SÎNORÊ AZADIYÊ
Di vebêjiya karakteran de, vegotina derûniya karakteran û hiþê karakteran girîng in. Loma nivîskar carinan vebêj e û carinan jî mudaxilî karakterên xwe dibin. Lê divê nivîskar dema mudaxeleyî karakterên xwe kir divê derûniya karakteran û hiþê karekteran baþ vebirêsîne.
Sir Walter Scott wiha dibêje: “Aksiyon, pîleya, tevger û liv, nêrîn û tebesûma evîndar, qermiçandina sûretê qeþmer û awirên bijangên despotan giþ divê di romanê de hebe.” Yanê dema nivîskar behsa karakterên xwe kir, an jî dema vebêj derûniya karekterên xwe vegot, divê kitekit û derûniya wan baþ vebirêsîne û biteyisîne. Bo çi behsa derûniya karakteran dikim. Çimkî romana Menaf Osman romaneke bingeha xwe li ser hîmê tirsê, dudiliyê û þer avakiriye. Loma divê nivîskar Menaf Osman derûniya kesên di þer de, kesên ditirsin û kesên dudilî dibin baþ vebihûne an na ew roman dê kêm bimîne.
Mînak: “Di çîroka Decameron de Federigo kesekî ji hêla aborî ve dewlemend e. Federîgo aþiqê Monayê dibe, Mona keseke zewicî ye, lê Federîgo ji Monayê hez dike, lê belê Monayê teklîfa Federigo red dike. Paþê Federigo dibe feqîrekî derê hanê, ji dewlemendiya wî tenê bazekî wî dimîne, lê bazê wî bazekî pir jîr û jêhatiye û pir jê hez dike. Federigo debara xwe bi saya vî bazê xwe dike. Paþê mêrê Monayê dimire û lawê wê nexweþ dikeve, Mona difikire ku alîkariyê ji Federigo bixwaze, çimkî lawê wê pir ji bazê Federigo hez dike. Dema Mona ji Federigo dibêje karê min bi te heye, divê gerek tu alîkariyê min bikî. Federîko pir bi heyecan dibe û radibe bazê ku pir jê hez dike, ser jê dike û dike taþtê ji Monayê re, paþê dema vê þaþiyê fêm dike, þaþwaz dibe û dikeve tatêla ka ew ê çawa meseleyê ji kurê xwe re vebêje. Talî dike nake çareser nabe û lawê wê dimire “ Min bo çi behsa vê çîrokê kir, dema nivîskar karakterên xwe vegot, divê derûniya karakteran û hiþê karakteran baþ vebihûne an na lingên karakteran û mijar li hewa dimînin. Divê dram û trajedî hebe, di romanên wiha de, çawa ku di encama çîroka Decameron de dram û trajedî hebû, divê di romanên têkoþeriyê de serlehengî-qehremantî, dram û trajedî hebin. Loma mijar, rêzebûyer û karakterên nivîskar Menaf Osman jî divê derûniya wan û baþ bê vehûnandin. Çimkî mijara romanê vê rastiyê hewcedar dike. Îcar em werin ser gelemperiya romana xwe.
Romana Sînor ya nivîskar Menaf Osman, bingeha xwe li ser esasên þoreþê û li ser têgehên wekî tirs, bawerî, erdnîgarî, azadî, welatparezî, hebûn û nebûn, îxanet û dilsoziyê rawestandiye. Tirs, li serê karakteran bûye wekî neqebeke asê, karekterên me di sînorê îxanetê, baweriyê, dilsoziyê û tirsê de zîz dibin. Çimkî her biryardayînek karakteran bi serê xwe rîsk û talokeyek e. Her biryardayîn dibe ku bibe sersebebê mirinan. Hêvî û têkçûn di hemêza hev de digevizin. Ne bê hêvî dibe û ne jî têkçûn xwe ji qirika karakteran berdidin. Kesayetên têkoþer ên di derûniyeke tevlihev di romanê de bi rîsk û mirinê re dansê dikin, bo azadiyê û edaletê bi destxînin. Loma karekterên me karekterên realîst in û bi utopiyên xwe re dijîn. Bi saya xewn û xeyalên utopiyên xwe dibin serlehengên welatên xwe. Erê karakterên me karakterên utopîk ên realîst in. Loma romana me bingeha xwe li ser esasê têgehên wekî têkoþîn, welatparezî, hebûn û nebûn, bawerî û dilsoziyê daniye.
