Dibêjin serê her tiştî zanîn e û pêşiyan jî gotiye: “zanîn taca zêrîn e li her serî nîn e”
Zanîn ew tişt e, di jiyana rojane de di her warî de bo berê xwe dîtinê ye! Zanîna zanînê dikare heya radeyekê bibe kilîta navlêkirin û çareserkirina pirsgirêkan, asankirina jiyanê û hwd. Zanîn ji pêwîstiyê dizê; ji aciziyekê jî, ji nepijirandin û dijberiyeke jî û bê şik, zanîna herî kêrhatî ya ji fikarê-endîşeyê tê pê ye!
Endîşe!
Endîşeya li cem jîndaran; xwe xar kevirekî bikî çivîkê bifire, xwe nêzî çêlikên pisîkê bikî pisîkê hewl bide te pirînceq bike; bêhn û dengê gurekî bê kerî keriyê xwe li hev bicivîne…
Endîşeya li cem mirovan; xema siberojê, xwedî kar bûn, mezinkirina zarokan, ewlehiya jiyanê, parastina bedenê û derûniyê; ji tevger, awir û gotinan pê derxistina kesê/a li hember ‘rovî ye yan mirov’!
Lê endîşeya neteweyan?
Endîşeya netewan; erdnîgarî, dewlemendiyên sererd û binerd, ziman, çand, berdewamiya nijadê, pêşeroj, bi mafên kolektîf û jiyana hevpar nimandina rengê xwe û azadî…
Em kurdên reben ên di halê xwe de ne bidin alikî, amaje hejmareke mezin a kurdên didin zanîn ku li ser babetên li jor ên derbarê neteweyê de xwedî zanîn in, heta xwedî helwestin jî!...
Li ser zanîna neteweyê!
Her roj, her saet, her deqe li cafe, li komele, li partî, li hevdîtin û li cîhana sanal-sexte li ser zanînên derbarê reng û heyînên kolektîf-neteweyê de bi ferhengan peyv û gotin tên bikaranîn, bo galegalê bi tonan dem û enerjî tê xerckirin…
Pirs ev e; heke derbarê neteweyê de ew zanîn hebin, bi zanîna wan tiştan ew kurd derheqê rewşa neteweyê de eciz in û bi anîna zimên ku vê rewşê napejirînin gelo çima ew zanîn, heta helwest tiştekî naguherîne; berovajî, her diçe netewe, ew kesên angaşt dikin ku dizanin jî tê de-li herî pêş reng û qerekterê neteweyên din dinimînin?...
Zanîn li her derê ne heman tişt e; li hin deran tiştekî laberatuarî, pêkanîn û pêşketinê ye, lê li hin deran..!
Gotine, “kurd êdî ne kurdên berê ne”. Yanê êdî kurd dizanin-zane ne! Lê heke em rastiyê bêjin, rewşa kurdan a dema ‘nezan bûn’ ji ya vê dema ‘jê hin zane ne’, qe nebe ji aliyê zimanî, çandî, xwezanî, xwebûnî û qerekterî ve qat qatî çêtir bû!
Ê nexwe çima ew zanîn? Em çi bikin bi zanîna kêrî têkbirina xetereyên li ser kurdan neyê! Belkî jî divê pirs wiha were pirsîn; ‘gelo çi yê wê zanînê kêm e ku bêkêr e’?
FIKAR-ENDÎŞE!
Hin rewş hene divê meriv tenê pê nizanibe divê meriv endîşe jî bike! Lê her hal, di mijarên kurdan dikin kurd-netewe de ne kurdên di halê xwe de û ne jî kurdên di zanînê de di bin yê/a din re avê venaxwin ji xeynî mistana egoya xwe endîşeya tiştekî nakin!..
De baş e. Lê gelo zanînek bêendîşe kêrî çi tê? Di nav bindestên bêserûber û belawela ên wekî kurdan de zanînek bêendîşe di rastiyê de ne zanyarî ye; zanîna tiraliyê û gevezetiyê ye û ew jî bes kêrî quliwerkên li quncikên komele, cafe û sanalê tê…
Nizam, belkî jî KURD NETEWEYEKE ENDÎŞE NAKE ye!
Belkî ji loma ye...!