Bûyera Elî Tûmikan cara yekem min ji hevalekî tirk bihîstibû lê wî jî bûyer bi kûrahî nezanîbû, gotibû “Sed sal berê li vê heremê di gundekî de jiyanek komînî, wekhevî hatiye avakirin û lê dewletê ew bi komkujiyê xira kiriye.” Piştî vê vegotinê ketim nav lêkolîn û lêgerînê û gihîştim hin agahiyên vegotinên çîrok û mîtolojîkî, hin jî agahiyên dîrokî yên bûyerê piştrast dike…
Erê lêhengê me Eliyê Tûmikan û bûyera ku hevalê min ê tirk gotî li gundê Tûmikan qewimî bû. Min gelek nivîs li ser bûyera Eliyê Tûmikan dîtibû û xwendibû.
Ez û hevala min me biryar dabû em herin gundê Tûmikan, em rêketibûn, diçûn gundê Tûmikan bermayiyên bûyara Elî Tûmikan di cî de bibînin. Li ser rê, li rêka Karahanê li rawestgehekê me seyara xwe li parkê da sekinand. Li wir lokanteyek biçûk a goşt hebû. Pîrek temenê xwe qes heştê salî li ber derî lokantê li ser kursiyekî hesirî di dest de gopalek qehweyî yê polandî hebû, rûniştibû. Min û hevala min me got çaxa te bi xêr xaltî. Me dixwest pê re hinekî bipeyivin. Bi rûyekî bi ken û bi dilgermî tu dibêjî qey amede bû ku bi me re bikeve nav têkiliyê. “Hûn kî ne, ji ku tên, ku de diçin?” Pirsên xwe li pêy hev bi rêz kir. Me jî ew bi eynê awayî bersivand. Gava me got em diçin gundê Tûmikan, pirsî, “Hûn li Tûmikan heta kê diçin?” Me jî got, “Em dixwazin gundê Elî Tûmikan bibînin.”
Bê pirs dest bi vegotina bûyara Elî Tûmikan kir û got, “Bi rastî navê wî Elî Mamê ye. Kal û pîrê me zanîbûn û ji me re digotin.” Bi vê destpêkê wekî çîrokeke bûyer ji me re vegot: “Ez ji we re çito bibêm, giregirê me ji me re digotin, yekî navê xwe Hamza hatiye gundê Tûmikan ji Elî Mamê re gotiyê min di xewna xwe de tu dî wexta ez li çolên Ereban esker bûm. Min dixwast ji wê cihenemê xwe bifiltînim lê min şanekir, tê di xewnê de bi destê min girt ez li cihinemê derxist û te min re got here Hamza rêya te vekiriye here mala xwe. Bi quweta te da min ez gihîştim mala xwe, tu Xizir î, pîroz î…digotin eskeran dema mala wî dan ber êr Elî bi jina xwe ve bûyîbûn du kevok, di ezmên de firiyabûn…”
Bûyer bi vî awayî çîrok û mîtolojîkî ya ku min berê xwendibû ji wê pîrê guhdar bûyî bûm. Me di wê navberê de çaya xwe vexweribû û me ji pîrê xatir xwest ber bi gundê Tûmikan ve em bi rê ketin. Dema em gihîştin gundê Tûmikan gundiyan bermayiyên Eliyê Tûmikan, mal û malbata wî nîşanê me dan. Me seyara xwe ber bi xaniyê nîşanê me dan ve ajot. Me seyara li kêleka xênî, bin dara tûyê sekinand. Gundiyek pêncî salî ji mal derket, ber bi me ve hat, me silav da û me xwe da nasandin. Em vexwendin masaya bin dara tûyê, em li dora masê li ser kursiyê plastîk rûniştin. Dema me mijara xwe vegot wî dest pê kir, got “Aha ew mala bapîrê min bûye.” Me bi nîşandayîna wî re bi wê hêlê de mêze kir. Li wir nav hêşiniyê bi rastî hêşiniya şîlanan de hîmên xaniyekî xirabûyî xuya dikir. Wî xwest bûyerê bi awayî çîrok û mîtolojîk ji me re vebêje lê min bi pirsên xwe xwest awayê bûyerê bînim ser rastiya bûyerê. Wî jî pir tişt ji rastiya dîrokî nezanîbû. Ya ku min ji wî hîn kir gotibû, “Ha li wê zeviyê her car ku ez diajom hestiyên însanan derdikevin.”
