ve bê guhertin, ne ji derve ve, wekî Þivan Perwer dike û dixwaze bike…û nikare bike jî. Ew karê Þivan Perwer jî nîn e.

Bi ya min ên ku ji derve ve rexneya ol an baweriyekê dikin bi çi niyetê dikin bila bikin, bi çavên bawermendê wê olê yan wê baweriyê ve wekî êrîþkar û wêranker tên dîtin. Ez dibêjim, destên xwe yên ji derve ve ji piþta bawerî û bawermendên êzdîtî dûr bixin, ger guherînek di ol û baweriya êzdîtiyê de hewce bike ew ê xwe bi xwe biguherînin. Herçî gengeþiyên wisa bên kirin ew ol û bawerî dê xwe hê bêtir nav xwe de vekêþîne û bi xwezayî û bi heq piþtî ew qas zilm û zordarî dê xwe û baweriya xwe û bi xwe biparêzîne. Ev jî heq e.


Kazim Polat

Hemû Nivîsên Kazim Polat

Hûn dikarin li van jî binêrin

2015: Qir li rojnamegeran jî ket

2015: Qir li rojnamegeran jî ket

31 12 2015

Em gihîþtin roja dawî

Em gihîþtin roja dawî

07 02 2022

Kurtefîlm li 28  bajar, 41 zanîngehan têne nîþandayîn

Kurtefîlm li 28 bajar, 41 zanîngehan...

12 04 2022

Çîrokeke dî ji welatê taristanê

Çîrokeke dî ji welatê taristanê

29 06 2009

Festîvala Mela Mehmûdê Bayezîdî pêk tê

Festîvala Mela Mehmûdê Bayezîdî pêk tê

09 10 2008

Nûçeyên nû

Bi ‘Evîn, Mark û Mirin’ê Documentaristê dest pê kir

Bi ‘Evîn, Mark û Mirin’ê Documentaristê dest pê kir

24 06 2022

Þeva bîranîna Dengbêj Þakiro bi coþ li dar ket

Þeva bîranîna Dengbêj Þakiro bi coþ li dar ket

24 06 2022

Fîlmên vê hefteyê 'Unclenching the Fists', 'Elvis' û ên din

Fîlmên vê hefteyê 'Unclenching the Fists', 'Elvis' û ên din

24 06 2022

Ev 12 roj ji bo Festîvala Cazê ne

Ev 12 roj ji bo Festîvala Cazê ne

24 06 2022

Konser, gotûbêj, fîlm û festîval, va ne çalakiyên vê hefteyê

Konser, gotûbêj, fîlm û festîval, va ne çalakiyên vê hefteyê

23 06 2022

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Dilþêr Bêwar

NÊRDEWAN

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname