Qest ji mûcîzeyê ne ya xwedayî, ne ya şêx, pîr û ezîzan; yanê qest ne ya îlahî ye, qest a nivîskêr e ku bi peyv û hevokê nîşan dide.
Mûcîze ew pêkhatin e ku ya neyê payîn, a ne li bendê, belkî piçekî ne pêkan û hêvî lê tuneyî ji nişkeve rû dide ye. Çendîn bengî û evd li xwedê hêviya dayînekê bin, ku ew dayîn ji mûcîzeyên wî tên hesêb, bawermendek ji şêx, pîr û ezîzê xwe lavayên xweşiyê, dewlemendiyê û xêrê wekî mûcîze dipên jî, lê nivîskar ne Xwedê, ne pêximber, ne şêx, ne jî pîr û ezîz e û ne jî keyser Mîdas ku destê xwe avêt çi wekî mûcîze bike zêr û ne jî siyasetmedar e ji girseyan re dereweke wekî rastî nîşan bide û ne jî demogogekî/e geveze ye ku bi manîpîlekirinê mirovên gêj bixapîne…
Nivîskar bi karê zimên, peyv, hevokan re mijûl e û ew sazkarê hevoka ku hezar sal jî derbas be nayê bîrê…
Di vê pêkhatiya mûcîzeyî de ji ber roman vegotineke bi hûrgilî ye, ji ber di romanê de hem destpêkek heye û hem jî bal li encamdanê li dawiyekê ye di romanê de ne şert e ew pêk bê, çiku bal li dawiya romanê ye û roman bi destpêkirinekê re dawîkirinekê dike armanc.
Çîrok ango kurtekirina çîroka romanê jî wisa ye; a wê jî bal hem li sazkirinê hem li destpêkirinekê û dawîkirinê ye; bo di çîrokê de jî mûjilî li hûrgiliyên balkêş e mûcîze pêk nayê, yan jî ne şert e mûcêze tê de hebe. Lê helbest? Helbest berovajî romanê û çîrokê ne behsa destpêkekê dike ne jî ya dawiyekê; ew bi awayekî wisa behsa tiştekî dike ku, ne destpêkirinek heye ne jî dawî; timî ciwan e, timî hesta ciwaniyê dinimîne. Bo wê, di lewnên wêjeyê de tekane lewna hewceyî mûcîzeyê helbest e; eger tiştê dibêjin helbest e, di nav wê de hevokek mûcîzeyî nebe helbest nabe, nabe helbest; a bêmûcîzeyî ne helbest e; çiku tiştê helbestê dike helbest hevokek mûcîzeyî ye û zêdehiyên din wekî kevirên dîwêr ên li dora stûneke bedew û qehîm hatine danîn e.
Stûnek bi serê xwe dikare ser piyan bisekine lê dîwarekî bê stûn nikare li ser piyan bisekine, bi bayekî sivik re jî dikare bi ser hev de bixile...
Yan jî mînaka baranê; gelek caran baran dibare lê bi tenê hin baran serê tirêjên tavê di nava xwe de dişon, mûcîzeya xwezayî keskesorê tînin holê.
Helbet li cîhanê romanên îstîsna hene yên aliyên wan ê mûcîzeyî heyî, çîrok jî hene lê îstîsna ne, lê helbest? Helbest divê timî ciwan be, bicoşîne, hestan rake pêdarê û ew yek bes bi hevokeke mûcîzeyî, ya hesta heyraniyê dide meriv dikare pêk bê û jixwe helbest bi temamî ew hevoka mûcîzeyî ye.
Di lewnên hunerê de qasî helbestê muzîk jî, ji muzîkê qest ne gotinên kilamê ne; ku ne hemiyan de be jî lê di piraniyan de lihevanîna newayekê mûcîze ye.
Helbest mûcîze ye, hin roman jî, hin çîrok jî, hin melodiyên kilaman jî û ew giş ji ber bi peyv û hevokekê têne pê, mûzîceya nivîskêr-helbestkêr in.
Hemî honandin, hevok û rêzikên nivîskêr-helbestkêr mûcîze ne? Çawa hemî baranên demsalê navbera erd û esmên bi keskesorê naxemilînin; nexêr, hemî lêkirinên nivîskêr-helbestkêr jî mûcîzeyê nanimînin lêêê, lê nivîskarî û helbestkarî nimandina yek an a çendik mûcîzeyan e, ku ew yek wan dike nivîskar-helbestkarê nejibîr.