Di romanê de, karekterê me yê sereke Evdil e. Ji xêncî Evdil, hin karakterên me yê din jî hene. Tevgerên hemû karakterên me þikdar in. Bêtir jî Evdil bi þikdar tevdiliv e. Çimkî jiyana wan vê hewcedariyê li ber çavên wan radixîne, çimkî di jiyaneke rîsk de dijîn. Armanca karekterên me sînor derbas bikin û biçin çiyê, loma her tevger û livên wan bi xwe rîsk in. Divê bi baldar bin û her tiþtî bi pîvan bike. Yanê her hemleyên wan divê wekî yên bi xiþikê dilîzin bi baqilî be. Loma karakterên me di navbera hebûn û nebûnê de bi tirsê û þikê re têdikoþin. Bo wan hebûn wateya jiyaneke hevpar û bi edalet e. Ji xwe ji ber bê edaletiyê vê rê û rêbazê dihilbijêrin. Serî li çiyê didin. Doza azadiyê dikin. Doza hebûnê dikin. Doza xwe ji dîtirbûnê rizgarkirinê dikin, serî li têkoþînê didin. Ala wan azadî ye. Welatê wan azadî ye. Bo wan hebûn azadî ye. Azadî temsîliyeta hebûna qinên wan in. Loma dixwaze sînorê di þevekê de hatiye ducakirin ji holê rakin û malbatên xwe bînin ba hevdu. Erê di rojekê de hew dibînin malbatek û welatek du felqeyan bûne, mînak ji romanê:
“Bavê wî wisa jê re gotibû: “Kurê min, hema rojekê sibehê em ji xew rabûn me dît ku xet di nîvê erdên me re kiþandine, û ji me re dibêjin hûn nikarin herin wî aliyê sînor, wê derê serxet e! Sînorê çi bavê min? Sînorê çi lawo, nîvê erdê me, nîvê dost û merivên me li wir mane? Gotin na wele hûn nikarin derbasî wir bibin, wê derê dewleteke din e! Gotinên ku nediketin serê dînan, dixwestin ku em jê yeqîn bikin. Lê me dizanîbû ku em hîna dîn nebûne û hiþê me li serê me ye. Kalikê te Soro, du ap û xalekî te, sê xaltîk û metikeke te tev li zarokên xwe, hemû tev de di þevekê de bûbûn Serxetî, em jî di heman þevê de bûbûn Binxetî...”
Dema em li vê paragrafa xwe dinêrin, em fêm dikin ku desthilatdar bindestên xwe dike du felqeyan û berê her hinekan bi ciyekî vedikin. Yanê mijara romanê asas desthilatdarî û mêtingehî ye. Her wiha mekanên romanê piranî binxet û serxet e. Dinêrin nêviyên wan li binxetê ne, nêviyên din jî li serxetê ne. Ji bo ku vê desthilatdariyê biqedînin, hebûna xwe didin ber xetereyan û serîradikin karakterên me. Lê belê desthilatdar tifaqiyê, hevpariyê û ligelbûnê ti carî qebûl nakin, çimkî qebûlkirin hilweþandina wan in. Loma jî bi tirs in. Di dawiya romanê de Evdil û hevalên xwe bi awayekî dijwar be jî sînor derbas dikin û diçin gundekî û li wir xwe li stargehekê diparêzin. Xwe li mala apê Mîzgînê diparêzin. Mîzgînê jî yek ji hevalên wan in.
