• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Çorê ARDA
Çorê ARDA

Çorê ARDA

core_1979@hotmail.com

  coranizm

  profile.php?id=100008972593661

HESPÊN EFSÛNÎ

Dîrok : 21 11 2021

Teoriya M.Flaubert a li ser romanûsiyê wiha ye, divê em ji derve dest pê bikin. Çimkî jiyana mirovan berî herî tiþtî a temaþekirinê ye û ji  bo çav çirayek,  kêf û zewkek e. 

Li gorî Flaubert a ku çav destnîþan dike hûn dikarin jê bawer bikin. Yanê li gor Flaubert çav pir girîng e û dîtin, nêrîn û temaþekirin di romanûsiyê de gelekî girîng e. 

Bo çi min behsa temaþekirin û nêrînê kir, çimkî romana me jî heman temaþeyê bi me dide  hîskirin.

Ulku Bingol di romana xwe ya bi navê Hespên Hesinî de dîtin, nêrîn û temaþekirinê destnîþanî me dike. Pêþengeha çand û dîrokeke kevnare bi me temaþekirin dide. Loma kurteromaneke temaþekirinê ye. Îcar dema em li tabloya Gustave Caillebotte ya bi navê “Zilamê Ciwan Yê Li Ber Þibakê“ dinêrin em fêm dikin karakterê me di hundir de li derve û li meydanekê temaþe dike wekî karakterê romanê ew jî li derve temaþe dike, û di der heqê derve û meydanê û bajêr agahiyekê berbiçavî me dike. Esas ev tablo di navbera hundir û derve de sînorekî û perspektîfekê û nêrînekê li dar dixîne. Di vê tabloyê de temaþekirina meydan û avahiyan ji hundir ve li ber çavên me xwendeyan raxistiye asas têkiliya mekên û zemên destnîþanî me dike, berxwedana mekan a ku li dijberî zemên hatiye berbiçavkirin, hem di romanê de û hem jî di tabloya me de ev rastî hatiye berbiçavkirin. Çawa ku Dara wêneyê an jî tabloya meydana bajarekî li ber çavên me raxistibe heman berçavraxistin di vê tabloyê de jî heye. Loma jî tabloya me hinekî emresyonîzma romana me ye. Çawa ku ev tablo çand û dîroka bajarekî an jî welatekî diteyisîne, heman tiþt bo vê romana me jî derbasdar e. Loma romana me kurtepêþangeheke çandî û dîrokî ye. Her çand, kevneþopî û ziman li pê xwe þopekê, dewsekê û pêgekê ilim dihêle. 

Di romanê de rastî û xeyal di pêxîla çandeke kevnare de û di heqîqeteke efsûnwarî de û di nav lepên hiþ û aqilê karekterekî de ruhber dibe. Em dikarin bibêjin naveroka romana Ulku Bîngol ya bi navê Hespên Hesinî di dergûþa xwe de çand û çavdêriyên meydaneke efsûnî xemilandiye. Naveroka romanê feylesofekî bi navê Cengoyê Feylesof, Ecemê Hedad, û bi çayvanekî civakê hatiye vehûnandin. 

Di romanê de gelek bûyer bi xewn, xeyal û rastiyên efsûnî hatine xemiladin.  Rastî veguheziye heqîqetê, heqîqet û rastî veguheriye xeyalên veþayesandî, rastî û xeyal û xewn bûne dargerînek û her diçe dargerînek her tiþtî dipêçe. Loma rastî û xeyal û efsûniya rastiyan di nav hevdu de hatine esirandin. Em dikarin bibêjin romana Ulku Bingol, kurteromanek e, kurteçîrokek e. 

Îcar em werin ser karakterê xwe û naveroka romanê, karakterê  romanê Dara ye. Dara xwediyê hespên cihêrengîn e û hespên xwe li meydanekê difiroþe. Hespekî Dara yê sêling û rengspî heye û nayê firotin, lê di romanê de têkiliyeke taybet ya hespê sêling û Cengoyê feylesof heye. Çima? Pirs ji vir destpê dike. Ji ber ku di civakê de kes feylesofan naecibînin, wan wekî dînên civakê dibîne loma jî wekî dîtir têy dîtin. Wê çaxê hespê sêling jî di heman rewsê de ye. Yanê tu kes naçe hespê sêling nastîne. Çima? Çimkî dîtir e û bi kêrî tiþtekî nayê, kêm dixuye, çawa ku feylesof kêm dixuye di civakê de û dîtir têy dîtin, heman rewþ ji bo hespên me jî derbasdar e. 

