Bo derbarê jiyana tekakesî jî, bo kesên derbarê pirsgirekên kolektîf de dipeyvin jî bilêvkirina peyva ‘Dixwazim’ hema hema peyva sereke ya tê ser zimên e. Heçî vê heyama ku danûstendina pirî mirovên li hev dicivin (li Cafeyê, komeleyê, saziyê, hevpeyvînekê, li cîhana sanal, li parkê û li malê) wekî di heyatê de tiştekî din tune be her li ser mijarên giştî-civatî tê peyivîn û di wan danûstendinan de peyva herî pir tê bilêvkirin ‘dixwazim’ e!
Baş e kaka giyan, tu çi dixwazî?
‘Dixwazim cîhan nav aştiyê de be; dixwazim hemî mirov wekî hev bijîn û bextewar bin; dixwazim kurd bibin xwedî dewletê; dixwazim kurdî bibe zimanê perwedehiyê, bazarê û tevahiya jiyanê; û dixwazim kurd bibin yek, dixwazim dagirkerî û mêtîngerî biqede em kurd azad bibin; û dixwazim vê pêk bînim, wê ava bikim, herim ser hîvê û hwd.’
Ji ber kes kesî re nabêje, heyra mexwaze, BIKE, pêşî tu egerên dixwazima xwe bîne cî; dixwazim dixwazim dixwazim û dawiya dixwazima hev mûjilkirinê-manîpîlekirinê nayê; çawa be belaş e… Lewma dema meriv ji dixwazimê berê xwe dide kirinên dixwazimkaran, dibîne ku peyva ‘dixwazimê’ tu car ew qas nebûye ji rêzê, bêhikum a navgîna axaftin û danûstendinên li dor pirsa kurd a di devê xwe de daxistine asta mijareke galegalê: “Qey dema dixwazimê bilêv dikim berpirsyariyekê digirim ser xwe yan pereyên xwe tê didim! Ê ez jî bixwazim li haziran kêm nemînim. Çawa be piştî vexwarina çayê-qehweyê-bîrayê-şerabê xwendina manîfestoya ji bejnê zêdetir û lihev xweşkirinê û hev manîpîlekirinê û tatmînbûyînê û tatmînkirinê her kesê rabe ewka xwe daweşîne û berî bide malê…”!
Adorno gotiye: “Hişmendiya herî li pêş herî radîkal a derbarê bobelatekê de jî ji xetereya rizînê ji bûyîna mijareke li ser galegal-gevezetî tê kirinê ne jêbexş e”.
Yanê ku dixwazim hebe û kirin tunebe, nexwe çima bilêvkirina ew qas dixwazim’ên pûç û vala? Belkî bêsadeqatiya ji dixwazimê re ye, belkî jî nexweşî ye…
Belkî jî bawerî û motîvasyon, ango peyxam-îlhama kurdan mirî ye, yan kurd bê îlhambexş mane?!..
Bo nivîskar sedema dixwazimê û hêza pêkanîna dixwazimê, peyxam-îlhambexş:
(Daxwaz-sadeqat, motîvasyon-dîsîplîn, bawerî-pêkanîn, sedem-îlhambexş)
Wekî endamên civaka li jor a ‘dixwazim’ên wan ne diqedin ne jî pêk tên nivîskar jî xwedî dixwazim e; dixwaze metna herî baş, rista herî bedew, hevoka herî çak bihone binivîse.
Di wê dixwazima nivîskêr de ku kêm-zêde çê-neçê daxwaza xwe pêk tîne de; zimanzaniyê, rêzimanê, teoriyê, wêjenasiyê, teknîkê didim alikî, çiku di lêkirina metnekê de ristekê de ew ne zanînên pêkanîna daxwazê yên kêmqisûrkirina metnê ne, tiştê nivîskar daxwaza xwe pê pêk tîne, maka daxwazê baweriyê motîvasyonê peyxam-îlham e…
Ew hêzê ji îlhambexş digire, sedema nivîsandina wî/ê îlhambexş e; baweriyê bi îlhamê tîne, motîvasyon ji îlhamê ye, metnê ji îlhambexş re dinivîse; helbest, çîrok, stran û hwd. ji îlhambexşê/a di serê nivîskar de re ye. Ew ji îlhambexşê/a ku ji kesî re navê wî/ê mikur naye re hunera xwe dixemilîne, peyam û daxwaza xwe di nav hunera xwe de radigihîne.
