Ji bo bikarhênerên tora civakî û hêja Zinarê Xamo
Emê di vê nivîsê de ji aliyê etîka rojnamegerî (em nivîskarî jî lê zêde bikin) û hiqûqê ve li meseleyê binêrin. Û di vê çarçoveyê de ezê çend gotinan ji bo hêja Zinarê Xamo jî bêjim.
Pêþî meseleya etîkê
Bûyer ev e:
Meha borî li Silêmanî xwendekaran Hikumetê Herêma Kurdistanê protesto kirin. Asta protestoyan bilind bû. Hinan nûçe û dîmenên "xwendekaran ala Kurdistanê xist bin lingan" belav kirin. Derket holê ku xwendekaran tiþteke bi vî rengî nekiriye. Meseleya me ev e.
*
Di çapemeniyê de, em bibêjin rojnameyeke nûçeyeke (bi zanebûn, yan bi nezanî) þaþ weþand, dema aliyê hember serî lê bide "tekzîb"ê li heman cihî, bi heman puntoyan belav dike û lêborînê dixwaze.
Helbet çapemenî jî þaþiyan dike, helbet rojnameger jî þaþiyan dikin, lê ya muhîm ew e ji þaþiya xwe vegerin û lêborînê bixwazin.
Çapemenî wisa saziyeke muhîm e, rojnameger (em nivîskaran jî lê zêde dikin) wisa karekî muhîm dikin, ew notan ji bo dîrokê lê dikin. Loma mecbûr in rastiyan binivîsin, hebin þaþiyên wan, wan þaþiyan rast bikin. Wê çaxê asta wan bilind dibe, yan jî dadikeve.
Û niha tora civakî wisa bûye mimkûn e di her tiþtê hatiye belavkirin de manîpulekirineke hebe. Belkî kesên ji rêzê nizanin tiþtên hatine belavkirin li bêjingê bixin, lê rojnameger, nivîskar divê vê yekê bizanibin û li gor wê bi wî tiþtî bawer bin, yan na... Û ger þaþî kirin jî divê bizanibin ku etîka rojnamegerî ji wan lêborînê dixwaze.
QUBAD TALABANÎ LÊBORÎN XWEST
Piþtî rojek du rojan derket holê ku ew nûçeya li ser al û xwendekaran hatiye belavkirin derew e, xwendekaran tiþtek wisa nekiriye. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî derket pêþ çapemeniyê (bi kurtahî) got, "Me nûçeya þaþ belav kiriye, em lêborînê dixwazin."
Gelek kesên ev dîmenên þaþ belav kirin hebûn, yek ji wan jî nivîskar hêja Zinarê Xamo bû. Min twîtek wisa belav kir:
- "Hêja Qubad ji xwendekaran lêborîn xwestiye. Kek Zinarê Xamo ji ber ku bêyî tu bifikirî ku ev vîdyo ne rast e û te belav kir û te ew wekî "kesên þîrheram" û wekî xayîn îlan kiribûn. Fikra min ew e tu jî divê lêborînê bixwazî ji wan kesan. Dîsa jî tu zanî. Silav bo te."
Çima min tiþtek wisa kir?
Ev mesele jî meseleya hiqûqê ye. Em niha bên ser aliyê hiqûqî:
Hiqûq ew tiþt e ku li dû rastiyan e. Mirov nikare li gor kesek wê biguherîne. Þaþiyek hebe tê cezakirin, yan jî lêborîn tê xwestin û mesele tê girtin. Hêja Qubad Talabanî ku cîgerê serokwezîr e di asta bilind de lêborînê dixwaze, lê kek Zinarê Xamo bêyî lêborînê ji xwendekaran bixwaze dibêje,
"- Hinekan gotin di meþê da heqaret li alê kirine. Min jî bawer kir.
- Ji bo çi ezê uzrê xwe bixwazim? Min çi derew, çi bêbextî kiriye?
- Min di medyaya sosyal da xeberek dît, jê bawer kir û ew rexne kir. Ne min tenê, bi sedan kesên wek min eynî tiþt kirin, partiyan belavok belav kirin."
Pirs ev e:
Mînak bi sedan kes herin diziyê bikin, dê kek Zinarê Xamo jî rabe bêje 'wele wan dizî kir, ez jî çûm, min jî dizî kir"? Wisa dibe?
Mesela, gelek kes rabin heqaretê li aliyek kurdî bikin, wan xirab nîþan bidin divê tu jî herî wisa bikî?
Ê Zinarê Xamo 12 hezar þopînerên wî di twîttirê de hene.
Mesela gelek kes bêjin "Zinarê Xamo wê rojê fotoyeke di twittira xwe de belav kir, al xistibû bin lingê xwe" û ez jî bawer bikim û vê gotinê ji bo 12 hezar kesî belav bikim dê çêbe? Paþê derkeve holê ku Zinarê Xamo al nexistiye bin lingên xwe, berevajî ew daye hev, gere ez lêborînê nexwazim? Çima divê ez lêborînê bixwazim? Ji ber ku min 12 hezar kes þaþ agahdar kirine, divê ez "tekzîbê", yan jî lêborînê belav bikim ku ew 12 hezar kes bizanibin ku tiþtek wisa çênebûye. Yan na, ger ez tiþtek wisa belav nekim, ew 12 hezar kes dê her bêjin "Zemanekî Zinarê Xamo jî al xistibû bin lingên xwe."
HIQÛQA SWÊDÊ ÇI DIBÊJE?
Tiþtek din: Mesela li Swêdê kesek diziyê bike bi awayekî tê cezakirin, kesek li hemberî kesek din gotinên xirab bike bi awayekî din tê cezakirin. Dadgeh dema biryarê bide, ew kes nikare xwe biparêze û bêje "wele Cemil wisa kiribû, min jî kir."