Bi rastî li gundê Tûmikan çi qewimî bû? Li vî gundî civateke hevpar a komînal hatibû avakirin? Kî, kîjan çînên civatê têvlî vê bûyerê bûyîbûn? Eliyê Tûmikên bi rastî rêberek bû an mîrovekî pîroz bû? Di vê komkujiyê de çend kesan can dayî bû?
Ji çavkaniyên ez gihîştime min xwendin û guhdarî kirin:
Sala 1895 li Meletiyê komkujiya ermeniyan dest pê dike, bi hezaran ermenî tên kuştin û ji war û malên xwe tên sirgûnkirin, ji van hinek ji yên komkujiyê filitîn xwe davêjin gundên kurdên elewî. Dewleta Osmaniyan bi salan biryara ji holê rakirina rêveberiya serbixwe ya kurdan çi mîrîtî çi eşirî girtibû û xwestibû hemû kontrolê bixe bin destê xwe. Bi salan bi mîrîtiyan re di şer de bû û bi sirgûn komkûjiyan kurd islah dikirin. Dor hatibû kurdên elewî yên derdora Arga (Akcadag) ye. Kurdên derdora Argayê qet tu car otorîteya dewletê nas nekiribûn, herdem bi serê xwe bûn. Niha dewlet ji wan dixwest otorîteya wê qebûl bikin û bac û esker bidinê. Ev yek nehat qebûlkirin, gel di berxwedanê de bû.
Hemû li dora Eliyê Tûmikan saz bûyî bûn. Eliyê Tûmikan kî bû? Di despêkê de Elî Tûmikan li gundê xwe kesekî li xwe û baweriya xwe ya ku “rêya heq” tê binavkirin bawer bû, cotyarî dikir. Di demê de bi hinek bûyerên rast hinek jî ji hêla gel ve çêkirî bi nav û deng dibe û gav bi gav dibe kesekî pîroz. Êdî bi tenê ne Elî bû, ew Bav Elî, Şêx Elî, Xizir Elî, Hezret Elî bû. Qes min fêm kir Elî Tûmikan berê li ber xwe dide dibêje ev kesên ku hûn dibêjin ez nîn im, lê dawiya dawî dengê xwe nake. Şert û mercan dîtîne ber bawermendên xwe û pergalek nû ava dike. Gor baweriya wî hemû tişt, mal û milk ê her kesî ye. Xweden mal û mûlk bûn gor baweriya Elî destpêka bêheqiyê û bêehleqiyê ye. Divê bi hev re bişixulin, bi hev re wekhev parve bikin. Dîsa ji vegotinan dikarim bêjim bi rastî li wî gundî, gundî Tûmikan jiyaneke hevpar û komînî hatiye avakirin. Berî ev berxwedan bi komkujiyê bi dawî bibe gelek şîret bo Tûmikan û Elî Tûmikan li ba dewletê hatiye kirin.
Dawiya dawî di çileyê sala 1895’an de dewletê bi hêzeke mezin ser gundê Tûmikan de erîş kiriye. Gor agahiyên gihîştin me wan rojên berxwedanê bi sedan kurdên berxwedêr di gundê Tûmikan de bûne. Li gor agahiyên arşîva dewletê di bûyera di gundê Tûmikan qewimî de “1 hevser,1 esker û 118 ji gel” jiyana xwe ji dest dane.