Kî ye çi ye îlhambexşa bawerî û motîvasyonê dide nivîskar ku nivîskar bi hêza wî/ê daxwaza xwe pêk tîne? Çendîn hin bêjin danek xwedê ye, bexşek xwedayî ye jî; bi min, ne li esmên li jêr e, ji mirov e ji mirovan e li cîhanê ye; daxwaza cîhaneke xweşiktir, civateke bîrdozî ye, yezdan e, ol e, netew e, çîn e; jinek e, mêrek e, evînek e, hestek e, dostaniyek e, xwende ye, tekoşînek e, rêberek e, dîrok e, belkî darek e kevirek e; heta peyvek e, yan serdemeke piştî zemanî yan a berî vî zemanî ya me nediye em ê nebînin e…
Baweriya nivîskar ji îlhambexş tîne wekî a ‘Qumqumokê bo vemirandinê di devê xwe de av biriye li arê Brahîm Pêximber dişewitîne kiriye’. Wekî ya ‘Moriya bi rêya hecê de meşiya ye’! Efsane wiha behs dike; Qumqumok: “ku nikaribim êr vemirînim jî ez ê aliyê lê me diyar bikim”. Morî: “ku nikaribim bigihîjimê jî ez ê li wê rêyê bimirim”.
Ev motîvasyon e; nivîskar jî a wisa bi dirustî û dilsozî pê de tere xwe li zorî û zehmetyan nade alî, fedakariyê dike-heta asta xwe îzolekirinê (ketina çilexaneyê); malbat jî, dost jî, civak jî, hezkirî jî çi qas bixwazin bibin têkbirên motîvasyona wî/ê, heta nedirustiyê lê bikin jî, lê ew bi prensîp bi îman-bawerî bi îlhambexşê/a xwe re sadiq e; bi motîvasyona ji îlhambexş digire bi hemî hebûna xwe xwe didê, hewl dide ‘dixwazim’a ku peyama tê de ji îlhambexş re ye pêk bîne. Çiku, çendîn metn di nav bergekê de li bazarê belav bibe jî lê tiştê tê de ji îlhambexşê/a di seriyê nivîskêr re ye.Yanê jêderka nivîskar a daxwazê, ya bawerî bi pêkanîna daxwazê anînê, ya motîvasyonê timî tim peyxam-îlhambexşa wî/ê ye.
Îlhambexş bi pênaseyek din sewdaserî; belkî bo temamiya jiyanê, belkî bo çend berheman, belkî bes bo berhemekê û paşê, bo berhemeke din ‘belkî’ îlhambexş an sewdayek din…
Yanê berî zimanzaniyê, rêzimanê, teoriya wêjeyê, teknîka metnê îlhambexşek divê li kêleka balgiyê nivîskêr rûne xewê li nivîskêr biherimîne heta ‘dixwazim’ hatiye pê…
Helbet îlhambexşek nebe jî tê nivîsîn. Lê di hevoka pêşî de metna bêîlhambexş hatiye nivîsîn xwe dide dest; rijî, tamsarkî, bêhest, bêruh, ne samîmî; ya ku nivîskar xwe tê de neêşandî, gotî bila zû ji destê min derê yan navê min jî li wir hebe!... Yan jî, bêîlhambexş di seriyê xwe de dinivîsin jê dibin dinivîsin jê dibin dinivîsin jê dibin, genî dikin; tu car nabe qismetê kaxizê…