Mînak niha parêzerê yek ji wan xwendekaran li Swêdê here dozgerî û bêje, "Birêz Zinarê Xamo gotinên þaþ der barê muwekîlê min de belav kirine, ew wekî hedef nîþanî 12 hezar þopînerên xwe daye" dê çawa be?
Hiqûq li niyetan nanêre, li kirinan dinêre. Kirina te çi ye? Em bêjin tiþtê ne rast wekî tiþtê rast te belav kiriye. Wê çaxê hiqûq dibêje ka were vir û ezê te ceza bikim. Mesele hemû ev e.
Min jî ji ber ku qedir daye Zinarê Xamo min jêre gotiye "Hêja Qubad Talabanî lêborîn xwestiye divê tu jî bixwazî." Lê diyar e kek Zinar ev yek jî fêm nekiriye.
Kesek ji rêzê be jixwe mirov guh jî nadê. Lê kek Zinarê Xamo ev emrekî ye di nav nivîsê de ye, divê hay ji van hiqûq û rêgezan hebe û her wiha çawa agahiya þaþ daye 12 hezar þopînerên xwe, divê bizanibe agahiya rast jî bide û lêborînê jî bixwaze. Ew vê yekê dike nake, wekî di wê twîtê de jî min gotiye "Dîsa jî tu zanî. Silav bo te."
ÇEND GOTINÊN LI SER MIN Û WÎ
Û bi destûra we ezê çend tiþtên din jî bêjim (Yên "xêz" li ber gotinên kek Zinarê Xamo ne):
"- Bi zor dilê min li te sipî bûbû, te ez poþman kirim, te dîsa dilê min ji xwe hîþt."
Wele ez ne ji bo li ber dilê te sipî bibim, ne jî reþ bibim dixebitim. Tu karek/peywirek min a bi vî rengî nîn e. Ha, ger kesek ji ber te rexne bike li ber dilê te reþ bibe, bila bibe. Berevajî, dema te rexne neke divê tu bizanibî ku ew ne dostê te ye.
"- Ez ne dijminê xwendekara me."
Min tiþtek wisa negotiye jixwe.
- Ez ne zilamê Barzanî me! Gava hewce dibînim rexne dikim.
Min li tu cihî negotiye Zinarê Xamo zilamê Barzanî ye. Ne derdê min e jî zilamê yekî ye yan na. Û çawa mesele aniye vir ez wê jî nizanim. Di twita me de navê Barzanî jî derbas nebûye.
- Lêz ne mecbûr im wek te dijminatiya hukûmetê Barzanîyan bikim.
Li vir vê carê kek Zinar min sûcdar dike. Wekî ku ez dijminatiya barzaniyan dikim nîþan dide. Ji aliyê însanî ve ev tiþtek eyb e, ji ber ku min tiþtek wisa nekiriye. Bila bizanibe ku ji aliyê hiqûqê ve jî ev yek ne tiþtek rast e. Min tu demê dijminatiya Barzaniyan nekiriye û ez nakim jî. Tu demê roleke min a bi vî rengi tunebûye, dê tune be jî. Ha, ez wan rexne dikim ev tiþtek din e. Wekî rojnamegerî kurd û wekî kurdekî ji rêzê mafê min e ku ez rêveberên kurdan rexne bikim. Lê "dijminatî"? Bila Zinarê Xamo bizanibe ku ev ne karê min e. Ez ne mecbûr im bibin yar an neyarê kesî. Yên ku bizanibin di rêya sêyem re jî biçin dê bikaribin bi ser bikevin.
- Te û çend hevalên te, we ji kok da xera kir. Þûþa dil carê biþkiyê hew dicebire…
Herhal kek Zinarê Xamo dizane dema mirov dimirin her yek dikeve gora xwe... Ez nizanim çima kek Zinar fêm nake ku her kes þexsek e, her kes mimkûn e fikrek wî hebe û her kes ne mecbûr e îlle hevalê/a hin kesan be?
- Diyar e kuleke min di dilê te da heye, tu li dû heyfekê yî.
Herhal kek Zinar difikire ku ji bo mirov yekî/ê rexne bike îlleh divê "kulek di dil de hebe" loma. Lê bila bizanibe ku medeniyet, kesên medenî ne li dû kulan in, li dû rastiyan in û dema þaþiyan bibînin bêyî li "kulan" bigerin rexne dikin. Tiþtek din ku ez li vê zêde bikim tune ye.
Û peyvek jî ji bo "dijminatî"... Hêja Zinarê Xamo nivîskarekî kurd e, hêja ye, heta niha ked daye, loma em van dibêjim. Wekî li jor jî min got kesek ji rêzê ba min guh jî nedidayê. Bi vî awayî, bila kek Zinar jî, kesên vê nivîsê dixwînîn jî bizanibin ez ne dijminê kesî me, ne jî ez mecbûr im bibim alî kesî. Ez çi rast bibînim ez dibêjim, ezê bêjim jî.
Ha, helbet ez jî însan im, mimkûn e ez jî þaþiyan bikim. Ev tiþtek din e. Lê heta ji min tê ez li gor hiqûqê, li gor pîvanên modern, pîvanên pêþketî li meseleyê dinêrim, ne li gor pîvanên paþketî, pîvanên kevn û paþverû.
Notek ji bo xwendevanan:
Ger heta vir we ev nivîs xwendibe û min dema we girtibe biborin. Lê ez mecbûr bûm van gotinan binivîsim. Wekî min got, em rojnameger (nivîskar jî têde) em notan ji bo dîrokê her datînin. Ev jî tiþtek wisa ye. Ji bo min mesele bi dawî bû. Xilas.