Dara rahiþt hespê spî, dirêjî Cengoyê Feylezof kir û got: ”Ezîzê min, ew lingê kêm tu yî! “(72) Çima lingê kêm wekî feylesof dibîne. Esas mesele temamkirin e. Çi dixwaze bê temamkirin. Mesele ev pirs e. “ Cengoyê feylezof hespê spî bir û got, ez ew lingê kêm im. Û got, ez ê li her derên vî bajarî bibezînim vî hespê spî!”(73) Cengoyê Feylesof hespê sêling diþibîne xwe, wekî xwe dibîne loma dibêje ez im. Hem xwe kêm dibîne û hem jî hespê xwe kêm dibîne.  Ji hêlkê ve jî Cengoyê feylesof xwe dixe dewsa lingê kêm û dibêje ez ê hespê kêm bibezînim. Gelo Cengoyê feylesof û hespê sêling çima kêm in. Û çima bi Cengoyê feylesof lingê kêm têy temamkirin. Du kêm qey temamek e. Ev mimkûn e gelo? An jî kêm çi ye? Mebest di vir de kêmbûn çi ye? Helbet meriv dikare gelek þîroveyan jê derxîne, lê hespê sêling û bi Cengoyê Feylesof re hevbeþbûna wan baldariyê dikêþîne. Vê rewþa wan wateyekê û baldarbûnekê dide hesp û Cengoyê me, ya muhîm jî ev wate û baldarbûn e. 

Di romanê de baldarbûneke din jî dubarekirina vê hevokê ye helbet: “Her du þêr bûn, ku hilkiþiyabûn ser piþta ganêrên li ser kevirê diwarê mizgeftê hatibûn kolan.“ Ev gotin mekanê sabît dike ku bûyer piranî li vê meydanê û li vî bajarî diqewime. Heman demê berxwedana mekên ya li dijber zemên jî diyar dike. Belê bajar Amed dixuye û meydan jî, meydaneke Amedê dixuye, loma mekan û bajar sabît e, karakter jî sabît e. Yê guherbar xeyal û efsûniya li meydanê ya ku di hiþ û aqilê karakter de diguhere. 

Ciyê diçe û tê, zeman, mekan, bajar, karakter û karekterên dîtir, giþ di kompozîsyoneke sabît de dixuyin. Guherbarî tenê para xeml û xeyal û afirîneriya hiþ û aqilê Dara ketiye.  Belê hemû xemilandin, kitekit û vehonandina naveroka mijar û romanê giþ di destê Dara de tê vehonandin. Dara ji me re behsa mekanekî û bajarekî efsûnwarî, dîrokwarî û kevneþopiyên wê dike. Loma em di romanê de di hundirê zemên de digerin. 

Dema meriv romanê dixwîne meriv dizane karakter behsa kitekitên bajarekî xwedî dîrok û çand dike. Carinan jî nivîskar mudaxîlî karakterê xwe dibe û bi heman þêwazê rêzebûyer û vehonandina bajar û mekanên wê dike. Di romanê de karakterê felsefîk Cengoyê Feylezof e, karakterê zineetkar Hedad e, karakterê civakî û asayî, çayvan e û karakterê wêjeyî, çandî û efsûnî jî Dara ye. 

Hemû bûyer û rêzebûyer, mijar û vehonandina mijarê li deredora karakterê navendî Dara diqewime. Dara hespfiroþek e. Hespên piçûk boyax dikin û difiroþe. Lê belê hespekî wî tim nayê firotin. Ew hesp ji ber ku kêm e. Çimkî lingekî wî kêm e. Ew kêmbûn dibe bela serê wî, lê Cengoyê feylezof li hespê sêling yê spî xwedî derdikeve, aîdî xwe dibîne. Belkî jî civak aîdî wî dibîne, çimkî li gor civakê Cengoyê Feylezof kêm e. Ji ber vê kêmbûna wî hespê spî yê sêling aîdî wî dibînin. Halbûkî esaleta hespê sêling û Cengoyê feylesof li ser civakê giþî re ye. Nêrîn û dîtin girîng e. A ku divê em di vir û di vê tabloyê de binêrin nêrîn û dîtin e. Helbet behsa dîtin û nêrîneke ji rêzê nakim. Behsa nêrîn û dîtineke zanayî û estetîk û hunerî dikim. Loma cengoyê feylezof û hespê sêling bi qîmet û nirx e, li ser gelek tiþtan re ye. Her wiha ji xêynî Cengo û hespên me gelek metaforên cihêreng di romanê de serdestî dikir. 

Marê birîndar, metaforeke gelekî baldar û balkêþ e, bo çi birîndar e, dêmeg ew jî kêm e.  Her tiþtên kêm li cem hev vehewiyanin. Kêmbûn bûye para metafor û ruhberan. Mar heywanekî xetere dixuye di jiyana rojane de, hesp piranî xwedî esalet û hêz û xurtbúnekê destnîþan dike. Wê çaxê çima ev kêm in? Çima vana dîtir in? Çima cihê ne? 

