Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de bi hîndekarê xwe yê zanîngehê Stefan Gaitanitis re ji bo hospîtasyonê çûbûm bajarê Munchenê. Hîndekarê min ê sereke bû. Di salên şêstan de ligel malbata xwe ji Yewnenistanê hatibû Almanyayê. Ciwaniya xwe li Munchenê derbas kiribû. Piştre jî bûbû akademisyonekî navdar ê pisporê entegrasyonê.
Têkiliya min pê re gelekî xweş bû. Mirovekî vekirî û haya wî ji dinyayê heyî bû. Xwediyê fikrên ilmî yên bi bandor bû. Serkêşekî teoriyên babeta entegrasyonê bû. Li ser siyaseta Almanyayê ya entegrasyonê jî bi bandor bû.
Rêya min a dirêj a bi hîndekarê min re ya ji Frankfurtê ber bi Munchenê ve berdewam dikir. Bi tesadûfî mesele hat ser xebatên wî yên dawiya salên heftêyan û destpêka salên heştêyan. Behsa keda xwe ya wê demê ya di vekirina komeleyeke kurdan de ya li bajarê Munchenê kir.
Dema hîndekarê min behsa wan salan û hebûna komeleyeke kurdan kir, kelecanê ez girtim. Ji ber min dest bi lêkolînên derbarê dîroka komeleyên kurdan ên li Almanyayê kiribû.
Bi gotinên wî re hate bîra min ku wan salên ew behsê dike nivîskar Haydar Işik li Munchenê serkêşiya komeleyeke kurdan a girêdayî Komkarê kiribû.
Min yekser jê pirs kir ka gelo tê bîra wî ku kesekî bi navê Haydar Işik serkêşiya wê komeleyê kiribû. Hinekî fikirî. Piştre ji çavên wî diyar bû ku hate bîrê û got: "Rast e, Haydar hebû lê paşnavê wî nayê bîra min…"
Belê, ew Haydar ê wan salan ciwan û serkêşiya civaka kurd a li Munchenê kiribû, nivîskar Haydar Işik bi xwe bû.
Piştî em gihan bajarê Munchenê, min telefon da Haydar xoce. Dû pirskirina halê wî, min got: "Xoce, hevalekî te yê ciwantiyê li cem min e!” Ew jî matmayî mabû...
Tesadûfeke gelekî xweş bû. Zêdeyî sî salan bû ku haya wan ji hev çênebûbû. Ne yekî dizanî yek bûye profesor û ne ji yê dî dizananî yê dî bûye nivîskar.
Me civana hevdîtinê danî û roja dî me hev li restoranteke li nava bajarê dît. Kêfxweşî ji rûyên wan dibarî. Lê yê herî bi kelecan ez bûm. Min hîndekarê xwe yê jê hez dikir û nivîskarê ji ciwaniya min û pê de li ber dilê min ezîz bû anîbûn cem hev.
Bi taybetî ecêbmayîn û kêfxweşiya Haydar xoce keyfa min anîbû. Nizanim, dibe ji ber çavdêriyên min ên derbarê wî de jî bin; min her car xemgîniyek di rûyê wî de didît. Temenek li sirgûnê derbas kiribû. Bi hesreta Dêrsimê dijiya. Ji rewşa kurdan a navxweyî herdem bi gazind bû…
Haydar xoce yê min nas kirî, wekî şexsiyet, mirovekî nefsbiçûk bû. Dêrsimiyekî dilfereh ê keda wî gihabû milet, siyaset û rewşenbîriya kurdan. Xwedî vîzyon bû. Xemxurê her çar parçeyên welêt bû.
Nivîskarê romana “Der Agha aus Dersim” Haydar Işik ê ez behsê dikim, dû pêvajoyeke dirêj a tedawiya nexweşiyeke giran, vê hefteyê ji vê dinyayê koça dawî kir û xatir ji me xwastin. Oxir be Haydar xoce!
***
***
Nûçeya Eleqedar:



.jpg)