Karekterên romanê piranî di jiyaneke dudilî de dijîn. Vîna wan asas ne zêde xurt in. Çimkî karekterên þikestîn in. Bi her awayî þikestîn in. Mînak karakterê me yê sereke Evdil li hember warê xwe Omeriyan û bavê xwe yekî dilþikestî ye. Çimkî ji zarokatiyê ve him ji warê xwe hatiye veqetandin û him jî doza bavê xwe dike. Di xewn û xeyalên bavê xwe û warê xwe de dijî. Evdil ji zarokatiyê ve bavê xwe wenda kiriye. Di rêya sînorderbaskirinê de ango di karê kaçaxçiyê de tê kuþtin. Ji xwe Evdil û hevalên xwe jî bi saya Emîno û Xelo sînor derbas dikin. Xelo û Emîno jî weke bavê Evdil emrê xwe di vê rêya kaçaxçiyê de bihûrandine. Xelo bi Evdil û hevalên wî re xayintiyê dike. Hevalekî wan birîndar dibe lê talî Evdil û hevalên xwe sînor derbas dikin. Karekterên romanê li ser êgir dileyzin û jiyana wan jî weke êgir germ û bi taloke dibihûrin. Lê ya di romanê de kêm hinekî vehûnandina tirsê ye. Halbûkî di romanên wiha de têgeha tirsê divê serdestiyê li naveroka romanê û bi giþtî jî divê li karakteran bike. Çimkî mijara romanê tirs û dudilî, þikdarî ye. Belê þikdarî û dudilîbûn baþ hatiye vehûnandin lê mixabin tirs ew qasî baþ nehatiye vehonandin. Çimkî ciyê sînor, þoreþ,têkoþîn û þer hebe, teqez divê li wir tirs serdestiyê li karakteran û naveroka romanê bike û helbet di teþerêsandina romanên wiha de divê epîzm û qehremanî hebe. Lê em wê qehremaniyê jî nabînin. Dema dibêjim qehremanî ez behsa qehremaniyeke klasîk nakim. Ez behsa qehremaniyeke trajîk dikim. Her wiha divê xwendevan wê tirsê him di karakteran de û him jî teþerêsandin û atmosfera romanê de hîs bike, divê wê tirsê bijîn. Ji vê hêlê ve teþerêsandina tirsê hinekî kêm maye.
Divê di romanên wiha de aksîyon û trajedî hebin. Yanê aksîyonên tirsê û yên pevçûnê kêm in. Tenê Aksîyona di sînor re diborin û aksîyona ku leþker tên gund a wê çaxê meriv hinekî wê tamê jê werdigire, heta romanên wiha divê tama sînemayê jî bidin. Çimkî dema min dixwend ewil hinek ew tam bi min re çêkir lê qels maye. Tehma sînemayê dema ku hevalan xwe di stargehê de xwe veþartibûn û leþkeran jî li hundir li wan diveriyan a wê çaxê tehma tirs û sînemayê hinekî li ser zimanê çavên min û zimanê hiþê min çêbû, lê van aksîyonan jî pileya wan kêmbûn.
Di dawiya romanê de karakterê me yê sereke Evdil tê ba pîrka xwe Siltanê û kalikê xwe Soro, lê ewil herdu jî wî nas nakin. Paþê dinêre ku neviyên wan in, wê demê kurê wan li ber çavên wan dibore.
Werhasil mijara romanê perçekirina welatekî ye, perçekirina malbatekê ye. Navbira navbera Sûrî û Tirkî ye. Loma jî karakterê me bo ku vê desthilatdariyê ji holê rake, serî li çiyê dide û bo doza azadiyê û welatê xwe bi hevalên xwe re dest bi têkoþînekê dikin. Herî dawiyê meriv dikare wiha bêje: Mijar mêtingerî û mêtingehî û desthilatdarî ye. Karekterên me piranî karekterên têkoþer in, karakterên þikestînin, karakterên hebûnparêz û welatparêz in. Mekanên romanê piranî di nav gund û sînor û binxetê de dibihûre, piranî mekan (Qamiþlo-Nisêbîn) de dibore. Zeman di navbera niha, paþeroj û pêþeroj de dipêle.
Sûdewergirtin:
Kurmacanin Retoriði, Wayne C. Booth, Metis