Welhasil Dara di hundirê serê xwe de xeyal û rastiyan bi awayekî efsûnî li meydana bajarekî xwedî dîrokî û çandî giloka kevneþopî , çand û zimanê kirde û bireseran vedihûne û ji nû ve li ber çavên me ruhber û zindî dike. Me xwendevanan li qonaxên bajêr yên dîrokî digerînin. Me li efsûniya bajarekî û li meydana bajarekî bi rû bi rû dihêle, dibêje a ji we re  peyzaja çand û dîrokî û ji xwe re temaþe bikin. Nivîskar me xwendevanan dibe pêþengeha çand û dîrokî digerînin. Meriv carinan dikeve nav wê meydanê û li efsûniyan biresaran û zindiyan temaþe dikin. Loma pêþengeheke dîrokî û çandî ye ev roman. Lê ji vî bajarî û meydanê tenê fotrafek û dîmenek hatiye vehûnandin. Li vî bajarî gelek meydan û ciyên dîrokî, kevnare û çandî hene. Loma tenê me li dîmeneke pêþengehê temaþekirin, an jî me tenê li tabloyekê mêzekirin. Halbûkî di rastiya efsûniya vî bajarî de tablo pir in û nayên jimartin. 

Wekî me got serlehengê romanê Dara karakterekî çandî û dîrokî ye û me di hundirê zemên de diborîne. Cengoyê Feylezof jî karakterekî zana û dijcivak e. Dema meriv vê romanê dixwîne meriv fêm dike ku teva karakter û bireser û kirdeyên xwe romaneke kirasê xwe ji bindestiyê û serdestiyê riizarkiriye. Yanê meriv dibêje qey ev roman ne li welatekî bindest hatiye nivîsandin. Lê çand û dîroka bindest hatiye vehûnandin. Bêhna kolonyalîzmê ji romanê nayê, ji kolonyalîzmê dûr hatiye nivîsandin. Têkiliya serdestiyê û bindestiyê di romanê de hema hema em bibêjin tune ye. Îcar bo nivîskarekî bindest an jî bo nivîskarekî di bindestiyê de dijî ev baþ e an jî ne baþ e divê em bipirsin? Bo berhemê baþ e an jî nebaþ e? Vana giþ divê bêy lêpirsîn helbet. Lê serdestî û bindestî ne tenê meseleyeke ramyarî ye. Mînak Cengoyê Feylesof li gor civakê bindest e, li gor hunermendekî û zanayekî belkî jî ew serdest be, loma jî têgehên serdestiyê û bindestiyê tenê bi mêtingehiyê ve negirêdayîne. Du kes dibe ku li gorî hev yek serdest û yê din bindest be, mesele dîtirbûn e û têgeha dîtirbûnê ye. Di romanê de jî em dikarin bibêjin ne bi awayekî eþkere be jî têgeha dîtirbûnê di naveroka romanê de hatiye vehûnandin. Wekî encam em dikarin bibêjin romana me romaneke çandî û dîrokî zemên û mekên e.

Sûdwergirtin:

Kurmacanin retoriwi, Wayne C. Booth, Metis Sanat Kitabi, 500 Sanatçi, 500 Sanat eseri, Yem


Çorê ARDA

Hemû Nivîsên Çorê ARDA

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ocalan: Bila pêvajo veguhere asteke nû

Ocalan: Bila pêvajo veguhere asteke nû

15 09 2013

S&P û Fitchê notên Tirkiyeyê daxistin

S&P û Fitchê notên Tirkiyeyê daxistin

28 01 2017

"Bila Sûrên Amedê bibin Mîrateya Çandî...

21 02 2008

Rejima Sûriyê bajarên Dêrik û Girkê Legê dan ber bombeyan

Rejima Sûriyê bajarên Dêrik û Girkê...

19 08 2013

Encamên Pêþbaziya Çîrokan a Abdullah Duran diyar bû

Encamên Pêþbaziya Çîrokan a Abdullah...

26 03 2011

Nûçeyên nû

Pêþkêþvana nûçeyan Ozlem Sarikaya mir

Pêþkêþvana nûçeyan Ozlem Sarikaya mir

17 05 2022

Li hemberî xedeqeyê ‘Govend e’

Li hemberî xedeqeyê ‘Govend e’

17 05 2022

Va ye fotoyê herî buha: 12,4 mîlyon dolar

Va ye fotoyê herî buha: 12,4 mîlyon dolar

17 05 2022

Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin

Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin

16 05 2022

Tarsus Îdmanyurdu bi penaltiyan Amed Spor têk bir

Tarsus Îdmanyurdu bi penaltiyan Amed Spor têk bir

16 05 2022

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname